LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe /  Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersiva herî mezin a ji gefên Erdogan re ye

 Xelîl: Coşa hilbijartinên federasyonê bersiva herî mezin a ji gefên Erdogan re ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Desteya Rêveberê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, li ser gefên êrîşên Tirkiyê ya li ser Efrînê got: “Erdogan bila dev ji xeyal dîtin û guherandina rojeva hûndirê xwe berde. Coşa hilbijartinên federasyonê yên li Efrînê bersiva herî mezin a ji gefên Erdogan re ne.”  

 

 Li heremên Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Herema Cizîrê 841, Herema Furatê 256, Herêma Efrînê 206, li tevahî hereman di 303 navendan 10 hezar 825 sandoq hatine danîn, 808 hezar 495 hilbijêr ji bo namzetên meclîsên bajarok, navçeya û kantonan deng bikar tînin.  Dengdayîna ku ji seata serê sibehê dest pê kir heyanî niha beşdarbûnek mezin çêbûye, bi taybetî jî beşdariya jinan bal dikşîn e.

 

Ji bo ewlehiya sandoqan Asayîşa Rojava, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Cewherî parastinê dikin, 6 ji wan esil 8 peywirdarên sandoqan dixebitin. Hilbijêr, di 3 sandoqên hatine danîn ji bo deng bidin endamên meclîsên navçeyan pusulaya “Şîn”,  ji bo meclîsên bajarokan “Spî” û ji bo meclîsên kantonan jî “Gewr” kaxizên pusulayan ku lîsteya namzetên partiyan an jî serbuxweyan tên bikaranîn.

 

‘Gelan ji bo federasyonê dibêjin erê’

 

Hevserokê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê Aldar Xelîl, derbarê hilbijartinan û tehdîtên ji aliyê Tirkiyê ve ku li ser Efrînê tên kirin, axivî û diyar kir ku yek rojeva wan heye ew jî hilbijartinên ku tê wateya bingehkirina federasyonê ye û da zanîn ku gelên bakurê Suriyê bi coşek mezin diçin ser sandoqan û ji federasyonê re dibêjin “Erê”.

 

‘Erdogan ji xwe re xeyalan dike’

 

Xelîl, ya Serok Komarê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan wek e “Xeyalperest” bi nav kir û wiha got: “Erdogan xeyal dibîne. Gelê me yê Efrînê ji federasyonê re dibêjin ‘erê’. Gelê me îro bi coşek mezin diçin ser sandoqan. Ji ber vê yekî wê bersivek herî mezin bidin Erdogan. Divê Erdogan dev ji xeyal çêkirin û guherandin rojeva hûndirê welatê xwe berde êdî.”

 

‘Çek ne di rojeva me de ye’

 

Derbarê daxuyaniyên wê DYA çekan paşde vekişîne de ji Aldar Xelîl ev tişt gotin: “Yek rojevekî me niha heye ew jî hilbijartin ên ku lingên federasyonê dide rûniştandin e. Di rojeva me de niha çek falan tune ye, hevdîtinekî me ya derbarê vê mijarî de jî tune ye. Çekên ku qala wan tên kirin, bi DYA û koalisyonê re di operasyonên Reqqa û Dêra Zorê de hatin bikaranîn.”

01.12.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً