LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Macron: Pêwîste Heşda Şebî hilweşe

Macron: Pêwîste Heşda Şebî hilweşe

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Fernsayê Emmanuel Macron di hevdîtineke bi aliyên kurdî yên Herêma Kurdistanê re daxwaza hilweşandina Heşda Şebî û diyaloka bi Hikûmeta Iraqê re kiriye.

Di civîneke di navbera Serokê Fernsayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Berzanî û Cîgerê wî Qobad Telebanî ku duh li Parîsê  qesra Alissa hatî lidarxistin de, ku ev civîn yekemîn civîn e ji asta pêlebilind e piştî lidarxistina Refranoma Herêma Kurdistanê di 25 Îlonê de.

Di vê hevdîtinê de Macron di kongireke çapemenî de bi Berzanî û Teblebanî re eşker kir ku pêwîste çalakiya rawestandina bikaranîna çekan li Iraqê bi taybet ji aliyê Heşda Şebî ve û grubên çekdar were pratîk kirin.

Macron her wiha ragihand ku divê diyalok di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de li gorî destûrnameya Iraqê were kirin, bi vê daxuyaniya xwe Macron nîşan da ku diyaloka ku were kirin wê bibe sedema rakirina dorpêça li ser hermên kurdî, ku niha ji aliyê Artêşa Iraê û Heşda Şabî ve hatiye kirin.

Di kirîza ku Herêma Kurdistanê piştî Refrandoma pêk hatî de jiyan kir, ji aliyê Mesûd Berzanî ve istîfeya serokatiyê hat, lewma niha li şûna wî kurê wî Nîçîrvan Berzanî bi vê erkê radibe. Nîçîrvan jî niha ketiya nav gotobêjan da ku bi Hikûmeta Irqê re lihevkirin çêkin û dijberiyê rawestîne.

Ji aliyê xwe Nîçîrvan Berzanî ragihand ku ew biryara Dadgeya Yekîtiya Bilind ku di 20 Mijdarê de hate derxistin ku encamên Refrandumê ibtal kiriye cihê rêz ne.

Di encama lihevkirina Artêşa Iraqê û Hêza Îranî a Heşda Şebî de piştî Refrandoma pêk hatî, gelek hermên başûrê Kurdistanê mîna Kerkûk û Tozxormato hatin kontrol kirin, di vê çarçoveyê de Heşda Şebî ev yek kir behaneya ku niha pêşveçûna xwe heta Elb Kemalê li Sûriyê aniye.

Ji aliyê hermên ku niha Heşda Şebî lê bicih bûye wek Şengalê li cihê noqteyên ku Pêşmerga berdaye ji aliyê hemwelatiyên wê deverê ve hate ragihand ku rastî zilm û zordariya Heşda Şabî tên.

03.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً