NAVENDA NÛÇEYAN-– Piştî ku ENSK’ê bandora xwe di nava civakê de winda kir, xwe avêt bextê rêjîma Baas û destekê jê dixwaze. ENKS’ê û serbazên isitixbarata rêjîma Sûriyeyê îro li Qamişloyê bi hev re civiya.
Her ku diçe nakokiyên ENKS’ê zêde dibin. Herî dawî jî Îbrahîm Biro ji Serokatiya ENKS’ê hate dûrxistin û li şûna wî Siûd Mele hat erkdarkirin.
Di civîna navbera ENKS’ê û rêjîmê de Muhsin Tahir, Siûd Mele û Fesla Yûsif ku weke rêveberên ENKS’ê tên destnîşankirin û çend serbazên istixbarata rêjîma Baas hazir bûn.
Civîn li Çargoşeya Ewlekariyê ya li bajarê Qamişlo ku di destê hêzên rêjîma Baas’ê de ye, pêk hat.
Çavkaniyeke ji nava civîna ENKS’ê jî diyar kir ku ENKS’ê bi rêjîma Baas’ê re li hev kiriye û di bi sîwaneya wê de li Çargoşeya Ewlekariyê li pişt Dêra Mar Yaqûb civîna xwe pêk tîne.
11.12.2017
Rojev24