NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberên Federasyona Bakûrê Sûriyê ku ji bo beşdariya Kongreya Diyaloga Neteweyiya Sûriyê ya dê li Sotçî pêk were bibe amadekariyê dike, li gor agahiyên ji qadê tên, desthiladariya AKP’ê teklîfek nû pêşkeşê Rûsyayê kir.
Ligel hemû hewildan û îtîrazên desthiladariya AKP’ê, amadekariyên rêveberiya Federasyona Bakûrê Sûriyê ya ji bo tevlî Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyê ku dê di 29’ê çileya 2018’an de li bajarê Soçî ya Rûsyayê pêk were, berdewam dike. Li gor agahiyan, nûnerên federasyonê şandeya dê beşdarê kongreyê bibe diyar kiriye.
Ji Rûsyayê re teklîfa HTŞ
Bi nêzîkbûna civîna Soçî re desthiladariya AKP’ê jî ketiye nava tevgeriyê. Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê hatî girtin, desthiladariya AKP’ê ji bo hesaba xwe ya Soçî bide qebûlkirin û ji bo kurdên di bin siya xwe de tevlî kongreyê bike bi hêza kordînat Rûsyayê re ketiye bazariyê. Di destê desthiladara AKP’ê tenê qarta Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ku pêşengtiya wan El Nûsra di herêma Guta ya rojhilatê Şamê dikeve maye. AKP bi vê qartî teklîfek nû pêşkeşê Rûsyayê kiriye. Desthiladariya AKP’ê, ya HTŞ’yiyên ku di Gutayê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin “bê ku li berxwe bidin vekişînin” teklîf kir. Desthiladariya AKP’ê difikire ku weke berê çewa komên Artêşa Azad a Sûriyê (ASA) û HTŞ’ê yên di Helebê de vekişandibû Idlibê li Guta jî heman tiştî bike.
Helwesta Rûsya
Rêveberiya Rûsya jî, hebûna rejîmê ya di Socî de bide qebûl kirin, yên qebûl nekin jî dixwaze wan tasfiye bike. Rayedarên Rûs, vê helwesta xwe bi daxuyaniya “Hêzên ku dixwazin ya rejîma Sûriyê-Esad ji Soçî dûr bixe cihê wan li Soçî tune ye” aşkere kir. Ev daxuyanî di heman demî de peyamek bû ji desthiladariya AKP’ê û komên girêdayên wî bû. Li ser daxuyaniya Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan a “Esad terorîstek ku terora dewletê meşandiye ye”, lê Moskova bersiva “Tu bingehek yasayî ya vê cure nirxandinan tune ye, daxuyaniyên wiha bê binî ne”. Ev bersiv ji pêşketinan ne cuda ne. Ev helwest di heman demî de ev yek hişyariya rêveberiya Rûs ji desthiladariya AKP’ê re bû.
Hesabên ENKS’ê
Bi van pêşketinan ve girêdayî desthiladariya AKP’ê ji bo bişîne Soçî ya Encumena Niştimaniya Kurt a Sûriyê (ENKS) li Rojava xebatên rêxistinkirinê dide meşandin. AKP li ser plana “Kurd bila beşdar bibin lê bila PYD/YPG) beşdar nebin” dixwaze li ser xebatên ENKS’ê lêhûrbûnê dike, bi riya ENKS’ê bi ciwanan re civînan lidar dixe, pêvçûnên navxweyî radizîne ser maseyê. Partiya Yekitî û PDKS, dîsa komên di nava Artêşa Azad ku ketine nava şerê desthiladariyê, tu bandoriya ENKS’ê nemaye. Ji bo vê jî ENKS bi taybetî li Qamişlo di heremên Rejîmê de civînan çêdike û dixwaze peyama “Hêza meşrû ya kurdan ez im” bide. Lê ENKS ji ber nakokî hesabên navxweyî serdema xwe ya herî lawaz dijî.
Partiyek nû
Li Almanya di 1’ê cotmeha 2017’an de bi pêşengtiya malbata Barzanî bi 155 endaman Partiya Karker û Rewşenbîrên Kurd ên Sûriyê hat avakirin, bi daxuyaniyên tund ên li dijî hêzên Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê dixwaze balê bikşîne ser xwe. Ev partiya ku dixwaze navendekî xwe li Qamişlo jî veke, piraniya endamên vê partiyî endamên berê yên li Ewropa ku girêdayên Partiya Yekitî ya di nava ENKS’ê de serokatiya wî Îbrahîm Biro dikir, pêk tên. Ev partiya ku nêzî 60 endamên wî eslê xwe ji Amûdê, Dêrik, Serêkaniyê û Efrînê jî hene serokatiya giştî ya partiyê Nîhat Berazî dike. Balkêş e ku zimanê daxuyaniya wan a derbarê Federasyona Bakûrê Sûriyê de pir dişibe zimanê ENKS’ê.
30.12.2017
Rojev24