LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hilbijartinên meclîsên Herêmî bi tevlîbûn û sîstematîk derbas bûn

Hilbijartinên meclîsên Herêmî bi tevlîbûn û sîstematîk derbas bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo aramiya hilbijartinên meclîsan her yek ji mamoste, Asayîş û komseriya hilbijartinan bi erka xwe radibûn, lewma ji saet 08:00 ta 10:00 hilbijartin serkeftî derbasbûn.

Hilbijrtinên Komînan ku di 21 Îlon ê de hatin lidarxistin de, 1 Kanûnê jî bi sekeftineke mezin hilbijartinên Rêveberiyên heremî (Kanton û Navçe) hatin pêk anîn.

Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî ku ji yê Navçe û kantonan pêk tê li her sê Heremên Federal ên Bakurê Sûriyê (Cizîr, Firat ü Efrînê) ku ji 6 kantonan (Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Girê spî, Efrîn û Şehbayê) pêk tên bi coş û heycan hatin lidarxisitn. Di van hilbijartinan de pêkhateyên civakê ji Kurd, Ereb û Sûryan tevlî dibin û wekî ku yên tevlî bûne dibêjin hêviyên wan bi van hilbijartinan pir mezin in.

Li navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ya bi ser herema ferderaliya Demokratîk ya herema Cizîrê hilbijartin bi sîstematîk ji aliyê komîteya amadekar a hilbijartinan, mamosteyên navçeyê, Hêzên Asayîşê û komînên navçeyê hatin birêvebirin.

 

Tiştê ku balê dikşîne di van hiılbijartinan de , her kes bi qasî erka xwe ji bo ku ev hilbijartin serkeftî derbas bibin, erka xwe bi rengekî tam dikrin, di vê çarçoveyê de mamoste, Hêzên Asayîşê, Hemwelatî, Komseriya hilbijartinan û Komîn di nav tevgerekê de bûn û her yek ji wan ji saetên seharê dest bi karê xwe kirinbûn.

Li navçeya Amûdê 12 dibistan wekî navendên hilbijartinan hatin diyar kirin lewma ji aliyê gel ve, li 12 navendan çalakiya dengdayînê ji saet 8 an ta 10 an hatin meşandin.

350 mamoste li 12 navendên dengdayînê hatin belavkirin

Di heman demê de ji aliyê mamosteyan ve çalakiya dengdayînê dihate birêvebirin, li navçeya Amûdê ji bo birêvebirina qonaxa duyemîn ya hilbijartinan 350 mamoste li navendan hatine bickirin.

  

Li ser beşdarbûna mamosteyan ji kamîreya me re mamoste Zeyneb Şêxmûs ku jî Amûdê ye ragihand ku ew niha li dibistana Bedyê Xelo ne û ew 8 mamoste li vê navendê bicih bûne, da ku çalakiya hibijartinan bi rêk û pêk birêvebibin.

Zeyneb di nava axaftinên xwe de da zanîn ku wan ji saet 7 de dibistan vekirine û di saet 8 an de hilbijartin destpêkirine. Zeyneb destnîşan kir ku ew bi displîn, qeydkirina navan dikin û li ser sendoqan disekinin, di dawiya axaftina xwe de Zeyneb diyar kir ku ev hilbijartin gaveke mezin e ku wê di dîroka gelê Bakurê Sûriyê de were muhr kririn.

Mamoste Zeyneb li ser çawaniya dengdayînê ev agahî dan: Da ku hemwelatî dengê xwe bide ew bi kerta xwe ya dengdayînê derbas dibe û du kaxezên dengdayînê, yek ya navçeyan û ya din a kanton îmze dike, Zeyneb diyar kir ku ji mafê hemwelatî bû ku dengê xwe bide kesekî an jî lîsteyekê girtî bi tenê.

Hemû partî hêviyên xwe di Lîsteya Netewa Demokratîk de pejirandin

Ji aliyê din ve jî Mihemed Mûsa Remedan ragihand û got: Em wekî partiya Aştî Demokratî kurdistenê tevlî lîsteya Netewa Demqratîk bûne, Remedan her wiha got hilbijartin bi awayekî serkeftî derbas dibin û destnîşan kir ku di sîstem û rêk û pêkiya hilbijartinan de gel bi wan re alîkar in.

Ji aliyê xwe ve Mihemed Fewaz Hiso diyar kir ku ew endamê partiya kesk e (Partiya Xidir) ku ev partî jî tevlî Lîsteya Netewa Demokratîk bûye. Hiso diyar kir ku ew tevlî hevpeymana Lîsteya Demokratî a ji 18 partiyan bûne da ku xizmeta gelê xwe bi her awayî bikin.

Em armanca bercewendiyên giştî ji namzetan dixwazin

Di heman demê de ji aliyê welatiyê bi navê Bavê Laleş hate gotin ku ew ji namzetên ku wê biserkevin hêvî dikin ku xizmet û pêdiviyên gel pêk bînin û armanca wan bercewendiyên gel be.

Ji aliyekî din ve jî Şehnaz wekî Rêveberiya Kongira Star li Amûdê diyar kir ev meheke ew amadekariyan dikin û armanca wan ji van hilbijartinan gel îradeya xwe nasbike, biserbikeve û federaliya xwe ragihîne.

Bê belge me kesek derbasî navendên dengdayînê nekirin

Ji bo parastina jiyana hemwelatiyan ji aliyê Hêzên Asayîşê ve kesên ku derbasî navendan dibûn û dengê xwe bikartanîn dihatin kontrol kirin, li ser vê yekê endamê Asayşa Amûdê Xalid Mihemed Salih anî ziman û got em parastina hilbijartinan dikin da ku hilbijartin bi aramî derbas bibin, ji ber vê yekê çi Namzet be, welatî bin, rojnemevan bin bê belgeya komseriyê me derbas nekirine.

 

02.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً