LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘250 DAIŞ’î yên Cerablûsê şandin Ewropayê’

‘250 DAIŞ’î yên Cerablûsê şandin Ewropayê’

NAVENDA NÛÇEYAN –Mihemed Casim El Hesen ku di nav ‘Mertala Firatê’ de bû, ku bi ser Tirkiyê ve bû û piştre radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûyî got, “250 DAIŞ’î şandin Ewropayê.”

Efserê Artêşa Azad a Sûriyê Mihemed Casim El Hesen ku di nav tevgera ‘Mertala Firatê’ de cih digirt, ku ev ‘Mertala Firatê’ bi ser Tirkiyê ve bû û li sêgoşeya Cerablûs, Ezaz û Babê tevdigeriya, tevlî nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû.

El Hesen ê ku tevlî nav refên QSD’ê bûyî agahiyên girîng dane Ajansa Mezopotamyayê (MA).

El Hesen diyar kir têkiliya Tirkiyê ya bi komên Îslamî re, ku DAÎŞ û El Nûsra serkêşiya wan dikin pir kûr e.

 

Li gorî nûçeyan MA’yê:

 

‘EZ POLÎSÊ REJÎMA BAASÊ BÛM TEVLI ARTÊŞA AZAD BÛM’

 

Mihemed Casim El Hesen (33) destnîşan kir ku ew ji Dêra Zorê ye û berê di nav hêzên rejîmê de wekî serbazê “Neqîb” (Amîr) polîsan xebat kiriye û da zanîn ku di sala 2012’an de ji rejîmê veqetiyaye û tev li Artêşa Azad bûye û wiha axivî: “Ez li Dêra Zorê di nava Artêşa Azad de mam, heta ku El Nusra û DAIŞ hatin wir dagir kirin. Bi têkiliya Tirkiyeyê re ez derbasî Hatayê bûm. Ez heta demekê di navbêra Hatay û Karkamiş de diçûm û dihatim, pişt re derbasî Cerablûsê bûm. Heta demek tu rutbeyek nedane min, tenê min têkiliya di navbera endamên eşîrên Dêra Zorê hatine û berpirsiyarên Mertalê Firatê de saz dikir.”

 

‘TİRKIYEYÊ SOZ DA LÊ BI CIH NEANÎ’

 

El Hesen der barê wê kîjan hêz tev li operasyonên Reqqa û Dêra Zorê bibin jî agahî parve kirin û destnîşan kir ku dema ew nîqaş dihatin kirin, Tirkiyeyê têkilî bi eşîrên Dêra Zorê yên wekî Egîdat, El Bûcamil, Gilayîn, El Bû Şelhûm re danîne û ji bo tev li hêzên Mertalê Firatê bibin, bi wan re hevkarî kiriye. El Hesen, anî ziman ku Tirkiye ji bo endamên eşîran tev li Mertalê Firatê bibin soz daye ku ew wê tev li operasyona Reqqa û Dêra Zorê bibin û ev tişt gotin: “Tirkiye, ji van eşîran re got ku ‘Vaye em danûstandinên dîplomasiyê dikin ku em jî tev li operasyonên Reqqa û Dêra Zorê bibin, jixwe ji sedî 90’î em ê beşdar bibin. Piştî em van herêman bigirin, em ê pir mezin bibin û hûn ê jî para xwe jê bigirin.’ Lê dema ev soza Tirkiyeyê bi cih nehat, di nava van eşîran de bertek zêde bûn û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Lê tiştekî zêde jî ji destê wan nedihat. Tirkiyeyê her tim li dijî QSD’ê propagandaya reşkirinê dikir. Digotin ‘ew hêz hemû Kurd in ji Ereban aciz in, perçebûnê dixwazin’. Heman reşkirin di çapemeniyên rejîma Sûriyeyê de jî dihat kirin. ”

 

‘HEMÛ KOM JI HEV ACIZ IN’

 

El Hesen, anî ziman ku piştî Tirkiye herêmên Ezaz û Cerablûsê dagir kir, di nava komên Mertalê Firatê de ji ber qontrolkirina herêman û desthiladariya rêveberiyê, nakokî derketine û wiha pê de çû: “Mertalên Firatê wekî bingeh ji Artêşa Azad pêk tê û di nava Artêşa Azad de jî gelek tabûr û tugay hene. Ev tabûr heta astekê serbixwe ne. Hinek ji van koman em dikarin wiha bidin naskirin;

 

1- Tûgaya El Şimal; di nava vê komê de kesên ji Dêra Zorê jî hene û ew niha gelek ji van komên din aciz in. Ji ber ku ew komên din bi hinceta ne ji wê heremê ne, wan qebûl nakin. Ev kes jî ji ber vê rewşê dixwazin vegerin Dêra Zorê û di heremên bin qontrola QSD’ê de bin û bi QSD’ê re bixebitin.

 

2- Mertala Rojhilat (Diriê El Şerqiye); ev kom jî her çi qas rola hêzên taybet ên rojhilat li wan kirine jî piraniya wan kesên betal in û berê bi sûcên cur bi cur dihatin tawanbarkirin.

 

3- Firqet El Hemzat (El Hemze); endamên vê komê piranî ji Helebê û derdora wê ne.

 

3- El Cebhet El Şamiye; ev kom gelek tabûr bi hev re hevpeyman çêkirin û ev kom ava kirin. Niha Dergeha El Selam di destê vê komê de ye. Di demên dawî de Ehrar El Şam jî tev li El Cebhet El Şamiyê bû. Jixwe bi avabûna vê komê re, di navbêra gelek koman de nakokî derketin û gihîşt wê astê ku li dijî hev şer bikin. Bi taybetî Cebhet El Şamiye û Sûltan Murad êrîşê hev kirin û komên li wir bûne du perçe. Aliyek ji Cebhet El Şamiye pêk tê û aliyê din jî ji Sûltan Mûrad, El Hemzat û Ehrar El Şerqiye pêk tê.

 

Cebhet El Şamiye li Ezazê niha bi cih bûye, El Hemza li Babê, Sûltan Mûrad jî li Cerablûs û El Raî, hin komên piçûk ên din jî li van herêman bi cih kirin. Li gel vê yekê nakokî, şer û pêvçûn di navbera van koman de bi dawî nebûye û hêj jî berdewam dike.”

 

‘DI NAVBERA MINBIC Û CERABLÛSÊ DE BAREGEHA LEŞKERÎ’

 

El Hesen, da zanîn ku li ser sînorê Efrîn û Minbicê bendên kontrolê danîne û ev tişt anî ziman: “Baregeheke leşkerên Tirk 100 metre nêzî Ava Sacûrê ye û ev av di navbêra Minbic û Cerablûsê de ye. Ev baregeh pir zêde tê parastin û dîwarên wê pir bilind in. Lê tê gotin ku derdora 200 leşker hatine bicihkirin. Qasî ku tê gotin piranî civînên fermandarên komên çekdar li vir pêk tên. Benda kontrolê ya herî mezin a Mertalê Firatê li ser sînorê Minbicê ye, navê On (10) lê hatiye kirin û ev bend ji gelek koman pêk tê. Yê van koman bi rê ve dibe Tugaya El Şimal e. Ji aliyê Efrînê ve jî li ser xeta eniya sînoran û girêdayî Ehrar El Şamê ye.”

 

‘DEMA TIRKIYE KET CERABLÛSÊ 250 DAIŞ’Î DERBASÎ TİRKIYEYÊ BÛN’

 

El Hesen, eşkere kir ku Cerablûs di 3 saetan de teslîmê Tirkiyeyê kirine û ev agahî da: “Ez bixwe yek bi yek ne di navê de bûm. Lê dema Tirkiyeyê amadekariya ketina Cerablûsê dikir, danûstandinê wan bi DAIŞ’ê re hebûn. Ji ber ku dema em li Karkamişê bûn, çûn û hatina wan çêdibû lê min ew nas nedikirin. Ji bo ketina Cerablûsê agahiya Rûsya û rejîmê jî jê hebû. Heta şandeyek ji hêza leşkerî ya Rûsya û Rejîma Baas pêk dihat, li Karkamişê hevdîtinek jî bi rayedarên Artêşa Tirk re pêk anîn. Dema leşkerên Tirk ketin Cerablûsê 250 çeteyên DAIŞ’ê yên hatibûn hilbijartin bi gelek seyarên transît û otobûsên nivî, sîrena ambulansan danîbûn ser wan ji Deriyê Sînor ê Karkamişê re derbasî bajarê Kilisê û Dîlokê kirin. Ji wan seyareyan yek di berpirsyariya min de bû. Me bi 6 seyaran ew birin Kilîsê û ev vegeriyan Karkamişê. Pişt re em hîn bûn ku ew endamên DAIŞ’ê derbasî welatên Ewropayê kirine. Ez bawerim gelek endamên din ên DAIŞ’ê bi malbatên xwe re derbasî Bab, Hema û Reqqayê bûn.”

 

El Hesen, di wê pêvajoyê de bûyereke ku qewimî jî wiha vegot: “Dema leşkerên Tirk ketin Cerablûsê ez bawerim li gundekî bi bajêr ve bû, komek çete li hemberî leşkeran çek şixûlandibû û 3 leşker birîndar bûn. An şaşitî çêbibû an jî bi zanebûn komek li wir hiştibûn ku ji bo bidin nîşandan vaye pêvçûn derketiye. Ji ber ku ji bilî wir li tu derî ne pêvçûn derketibû û ne jî endamên DAIŞ’ê li holê hebûn.”

 

‘GILIYÊ DER BARÊ MERTALÊ FIRATÊ DE ZÊDE BÛN’

 

El Hesen derbirî ku piştî dagirkirina Ezaz û Cerablûsê, komên Mertalê Firatê dest bi talan, girtin û îşkenceyê kirine. El Hesen da zanîn ku ji ber van zextan gilî û gazincê welatiyan li dijî rayedarên Tirkiyeyê zêde bûne. El Hesen anî ziman ku gel gazinên wekî ‘Tiştê wisa tîni serê me ji kiryarên DAIŞ’ê xirabtir in, qaşo piraniya wan me nas jî dikin’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya herî balkêş dema niştecihên heremê giliyê endamên DAIŞ’ê dikirin, li şûna wan endamên DAIŞ’ê, yê wan gilî dikirin dihatin girtin. Pişt re jî bi berdêla pereyan serbest dihatin berdan. Gelê heremê ji bilî hin endamên Ehrar El Şam ên niştecihên heremê ne, wan komên din yek ji wan jî qebûl nakin û ji wan pir aciz in. Li gorî ku ez dizanim, ji ber rayedarên dewleta Tirk jî ji van pêkanînan re dengê xwe dernedixistin û pêkanînên li dibistanan li gor mufredata Tirkî dihat sererastkirin.”

 

El Hesen anî ziman ku dewleta Tirk demografiya herêmê jî diguherîne, malbatên ji Ozbekistan û Tirkmenistanê anîne li herêmê bi cih kirine û ji ber vê welatiyên Ereb û Kurd li dijî komên Mertalê Firatê nerazîbûn dane nîşan.

 

‘LI RIHA Û DÎLOKÊ WAN PERWERDE DIKIN’

 

El Hesen, bal kişand ser penaberên li wargehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û diyar kir ku kesên di van wargehan de, yên ji Cerablûs, Ezaz û El Raî ne, li Riha û Dîlokê perwerdehiya leşkerî didin wan û dişînin heremên Mertalên Firatê û ev agahî dan: “Ji bo perwerdeyê bibinîn û tev li komên Mertalê Firatê bibin her yek derdora 200 dolar meaş distand.”

 

‘JI HÊZÊN YPG/YPJ’Ê KÊFXWEŞ IN’

 

El Hesen, bi lêv kir ku gelê heremê çawa ji leşkerên Tirk û komên girêdayên wê aciz e, ewqas jî ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê aciz e. El Hesen, destnîşan kir ku ji ber zextên komên çete ji neçarî koçî Efrînê dikin û ev tişt gotin: “Hêzên YPG/YPJ’e û gelên li Efrînê li hemberî wan pir baş in. Her kes qala jiyan û aramiya Efrîn û Minbicê dikir. Dibêjin ku vîna her pêkhateyî di rêveberiyê de heye, derfetên debarê û hwd bi hev re (komun) ava dikin. Em dixwazin ev der jî wisa bibe. Çima dewleta Tirk û ev komên Artêşa Azad êrîşên wir dikin, em fêm nakin.”

 

El Hesen, eşkere kir ku ev komên girêdayî Tirkiyeyê naxwazin bi dewleta Tirk re êrîşî Efrînê bikin û sedema vê jî wiha vegot: “Ji ber ku ez bawerim du caran dema êrîşî Efrînê kirin rastî bersivek xurt a QSD’ê hatin û gelek kuştiyên wan çê bibûn. Li ser vê yekê endamên van komên çekdar moralê wan pir ketiye û ew naxwazin bikevin şer. Sedema vê yekê jî wan bi xwe digot ‘ew şervanên pir jêhatî ne, her tim bi tarzê gerîlatiyê şer dikin, em tu car nikarin li dijî wan şer bikin’ û ji êrîşkirinê ditirsiyan.”

 

‘BI SEDAN KES DIXWAZIN TEV LI QSD’Ê BIBIN’

 

El Hesen, çima ji Artêşa Azad veqetiya û tev li QSD’ê bûye jî vegot û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedema yekemîn, Artêşa Azad her tim qala dijberiya Rejîma Sûriyeyê dikir lê xwedî li tu sozê xwe dernediket. Dewleta Tirk jî ji me zêdetir bawerî û alîkarî dide çeteyên DAIŞ’ê û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tanî. Lê divê dîsa bê gotin ku komên Mertalê Firatê her tim bi çavekî cuda li kesên ji Dêra Zorê mêze dikir, firq û cudahî pir heye. Ya din, bi rastî jî nêzîkatiya QSD’ê ya li gel civakên heremê, piştî Minbic, Reqqa û niha jî gundewarên Dêra Zorê ket bin qontrola QSD’ê, gelekî cuda bû. Gelek heval, cîran û dostê min îqna kirin. Niha gelek kes ji Dêra Zorê ne, yên din dixwazin bi malbatên xwe re werin qadên QSD’ê. Ez bi 300 kesî re bi telefonê axivîm, min nêzîkatiya QSD’ê ya li hemberê xwe ji wan re vegot, ew jî dixwazin werin.”

20.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً