LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / PKK hêviya cîhana bindeste

PKK hêviya cîhana bindeste

Idrîs Henan

Hemû giyandarên bi aqil rojên xwe yên xemgîn û şad weke rojêne pîroz nîşankirî ne. Hinek rojên taybet ku di nava gelekî de derketine hene, lê bi potansiyelên xwe yên mirovî veguherîne malên giştî. Mirov êdî nikare desteseriya wan rojan bike û ne jî dikare di çarçoveya yek heyînekê de ewqas teng binirxîne. Di dîroka mirovahiyê de nimûneyên van rojan pir in û gelek reng û şêwe ne. Dibe ku rojên azadiyê gelekî bin. Dibe ku rojên serxwebûn û serfiraziyê bin, dibe jî rojên binkeftinên gelekî mezin bin.

Ger em li rewş û halê Kurdan di van herdu sedsalên dawîn de binêrin, em ê gelekî bi zelalî bigihêjin rastiya van rojan. Du 100 salên paşmayî de, gelê Kurd rastî trajediyên mezin hatiye. Hema bêje ti rojek bê girîtune ye. Hemû rojên salnameya gelê Kurd tije êş û bîranînên bi keder ên ku dilê însanan disojin in. ji Dimdima 1609 – 1610, Babayî 1806 – 1808, Şêx Ûbeydulah Elnehrî 1880 – 1881, Şêx Mehmûdê Berzencî 1919 – 1922 bigire û heyanî Dêrsimê 1937 û ta salên şêstiyî were, her binkeftinên Kurdan ji dagirkerên wan re veguherîne serkeftinên bi heybet. Çima gelê me nasnameya xwe ya neteweyî ji dest daye û her îradeya wî têkçûye? Eger pîvan karê baş be, kesekî ji Kurdan bêtir xizmetî mirovahiyê nekiriye. Lê ka ev kar çiqas xizmetî tevahî civaka xwe kiriye? Ango em dikarin bi awayekî din jî bibêjin; gelê ku bi dirêjahiya dîrokê de nasnameya xwe ya neteweyî li hemberî dijminekî ku xwe li ser pişta wî gelî mezin dike wenda kiribe, bê enerjî û vîn dibe. Li ber bayê qirkirinên çandî û hemû cureyên êrîşên kokqelandinê bi lez têk diçe û bi hêsanî ji asîmîlasyonê re dibe zemînekî bi kêr hatî. Ji bona gelek xwe ji nav lepên qirkirinê biparêze, beriya nasnameya neteweyî hewceya wî bi nasnameya ideolojîk heye. Ji bo wê nasnameyê jî pîvana exlaq sereke ye. Helwesta exlaqî jî pratîk, encamên rast û serkeftî ye ku di xizmeta avakirin û rêxistina civakê de ye. Ji bona ku gelek li hemberî çewisandinê têkoşîna xwe ya azadiyê bigihîne encamê,xwebirêxitin kirin şertekî ideolojîk e. Dêmekî di serî de hewce bi lêvegereke giştî di tevgera Kurd de hebû. Her wiha pêwîstî bi tevgereke ku bibe xwedî felsefeyeka jiyana azad hebû ku bikaribe misogeriya azadiya gelekî li ber keviyên tunebûnê ji darbeya dawîn a lepên mêtingeran biparêze. Ev yek di kesayeta Partiya Karkerên Kurdistanê PKK de di 27 Mijdara 1978an de li Fîsa Amedê weke rêxistineke Kurdistanî xwedî intîqam û helwest şikil girt. PKK weke tevgereke sentez ku serhevbûna tevahiya dîroka berxwedaniya gelê Kurd e hate damezirandin. Di oxira azadiya gelan ji stemkarî û faşîzmê, weke mezintirîn zayîna li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bû. PKK bi avabûna xwe re hişmendiya şoreşger û paradîgmaya jiyana azad û wateya rasteqîn a demokrasiyê bi pêvanên exlaqî-polîtîk li têkoşîna gelan zêde kir ku di pêvajoya 40 salan de, ji bo berxwedana gelên bindest veguherî rêxistineke hêviyê. Partiya Karkerên Kurdistanê PKK bi Rêbertiya hemdem a Serok Abdulah Ocelan(APO) bi mîrateya berxwedana zîndana Amedê û bi pêngava 15 Tebaxa 1984an re ji dunyaya bindest û têkoşerên azadiyê re, li hemberî hişmendiya desthilatdar bû sentezeke azadiyê. Di encama berxwedana 40 salan de li Rojhilata Navîn bû hêka mêzînê ku ti hêz êdî nikarin bê wê terazoyên xwe yên hêzê li vê sahê ava bike. Ji ber van xisletên xwe yên new-vejînê û berxwedanê êdî PKK di şexsê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de veguherî faktorê sereke yê şer û aşîtiyê. Ti kes nikare bê îradeya Kurdan a bi saya felsefeya nûjen û paradîgmaya ku Ocelan afirandiye hesabên xwe li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Ev dîroka du 100 salan a êş û binkeftinan bi PKK re veguherî dîrokeke tijî serkeftin û berxwedan. Bi avabûna PKK re di serî de gelê Kurd û hemû gelên herêmê bûn xwedî nasnameya ideolojî û neteweyî. Ev jî ferq û cudahiya PKK ye ku rêxistineke xwedî mîrateya berxwedan, şehîd, înad û têkoşer e. Hemû binkeftinên Kurdan, êş û azar, têkçûn û stemkarî bi damezirandina PKK û pêşengtiya Ocelan re bûn serkeftinên gelek mezin. Çilemîn salvegera damezirandina PKK, çilemîn rojbûna gelekî azad û xwedî nasname ye.

02.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً