LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rejîm, Fakulteya Wêjeyê zivirandiye fakulteya ‘bazirganiyê’

Rejîm, Fakulteya Wêjeyê zivirandiye fakulteya ‘bazirganiyê’

HESEKÊ – Berpirsiyarên Fakulteya Wêjeyê (Adab) a Zanîngeha Furatê ya Hesekê ku di bin qontrola Rejîma BAAS de ye, xwendekaran istixlal (dişelîne). Pirsên ezmûnan her pirsekî ezmûnan bi 50 hezar LS difiroşin xwendekaran.

Hate ragihandin ku berpirsiyarên Fakulteya Wêjeyê (Adab) a Zanîngeha Furatê ya Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ya li Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, ku di bin banê Rejîma BAAS de ye, ji ber pêkanînên li ser xwendekaran fakulteya wêjeyê zivirandine “Fakulteya Bazirganiyê”.

Serê her bersiva pirsê ezmûnan 50 hezar LS tê firotin

Hat îdeakirin ku karmend û hindekarên Fakulteya Wêjeyê ji bo xwendekar di dersan de derbas bibin, pirsên ezmûnan difiroşin xwendekaran. Hat destnîşankirin ku serê bersiva her pirsekî 50 hezar Lîreya Sûriyê tê firotin xwendekaran.

Hat diyarkirin ku ji ber vê yekê di demên dawî de gelek hindekar ji ber gendeliyê (nelirêtiyê) ku navê wan di firotina bersiva pirsên ezmûnan de derbas bûne, peywira wan hatiye sekinandin.

Hat destnîşankirin ku ev ‘nelirêtî’ li dijî xwendekarên kurd tên kirin û ev berpirsiyar ji aliyê berpirsiyarên perwerdehiya Rejîma BAAS’ê ve tên parastin û tê gotin ku hewildan tên kirin ev hindekar an jî mamoste careke din bînin ser peywirên wan.
Rejîma BAAS fakulteyên di heremên Federaliya Bakûrê Sûriyê de ne da girtin

Rejîma BAAS ku bi taybetî di hêla perwerdehiyê de li dijî kurdan ji dîrokê ve ezmûnek nebaş dida, bi hinceta di heremên Federaliya Bakûrê Sûriyê de ne 3 roj berê di 23’ê kanûna 2017’an de fakulteyên Biyolojî, Matematîk, Dixtoriya Diranan û Endizyariya Çandiniyê ya li Taxa Mişêfrê û Nasra de ne, da girtin.

26.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً