LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Almanya derheqê komeleya AKP’yî de lêpirsîn da dest pê kirin

Almanya derheqê komeleya AKP’yî de lêpirsîn da dest pê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Almanya, derheqê Komeleya Osmaniyên Almanî ku girêdayê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayî ye û ji aliyê AKP’ê ve hatiye damezrandin lêpirsîn da dest pê kirin. Di çerçoveya lêpirsînê de cih daye şemaya ku Serokê Giştî AKP’ê Tayyîp Erdogan jî heye.

 

Piştî ku dewleta tirk nehişt şandeya Almanya serdana Baregehên Leşkerî ya li İncirlikê bike, nakokiya di navbêra Almanya û Tirkiyê de her çiqas çû kurtir bû. Li ser vê yekî Almanya, derheqê Komeleya Osmaniyên Almanî ku girêdayê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayî ye û ji aliyê AKP’ê ve hatiye damezrandin lêpirsîn da dest pê kirin. Par jî ku lig elek eyaletên cuda yên Almanya bi ser vî saziya çete ve hate girtin û bi hişberiyê, bazirganiya çek, perê reş, şantaj, fihuş, di belgeyan de sixtekarî û hwd tê sûcdar kirin. Polîsên Alman, aşkere kir ku ev çeteya ku wek e Rakir tê nasîn û ew xwe wekî qluba boqsê didin naskirin têkiliyên wan ên derveyê welat tê lêkolînkirin û cara yekemîne yekîneyên têkoşîna bi terorê re mudaxilê lêpirsînê bûn.

 

Ji parlementerê AKP’ê Kuluk talîmatê girtin e

Hat ragihandin ku Serokê berê ya komeleyê Mehmet Bagci hê jî di binçav de ye û hat destnîşan kirin ku li gor qeydên guhdarkirine endamên komeleyê ji parlementerê AKP’ê yê Metîn Kuluk gelek talîmatên derveyê zagonî girtin e. Hat ragihandin ku di nava talîmatên partiyê de yên ku guhdar nekirine û rexne kirine bi daran li wan dane û vê lêdanî jî hildane vîdeoyê û ji bo çavtirsandinê hatine bikaranîn.

 

Di şemayê de Erdogan jî heye

Hat diyarkirin ku ji hêla îstîxbarata Alman ve qeydên dengê telefona Metîn Kuluk hatî guhdarkirin ji bo endamên komele karibin çekan bigirin 20 hezar Euro pere daye wan. Li gor guhdarkirin û qeydên telefonan, Serokê Giştî ya AKP’ê Tayyîp Erdogan jî di şemaya vê koma çete de heye û tê destnîşan kirin ku gelek mitîng û xwepêşandanên li Almanya hatine kirin seranser bi talîmatên Erdogan  hatiye organîzekirin.

 

Siyasetvanên Alman ên derbarê lêpirsînê de daxuyanî dan, destnîşan kirin ku derket holê ku Erdogan ji bo bigihije hedefên xwe yên siyasî yekîneyekî piştgiriyê ya paramîlîter ava kiriye û anîn ziman ku divê teqez mudaxeleyê vê koma ku li dijî civaka Almanya tehdîdek mezine bê kirin.

20.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً