LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Tu pirsgirêkên me bi gelên li Tirkiyê re tuneye, pirsgirêk pirsgirêka serdestên li Tirkiyeyê ne’

‘Tu pirsgirêkên me bi gelên li Tirkiyê re tuneye, pirsgirêk pirsgirêka serdestên li Tirkiyeyê ne’

QAMIŞLO – Berdevkê YPG’ê Nurî Mehmud, diyar kir ku berovajiyê hemû cîhanê polîtîkaya fermî ya Tirkiyeyê wan wekî “teror” dibîne û wiha axivî: “Tu pirsgirêkên me bi gelên li Tirkiyeyê re tuneye, me bi wan re şoreş pêk anî. Pirsgirêk pirsgirêka serdestên li Tirkiyeyê ne.”

 

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berxwedana Kobanê re di dîroka mirovahiyê de rûpeleke nû vekirin. DAIŞ’a ku artêşên Iraq û Sûriyeyê tirsandibû, li berxwedana YPG’ê aliqîn û têk çûn. Ev hêza gelan îro li Rojhilata Navîn di warê leşkerî de di pozîsyona serkeftinê de ye. Bi sedan şervanên enternasyonalîst berê xwe dan Rojava, roja ku YPG hatiye avakirin heta niha di nav de cihê xwe digirin, bi hêza cewherî li dijî hemû êrîşan têkoşînê didin. Ev hêza şoreşê ya ji gelan pêk tê, îro dewleta tirk dixwaze wekî “teror” bide reşkirin.

Berdevkê YPG’ê Nurî Mehmud der barê polîtîkaya Tirkiyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û nêzikatiyên Tirkiyeyê, têkiliyên bi hêzên koalîsyon, DYA û Rûsyayê re ji me re parve kir.

YPG li ser kîjan pêwîstî, li ser çi esasî, çawa mezin bû, hêza wê ya nû çî ye?

Di bin navê “Bihara Ereban” de çiqasî bixwazin karakterekî nijadperestî lê bar bikin jî pêwîstiyên azadiyê yên gelên li Rojhilata Navîn raperîn anîn. Ji derveyê baweriyên gelan ên li van welatan, daxwazên azadiyê jî hebûn. Ji van yek jî axa Sûriyeyê bû.

 

Bi taybetî li Bakurê Sûriyeyê yanî li Rojava gelên dildarên azadiyê hebûn. Bi raperînên li Sûriyeyê re otorîteya dewletê hilweşiya, pêwîstî bi parastina gelan hebû. Me jî di destpêkê de li taxan, li kuçeyan dest bi parastina gelê xwe kir. Gelên li Rojava bê nasname hiştibûn, nikaribûn zarokên xwe jî li ser xwe qeyd bikin. Ev beşa herî zêde ya dildarê azadiyê bûn. Vê yekê jî pêşî li rêxistinbûnê vekir. Ji ber van sedeman me li kuçeyan dest bi berxwedanê kir, saziyên demokratîk û malên gel, yekîneyên parastina kuçeyan û avakirina komînan derketin pêş. Bêguman armanceke me ew e em Sûriyeyê bikin welatekî azad û demokratîk. Li kuçeyan nîqaşên demokratîkbûna Sûriyeyê dest pê kir. Vê jî hişt ku bajar ji rejîmê bên rizgarkirin. Ji bo parastina van bajaran, pêwîstî bi parastinê hebû. Yekînêyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser vê esasî ava bûn.

Di 19’ê Tîrmehê de bajarê Kobanê ji rejîmê hat standin. Rejîn ji Efrîn, Cizîr û bajarên din hat derxistin. Ji bo pêwîstiyên gel me girîngî da ser parastinê. Me hêzên xwe li ser sînorê bajaran bi cih kir. Civakê li kuçeyan komun ava kirn û 3 kanton îlan bûn. Me jî di çarçoveya biryara siyasî ya van kantonan de, peywira parastinê girt ser milê xwe.

 

Piştî bajarên wekî Girê Spî, Çiyayê Kizwanê, Minbic, Şedadê, Hol, Eyn Îsa, Reqqa azad bûn û mozaîka gelan derket holê. Bi vê re girîngiya YPG’ê derket holê û her ku çû parastin berfireh bû.

 

Ji bo parastina Bakurê Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ava bû. Me jî bi şerê li dijî rejîm, DAIŞ, Nusra û Ehrarê re tecrûbeyek bi dest xistibû, di nava vê hêzê de cih girt. Pêwîstiyên civakê bi hêza parastinê hebû, hêza parastinê li kuçeyan dest pê kir û li Bakurê Sûriyeyê belav bû. Hêzên li Sûriyeyê wekî hêzên rewa ên civakê derketin holê, bi giştî li pey şopa desthilatdariyê çûn, bûn sedema rûxandina bajaran, koçberbûna bi milyonan kesî û mirina sed hezaran kesî. Li herêma me mirovan ji bo pergala demokratîk xebat meşand. Artêşa Sûriyeya Azad (OSO), li dijî artêşa ku şer dikir, dixwest bikeve cihê wê. Li kuçeyan gel çi nîqaş dike û biryara rêvebirinê kê digire, me xwe bi cih dikir. Armance me ya sereke jî ew bû em xwe li gorî demokrasî û azadiya gelan xwe bi pêş bixin.

 

QSD hat avakirin çima hêj YPG heye? YPG, wekî hêza kurdan di bin sîwana QSD’ê de cih digire?

 

Di nava QSD’ê de ne tenê em, meclisên leşkerî yên Minbic, Reqqa û Dêra Zorê jî hene, hêzên gelên din jî hene, Ceyş El Suwar û hêj gelek hêzên din ên leşkerî jî hene. QSD hêj nebûye artêş. Hêza parastina civakê ye û ev bi ser xist. Ji bo civak bi pêş bikeve, pergala xwe ya demokratîk ava bike, derket pêş. Her hêza ku dixwaze parastina herêmê bike, pêşî li pêşketina civakê veke dikare di nava QSD’ê de cih bigire. Di pêvajoya şoreşê de mezinkirna vê hêzê û her hêz têde cih bigire, gelekî girîng e.

 

YPG jî di nava vê hêzê de peywira xwe bi cih tîne. Artêşa rejîmê hewldaneke wê ya ji bo civakê bixebite tune. Qasî ku Esad diparêze, civakê naparêze. Ji ber wê QSD hêzeke alternatîf e. Ji ber ku hêj nebûye artêş, her hêz bi rengê xwe di nav de cih digire. Heta pêvajoya şoreşê bi ser keve, biryarên siyasî yên civakê derkeve pêş dê YPG vê rola xwe ya pêşengiyê berdewam bike, dê hemû derfetan saz bike. Piştî pêvajoya şoreşê temam bû, civakê modeleke nû pêşniyar kir, dê YPG jî li gorî biryara civakê xwe nû bike. Heta wê demê hebûna hemû hêzên di nava QSD’ê de girîng û bi nirx e.

 

Di destê rejîmê de tang, balafir û çekên giran hebûn jî Reqqa ji DAIŞ’ê re hişt. DAIŞ ji wir re li Mûsil û dewletên li Rojhilata Navîn belav bû û li bajarên Ewropayê êrîşên terorî pêk anî. DAIŞ’ê xwe ji hêlekê ve gihand Şam û ji hêlekê ve jî ginand Bexdayê, cara ewil li Kobanê bi berxwedana civakî aliqî. Hemû artêşên herêmê li dijî DAIŞ’ê têk çûn, YPG’ê bi şerê xwe danî holê ku DAIŞ dikare bê şikandin. QSD’ê jî bi rizgarkirina Reqqayê re danî dawiya DAIŞ’ê anî.

 

Çend hêz diyar dikin ku bingeha destkeftiyên we bi desteka DYA, Rûsya û koalîsyonê re heye. Eslê vê çi ye? Heke ku ev hêz tune bin jî hêza we ya parastina xwe tune ye? Hûn pêdiviyê çiqas bi van hêzan dibînin? 

 

Van hêzan, di berxwedana kolan û bajaran de piştgiriyê nedan me. Em û civakê bi hev re me li ber xwe da û têkoşîn kir. Desteka wan ewil qonaxên dawî yên berxwedana Kobanê hat dayîn. Li Kobanê piştî talûkeya DAIŞ’ê hat ferqkirin, berxwedanek dîrokî hat nîşandan şûn ve bala hemû gelên cîhanê kişand û van hêzan destekê da.

 

Hêzên serdest ên li dijî demokrasiya herêmê, dixwestin hêzê nanvnetewî yê di çarçoveya berjwendiyên xwe de bicih bikirina. Heke ku artêşên serdestên heremê li hev kom bûbûna, li Kobanê û li Girê Miştenûr bihatana bicihkirin jî dê li dijî DAIŞ’ê têk biçûna. Gelê Kobanê, hêzê YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê têkoşîna rûmet û mirovahî da nîşandan. Ji mirovahiya cîhanê yê vê berxwedanê dît gelek welatî bûn hevkarê vê berxwedanê. Hêzên navnetewî dîtin ku hemû mirovahiya cîhanê xwedî li vê berxwedanê derdikeve, heqîqet li gel van hêzan cih digire û fêm kirin ku dereng mane.

 

Heke ku van hêzan ewil vê heqîqetê bidîtana, li gorî wê tevger bikirina belkî jî şerê Sûriyê ewqas hilweşînker û giran nebûya. Li Kobanê YPG/YPJ û yên li bajar dijiyan bi çekên ferdî li dijî çekên giran ên ji Reqayê anîn li ber xwe dan. Hêza teknîkî ya di destê DAIŞ’ê de bi desteka DYA û koalîsyonê vala hat derketin. Ji bo vê civakê bû vegerek dîrokî.

 

Rabûna ser piya ya gelê cîhanê ya ji bo Kobanê van hêzan anî nokteya destekê. Mesele ne meseleya bêyî ku ev hêz tune bin em dikarin xwe biparêzin neparêzin nîne. Pirsgirêk hevparbûna hêzan û bi hev peywîra parastina civakê ye. Ya girîng ew e ku xizmeta civakê bê dîtin. Li gel vê hêzên me jî êdî hêzên profesyonel in. Hêzên me hêzên li qadên hem parastina hundirîn û hem jî parastina derve tên perwerdekirin. Hêzên me hêzên hin bêtir dikare taktik û stratejiya leşkerî li pêş bixe ye. Hêzên me hêza heta roja îro li dijî hemû êrîşên terorî û êrîşên ji her alî hatin dikare bisekine. Heta roja me ya îro me gelek hevalên xwe yên fedaî şehîd dan. Lê em li hember tu êrîşan têk neçûn û her tim em serkeftî bûn. Em hêzek ku êdî dikarin civaka xwe biparêzin. Lê em girîngiyê didin têkiliya bi hêzên navnetewî re jî. Em xwedî hêzek dikarin li dijî terora navnetewî xwe biparêz in. Em dixwazin van hêzên dibin mijara gotinê hin bêtir têkiliyê xwe li pêş bixin. Em amade ne li dijî terorîzma cîhanê jî şer bikin. Ji bo bingeha hiqûqî ya vê têkiliyê çê bibe, divê hevkariya QSD, hêzên navnetewî, YPG û YPJ’ê mezin bibe.

 

Li derveyî vê jî gotina “Em xwe bi xwe diparêz in” em difikirin ku sloganek klasîk e. Civak hemû yek in. Ji bo berjwendiyên mirovahiyê dema sazî hevkar bibin wê demê em dikarin behsa serkeftinê bikin.

 

Divê hiqûqa navnetewî QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê nas bike û têkiliyê li pêş bixe. Çawa di berxwedana me ya mirovahiyê de li gel me cih girtin, em jî ji bo mirovahiya cîhanê li ku dibe bila bibe li dijî terorê dikarin şer bikin.

 

Li ser tevahiya sînorê Tirkiyeyê YPG hatiye bicihkirin. Dewleta tirk we wek gef dihesibîne li herêma Şehbayê navbera Ezaz û Cerablûs sitend heta Babê pêş ve çû. Niha jî ket axa rojavayê Efrînê Idlibê. Hem li ser xeta sînor û hem jî li her du herêman her tim hêzên we tacîz dikin. Bi rastî jî hûn li ser sînor hêzek gef û guran dixwin? Nexwe ev paranoyaya hikumeta AKP’ê dixwaze biafirîne? 

 

Dema em li rastiyê binêrin, ji roja îlankirina YPG’ê heta niha ji Rojava tû êrîşek me li dijî Tirkiyeyê çênebûye. Berovajiyê vê yekê DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam her tim li ser sînorê Tirkiyeyê êrîşî me kiriye. Dîsa me sînor parast û çûyîna terorîstan a Tirkiyeyê asteng kir. DAIŞ’a li sînorê Tirkiyeyê bi sedan kîlo metro me wan dafda aliyê din. Li gel vê yekê gelên Tirkiyeyê bi mehan liser xeta sînor piştgiriyek mezin ji bo Şoreşa Rojava temîn kir û bûn hevkarên berxwedana Kobanê. Pişgiriya moral, tenduristî dan me. Şorşeger hatin xwîna bi xwîna me re kirin yek. Heta dawiyê li gel me man. Ji bo demorkasiya li vir li Tirkiyeyê li pêş bikeve bûn hêvî. Me bi gelên Tirkiyeyê re tu deme pirsgirekek ne jiyî. Me bi wan re li vir şoreşê ava kir. Pirsgirêk pirsgirêka serdestiyên Tirkiyeyê ye.

 

Em hêza ku li kolan û taxan nîqaş dikin û gelên pergala xwe dihûnînin e. Ev pergalek demokratîk e. Li herêmê cara ewil li heman kolanê xirîstiyan, misilman, êzidî û hemû bîr û bawerî bi hev re dest bi jiyankirinê kirin. Li vir nasname, bawerî, çand û netew tên parastin. Serdestên Tirkiyeyê ji pêşketina demokrasiya bi vî teşeyî tirsiyan. Ji ber vî awayî artêşawan û komên ku perwerde kirin û piştgiriyê dan wan her tim êrîşî me kirin. Niha jî em ji bo diyalog li pêş bikeve û demokrasiyê amade ne. Ji ber vî sedemî tu demê dijminahiya me li dijî Tirkiyeyê çênebûye. Ji ber cîranên me ne em dixwazin têkiliya xwe li pêş bixin. Em dixwazin civaka me bazirganiya xwe bike û herkes jê feyde bibîne.

 

Serdestên Tirkiyeyê hêzên xwe leşkerî ji bo berjwendiyên xwe bikar tîne. Êrîşî destekftiyên demokrasiyê dikin û dixwazin pêşketina vê asteng bikin. Êrîşên li dijî Efrînê jî bi temamî di vê çarçoveyê de ne. Tu gefên me li dijî Tirkiyeyê tune ne û ji bo parastina wê jî em xwedî rolek girîng in. Çunkî em dikarin sînorên xwe biparêzin û hemû cûre êrîşên terorî asteng dikin. Yek êrîşek jî ji sînorên me pêk nehatiye. Tenê li dijî êrîşên hatin kirin tenê me parastina xwe pêk anî.

 

Pirsgirêk ne di navbera gelên Tirkiyeyê û gelên Bakurê Sûriyeyê de tune ye. Pirsgirêk pirsgirêka serdestên Tirkiyeyê ya ji pêşketina demokrasiyê ditirsin e. Di vê çarçoveyê de wek hêza şoreşê ya li Sûriyeyê OSO ku derketiye jî bikar tîne. Kirin ku dev ji Hama, Humus, Halepê berdin û li dijî Efrînê bikar tînin.

 

Di desthilatdariya rejîma Baas de hilweşandina Sûriyê pêk hat. Dê bi rejîmê re dewam bike? Têkiliya we çi ye? Dê Esad çawa bibe? QSD û YPG, ji bo Artêşa Sûriyê dê di kîjan nokteyê de be? 

 

Axa Sûriyê xwedî axek bi dîrok û gelek çanda re malovaniyê kiriye. Cihê ku civakan jiyanê li hûnandiye. Axek ku hemû alî dikarin jiyanê lê bihûnînin. Xwedî çand û vê çareseriyê ye. Rejîma Esad heke ku tiştên kevn ferz bike êdî ev bê derfet e. Dê ev belav bibe û parçe bibe. Heke ku xwe di çarçove û armanca şoreşê de bicih bike dê ev çareseriyê bîne.

27.12.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً