LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Arşîva DAÎŞ’iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest

Arşîva DAÎŞ’iyên di komkujiya Şengalê de cih girtin ket dest

 

NAVENDA NUÇEYA-Arşiva endamên DAÎŞ’ê yên li dijî êzîdîyên li Telafer û Şengalê komkujî pêk anîn hat bi destxistin. Di flaş dîska li Telafer de ket dest agahiyên gelek endamên DAIŞ’ê yên Êzidî qetil kirin hat ronîkirin Di flaş belekê de hat dîtin ku gelek polisên Iraqê tev li DAIŞ’ê bûne û Êzîdî înfaz kirine.

 

Lİ gore nuçeye Ajansa Mezopotamya (MA) hat weşandin Komkujiya Şengalê  ango Fermana 73’an a Şengalê yek ji mezintirîn komkujiyên hovane yên sersala 21’an e. Di vê komkujiyê de bi hezaran Êzîdiyên Şengalê hatin kuştin. Bi hezaran jin hatin revandin û li bazarên bajarê Reqa û Mûsilê hatin firotin. Li gorî welatiyên Şengalê destên pêşmergeyên PDK`ê di komkujiyê de heye, piştî ku pêşmergeyan çeperên xwe berdan û welatî bi tenê hiştin.

Di 3`ê Tebaxa 2014’an de DAIŞ`ê êrîşî herêma Şengalê kirin. Piştî êrîşê pêşmergeyên PDK`ê çeperên xwe berdan û rê li pêşiya DAIŞ`ê vekirin ku derbasî Şengalê bibin û dagîr bikin . DAIŞ’ê bi hezaran Êzîdî kuştin û nêzî 5 hezar jin û zarok revandin. Di 9’ê hezîrana 2014`an DAIŞ`ê bajarê Mûsil ê Îraqê dagîr kirin û hejmarek mezin çek û cebilxane bi dest xistin. Paşê DAIŞ’ê bi alîkariya Tirkiyê û PDK`ê êrîşî Şengalê kirin. Ji ber ku pêşmergayên PDK`ê yên li Şengalê çeperên xwe berdan herêm bê parastin ma û DAIŞ`ê Şengal dagîr kir.

 

Têkildarî êrîş û komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an a bi destê DAIŞ’ê li dijî Êzîdiyan pêk hat agahiyên nû hatin bi dest xistin. Di arşîv û flaş Belekên hatin bi dest xistin de plana komkujiyê û kesên tev li komkujiyê bûne ronî dike. Di belgeyan de hat dîtin ku gelek êrîşkarên DAIŞ’ê berê di hikûmeta Iraqê de karmendê dewletê bûn û piştre tev li DAIŞ’ê bûne. Karmendên dewletê yên li Telafer û Şengalê ku memûrê dewletê bûn bi carekê dibin endamên DAIŞ’ê. Agahî û belgeyên têkildarî DAİŞ’ê yên di arşîva Telaferê de hatin girtin ji aliyê Êzidî X.F. ve hatin bi destxistin.

 

DAIŞ’ê de di erk û peywirê girîng de cihê xwe girtine.”

 

Dîsa li gorî agahiyên arşîvê karmendên ku di nava DAIŞ’ê de cih girtine gelek ji wan karmend û polîsên dewleta Iraqê ne. Van kesan di nava DAIŞ’ê de erkên wekî “înfazkar, îaşecî, berpirsê şerîatê, berpirsiyarê aborî, zindan û dîlên êzîdî” dane ser milê xwe.

 

listeya karmendên telafer û şengal ê ku tevlı DAÎŞ ê bûne

 

Li gorî agahiyên kesê arşîv girtiye; Karmendên dewletê yên li Telafer û Şengalê navê wan ê berê û piştî tev li DAIŞ’ê bûn wiha ne:

 

* Şehlan Ahmed Sultan – Ji eşîra Mitêwtî ye û Polîsê Irakê ye. Li Dadgeha şengalê peywirdar e. Pişti tev li DAÎŞ’ê bû di nava tîmê taybet de cih girt.

* Saddam Salim Elewit – Ji mezinê eşîra Mitêwtî ye. Di nava DAÎŞ’ê de berpirsiyariya zewacên şer-î û berpirsiyariya Asayişa DAÎŞ’ê da ser xwe.

* Abdullah Subeydi-Medibanli – Emîrê Medîban ê DAÎŞ’ê ye.

* Abdulmelik Merwan Seid Qeddawî – Polîsê Iraqê ye. Di ketina Mûsilê de wekî polîsê Iraqê peywir girt.

Bi zorê bı 3 keçên êzîdî  re zewıcî

* Eyd Mişel Muhammed Ewad ê bi kodê Ebu Qefran – Ji eşîra Zibeydîyan e. Polîsê Iraqê ye. Di nava DAIŞ’ê de berpirsiyariya ewlehiya Baacê kir. Ferman da ku zarokên êzîdî yên firotin. Ferman da ku êzîdîyên şehadetê nîne bên kuştin. Bi zorê bi 3 keçên êzîdî re zewicî.

 

* Ferhan Cemil Hemdan – Ji eşîra Zibeydî ye. Berpirsê êzîdiyê li Baacê dîl hatin girtin e.

* Dexil İbrahim Ebo Çelebi – Karmendê nexweşxaneya Telaferê yê Iraqê ye. Tev li DAÎŞ’ê bû û bû leşker e.

* Riyad Elo – Li Gundê Elo yê Telaferê  mamoste bû. Tev li DAIŞ’ê bû û bû leşker.

* Kifah Beşir Habiş ê bi Leqabê Dr. Umar- Li Telaferê bijîşk e. Berpirsê yekîneya tenduristiyê ya DAIŞ’ê ye.

* Muhhamed Ebo – Li şaredariya Telaferê karmend bû. Bû leşkerê DAÎŞ’ê.

* Heytem Ferhad – Karmendê şaredariya Telaferê bû. Bû Leşkere DAÎŞ’ê.

* Casim Ereb – Karmendê şaredariya Telaferê bû. Bû leşkerê DAÎŞ’ê.

* Tehsin Muhammed Cemil – Karmendê daîreya elektirîkê yê Telaferê bû. Bû leşkerê DAIŞ’ê.

* Orhan Muhammed Denun – Karmendê daîreya elektrîkê yê Telaferê  bû. Bû leşkerê DAIŞ’ê.

* Huseyin Kurban – Karmendê şaredariya Telaferê bû. Bû leşkerê DAIŞ’ê.

* Hişam Huseyin Şêxler – Mamoste bû. Bû berpirsiyarê şerîatê yê DAIŞ’ê.

* Ayad Tahir Salih Zemo – Karmendê daîreya elektirîkê ya Telaferê bû. Bû leşkerê DAIŞ’ê.

* Ali Rada Mahmut Şêxo – Midûrê girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê yê Telaferê bû. Bû berpirsiyarê perwerdehiyê yê yê DAIŞ’ê.

* Omar Emer Mustafa – Karmendê daîreya avê ya Telaferê bû. Bû Emîrê DAÎŞ’ê.

* Salim Muhammed Seid Helwa – Hemşîr ê Nexweşxaneya Telaferê bû. Li nava DAÎŞ’ê heman kar berdewam kir.

* Heytem Qasim Behzin – Karmendê nexweşxaneya Telaferê bû. Di nava DAÎŞ’ê de bû berpirsê tendurisyê yê Telaferê.

* Mustafa Muhsin Keleş – Li Telaferê mamosteyê bû. Bû leşkerê  DAÎŞ’ê.

* Halil Evdirehim – Karmendê petrolê yê Telaferê bû. Bû leşkerê DAÎŞ’ê.

* Sami Ahmed Huseyin Xafir – Ji eşîra Ceplarê ye. Karmendê muasebeyê nexweşxaneya Telaferê bû. Di nava DAİŞ’ê de bû meleyaê mizgefta Nur Camii.

* Abdullatif İbrahim Mecid Mişko – Li Telaferê mamoste bû. Di nava DAİŞ’ê de bû berpirsiyarê perwerdehiyê yê Telaferê bû.

* Aydin Ferhat – Li Telaferê karmendê buroya dowizê bû. Li nava DAÎŞ’ê heman kar berdewam kir.

* Abdullah Muhammed El Ferhad – Karmendê Nexweşxaneya Telaferê bû. Bû leşkerê DAÎŞ’ê.

* Ebu Qabak – Karmendê febrîqeya çîmento yê Şengalê bû. Bû leşkerê DAÎŞ’ê.

* Mafik Yunus Umran – Karmendê Petrolê bû. Bû berpirsê teqemeniyê yê DAÎŞ’ê.

* Nofel Qelî – Karmendê Petrolê bû. Bû berpirsiyarê karê gazê yê DAIŞ’ê.

* Muhammed Ali Ebu Mahir Mushaf – Karmendê Nexweşxaneya Talaferê bû. Bû berpirsiyarê Nexweşxaneya Telafer ê DAIŞ’ê.

* Macit Salibi – Berpirsiyarê Giştî yê Nexweşxaneya Telaferê bû. Di nava DAÎŞ’ê de heman kar berdewam kir.

* Welid Matar – Di nexweşxaneya Telaferê de bû. Bû berpirsiyarê bijîşkên DAÎŞ’ê.

* Omar Qasim Behzin – Li Nexweşxaneya Telaferê karmend bû. Di nava DAÎŞ’ê de bû berpirsê karên îdarî.

* Mumtaz Haci – Ajokarê Nexweşxaneya  Telaferê bû. Piştî DAIŞ’ê bû berpirsiyarê nexweşxaneyê.

* Umar Mixan – Karmendê nexweşxaneya Telaferê bû. Di nava DAİŞ’ê de bû berpirsê bijîşkên Telaferê.

* Semir Yusuf Qeli – Xebatkarê Nexweşxaneya Telaferê bû. Di nava DAÎŞ’ê de jî heman kar berdewam kir.

* Abdulemir Şerif – Li nexweşxaneya Telaferê karmend bû. Bû leşkerê DAÎŞ’ê.

*Besam Muhammed – Karmendê nexweşxaneya Telaferê bû. Bû hatibê DAÎŞ’ê.

* Ekrem Abdurrahim Haci – Xebatkarê anestezî yê Nexweşxaneya Telaferê bû. Di nava DAÎŞ’ê de karê xwe berdewam kir.

* Abbas Huseyin Muhhamed Said El Ali – Berpirsê aboriya fabrîqeya çîmento ya Baduş û Şengal bû. Tev li DAÎŞ’ê bû ket rêveberiya fabrîqeyê.

* Mehdi Qasim Xido – Di navbera Bexda û Telaferê ajokar bû. Kirin berpirsê lojîstîka DAÎŞ’ê

* Ayet Yunus Umran – li Telaferê mamoste bû. Di nava DAÎŞ’ê de karê propaganda gel da ser milê xwe.

* Nezar Casim Emin Heyo – Di nava DAİŞ’ê de karê talankirina malan da ser milê xwe.

* Ahmed Muhammed Saîd Abdullah El Çawiş – Karmendê nexweşxaneya Misulê bû. Di nava DAÎŞ’ê de bû berpirsê dermanxaneyê.

Di flaş bellekê te agahiyên înfaza Koçe jî heye

 

Di flaş belekê DAÎŞ’ê de wêneyên hin kesan jî heye. der barê înfaza gundê Koço de ji agahî hene. Der barê komkujiyên Êzidîyan û kuştina operatorê kepçeyan ên ku ji bo gorên komî nîşan nede hatin kuştin jî agahî hene. Berpirsê înfazan ên DAÎŞ’î û navê hin Êzidîyên hatin kuştin jî hene.

 

Agahiyên der barê gundê Koço de:

 

“* Di 15’ê tebaxa 2014’an de saet di 10.00’an de berpirsên DAÎŞ’ê çûn li gundê Koço komkujî pêk anîn. Waliyê Misulê Ebu Leyd bi devkî fermana komkujiyê da. Ebu Leyd bû rejîkêkomê. Ebu Hamza El Saihi û Ebu Abdullah El Eferi, Nafel Mitewtê li Koço komkujî pêk anîn.

* Ebu Merye waliyê Baacê yê DAİŞ’ye. Berpirsê înfazê ye. Ebu Ednan jî berpirsê Koço ye. Ebu Ednan Êzidî gulebaran kir. Heytem Bergalî, Selah Berxalî û Ehmed Berxalî û Ebu Serhan El Mitewtê jî înfaz kar in. Navê Serhan El Mitêwtî yê rastî Erkan Ehmed Ebbas e.

* Ebu Saleh El Xatûnî û Ebû Helal ji eşîra Xatunî ne. Ebu Enes El Zibêdanî û Ebu Kerem, Ebu Eli Xatunî jî înfazkar in. Navê Ebu Xefran yê rastî Eyd Mişel Mihemed Ewad e. Ji eşîra Zibeydî ye.

* Heci Mehdî Eferi ê navê rast Ebbas Salih Ereb ji Telaferê ye. Ajokarê kepçeyê kuşt. Ji eşîra Mitêwtî ya. Polîsê Iraqê ye.

Berpirsên Telafer ê yên DAÎŞÎ

Agahiyên di flaş belekê de der barê Telaferê de derketin wiha ne:

“* Ebdil Eli El Eferi – Berpirsê teqemeniyan in.

* Haci Baqir navê wî yê rat Xalip Berxalî ye – Bi fermana wî malbatên Êzidî birin û mêrên êzîdîyan kuştin.

* Ehmed Berxalî û Salih Berxalî – Berpirsê bazara pez a Telaferê ye.

* Mamoste Mahmut – Mamosteyê Risale micemaasê bû. Berpirsê aboriya Telaferê bû. Kdê wî Ebu Alî bû.

* Emer Kemuşa ê Xalife – Berpirsê zindana Kesrel Mihrapê ye.

* İbn Em Hecî Abdullah  û Emir Qehtan berpirsên Îyadîyê ye.

* Seid Merwan – kodê wî Seid Qedawî ye. Emîrê DAİŞ’ê yê Şengalê ye.

* Sihep Ayat Abdulmecit – Berpirsê çapemeniya DAÎŞ’ê ye. Bi du keçên êzidî re zewicî.

* Hesen Medella Hesen – Ji eşîra Mitêwtê ye. Polîsê Iraqê yê Telqesapê ye. Bû leşkerê DAİŞ’ê.

* Adil Mehmut Salih İzo – Kadê wî Ebu Qazi ye. Melayê mizgeftê ye. Ji gundê Piskê ye.

* Seyfullah Şişani – Berpirsê perwerdehiyê yê DAİŞ’ê ye.

Kesê Êzidi înfaz kirin Naif Hesen Salih (Ji eşîra Mitêwtê ye. Navê êzîdîyên hatin kuştin wiha ne: Zehra Qasim Xemê, Korê Mehmûd Elî, Korê Qasim Elyas, Xunaf Qasim Elyas, Gulê Emer Davûd, Bahar Xelef Silêman, Hezara Mirad Memoko, Hezar Mirad Eydo.

27.12.207

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً