LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Encama giştî ya hilbijartinên Bakûrê Sûriyeyê derket

Encama giştî ya hilbijartinên Bakûrê Sûriyeyê derket

 

QAMIŞLO – Komseriya Bilind a Hijbijartinan di civîneke çapemeniyê de encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên hersê herêmên Bakûrê Sûriyeyê (Cizîr, Firat û Efrîn) ku 1’ê kanûna 2017’an hatin lidarxistin, eşkere kir.

Di civîna çapemeniya ya li navenda Meclîsa Rêveberiya Xweseriya ya li bajarê Amûdê ku gelek ji dezgehên ragihandinê amade bûn, ji aliyê Hevseroka Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê Emîne Hisî û Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Cizîrê Izedîn Ferhan ve daxuyaniyek hate xwendin. Her wiha Hevseroka Komseriya Bilind a Hibijartinan a Herêma Cizîrê Rûken Mela Îbrahîm û Hevserokê  Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê Şahîn Elî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya ku hate xwendin wiha ye:

“Bi baweriya hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyeyê ji bo rûniştinandina sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê wekî çareseriya herî guncaw piştî aloziya 7 salan, qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk pêk hatin. Hilbijartinên rêveberiyên herêmî (navçe, bajarok û kanton) 1’ê kanûna 2017’an li hersê herêman Bakûrê Sûriyeyê pêk hat. Welatiyan di saetên sibehê de berê xwe dan sendoqên hilbijartinan û dengê xwe bi kar anîn. Wan bi vê yekê wekî cara yekê di dîroka Sûriye û Rojhilata Navîn de gotina xwe bi awayekî azad, zelel kirin.

Rêjeya beşdariya di hilbijartinan de: 69%

HERÊMA CIZÎRÊ

Lîsteya Netewa Demokratîk: ji 2902 namzetan 2718 kursî bi dest xist

Lîsteya Hevbendiya Niştîmaniya Kurd: ji 99 namzetan 40 kursî bi dest xist

Kesên serbixwe: ji 268 namzetan 144 kursî bi dest xistin

HERÊMA FIRATÊ

Lîsteya Netewa Demokratîk: ji 954 namzetan 847 kursî bi dest xist

Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: ji 124 namzetan 40 kursî bi dest xist

Kesên serbixwe: ji 95 namzetan 67 kursî bi dest xistin

HERÊMA EFRÎNÊ

Lîsteya Netewa Demokratîk: ji 1175 namzetan 1056 kursî bi dest xist

Lîsteya Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê: ji 197 namzetan 72 kursî bi dest xist

Lîsteya Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyeyê: ji 48 namzetan 8 kursî bi dest xist

Kesên serbixwe: ji 86 namzetan 40 kursî bi dest xistin

Komseriya Bilind a Hilbijartin spasiya hemû kesên ku di xebatên hilbijartinan de ked dane, dike. Bi taybet desteyên perwerde û hîndekarî û hêzên parastinê cihê malavahiyê ne.

Em dezgehên ragihandin û çapemeniyê jî ku xebatên hilbijartinan ji destpêkê hetanî dawiyê şopandin û parve kirin, spas dikin.

Ji mafê hemû lîste û namzetên serbixwe ye ku ji niha hetanî 3 rojan encamên hilbijartinan itîraz bikin.

05.12.2017

rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً