NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor rapora ji bo YE hatiye amadekirin, hatiye diyarkirin ku bazara çekan ji bo DAIŞ’ê hatiye şixulandin. Li gor raporê, muhîmatên ji bo DYA û Erebîstana Siûdî hatine çêkirin di nava 59 rojan de gihiştandine DAIŞ’ê. Ev yek jî di ser Tirkiye û Urdunê de hatiye kirin.
Dewleta tirk ku bertek nîşanê Amerîka ya ji YPG’ê re çekan şandiye dide, di rapora ku ji bo Yekîtiya Ewropa (YE) hatiye amadekirin de, jig elek welatên ku Tirkiye jî di navê de ye gelek çek ji DAIŞ’ê re hatiye şandin derdixe holê.
Li ser îdeaya ku li Sûriyê û Iraqê ku ji bo muxalifan çek hatine şandin ketine destê DAIŞ’ê, encamên lêkolîna rêxistina Lêkolîna Çek û Pêvçûnan (CAR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye û ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve hatiye pewirdarkirin, hat weşandin. Di raporekî ku ji aliyê CAR ve hatiye weşandin de, menşeya 40 hezar çek û cebilxaneya ku ev 3 sal in ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine bikaranîn hatine lêpirsînkirin. Ev rapor, taqtîkên berê ku ji aliyê Tirkiyê ve di bin navê komên muxalif re çekan ji komên çete yên wekî DAIŞ û El Nûsra re hatibûn şandin tîne bîra mirov.
Çekên ji muxalifan re hatine şandin ketine destê DAIŞ’ê
Li gor raporê, çekên ku dane grubên ‘Muxalif’ ên bi hinceta li dijî Esad şer dikin re hatine şandin ketine destê çeteyên DAIŞ’ê. Di raporê de hatiye diyarkirin ku çeteyan van çekên Amerîka û Siûdî Erebîstan ve ji grubên muxalif re hatine şandin bi awayek îlegal bidest xistine, normal ev çek nikarin raste rast bidin van komên tê gotin.
Rotaya çekan Tirkiye û Urdun e
Di raporê de, bal tê kişandin ku ew çekên ketine destê DAIŞ’ê ji kîjan an jî di ser kîjan dewletan de gihiştiye destê DAIŞ’ê navê Tirkiyeyê jî heye. Lêkolînvan, radigihînin ku çekên ku ji aliyê Washîngton û Riyad ve hatine kirîn û li gor belgeyên fermî divê ev çekên buhaya wan bi milyaran dolarî ne di Amerîka û Erebîstanê de bimîne, qismek hiqûqa YE binpê kiriye, hin caran bi operasyonên veşartî ji komên wekî Artêşa Azad re hatine şandin. Hat îdeakirin ku di şandina çekan de rotaya (riya) ser Tirkiye û Urdunê pir hatiye bikaranîn. Hat nirxandin ku îhtîmalek mezin DAIŞ di pêvçûnên navbêra hin komên di Sûriyê de pêk hatiye de bidest xistibe. Li gor raporê, cîhatkaran cebxaneyên artêşên Sûriye û Iraqê jî talan kirine. Hat destnîşankirin ku encax dîsa “Mirov nasname û sadaqata tê guherandin, ji heremên sînorên Urdun û Tirkiyê de derbaskirin mimkune” berçav bigire, ev çek û cebilxane ji DAIŞ’ê re raste rast hatiye şandin.
Çekên ku DYA gotibû ‘dibe ku hin mutefîkên me dabin wan’ jî hene
Rapora ku ji aliyê CAR ve hatî weşandin, sala bihorî şandina gelek çekan a ji aliyê Tirkiyê ve hatibû kirin tîne bîra mirov.
Di sala 2015’an de derketibû holê ku di bin navê ‘Perwerde-bi çek bike’ de hin komên ku li Tirkiyê hatibûn perwerdekirin çewa derbasî Sûriyê bûn çekên wan ketibûn destê çeteyên El Nûsra.
Dîsa sala bihorî îdeayên di ragihandina cîhanê de derketibûn de, daxuyaniya ji aliyê DYA yê ve hatibû dayîn de, çek bê agahiya wan ji komên çeteyan re hatine şandin. Nûnerek ew dem gotibû “Em çekan nadin lê dibe ku hin mutefikên me şandibin.”
Hatibû îdeakirin ku ew “Hin mutefîk” ên behsa wan dihat kirin Tirkiye bi xwe bû.
16.12.2017
Rojev24