NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî xizanî û polîtîkayên zordar ên rejîmê dest pê kirin, 6 roj li pey xwe hiştin.
Çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berfireh û zêde dibin. Duh bi şev li Tehran, Îsfahan û bajarên Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî li gorî hejmarên fermî, ji roja destpêkê ya çalakiyan û vir ve 22 kes mirin.
Li bajarê Hûmeynîşehr ê Îsfahanê duh bi şev çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Hat ragihandin ku di van çalakiyan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane ku yek jê zarok e.
Pasdarek mir
Li bajarê Necefabad ê Îsfahanê jî, li dijî bendeke ewlekariyê çalakî hate kirin û pasdarek (leşkerê Îranê) mir, 3 polîsj î birîndar bûn. Tê gotin, çalakî ji aliyê jinekê ve bi tivinga nêçirê hatiye kirin. Li bajarê Kehderîcan ê Îsfahanê jî di çalakiyan de bendeke polîsan hate şewitandin.
Heta niha 22 kes mirine
Televîzyona dewletê ya Îranê jî ragihand ku di çalakiyên duh bi şev de 9 kes hatine kuştin. Li gorî vê yekê, ji roja destpêkê ya çalakiyan ve 22 kes mirine.
Bi hezaran kes hatin binçavkirin
Tê gotin, hejmara mirovên ji ber tevlîbûna çalakiyan hatine binçavkirin, bi hezaran e. Lê belê di vê der barê de agahiyeke zelal nîne. Alîkarê Waliyê Tehranê Alî Aşgar Nasserbaht ji medya Îranê re axivî û got, hejmara mirovên di nava sê rojên dawî de li Tehranê hatin binçavkirin bûye 450 kes.
Li Rojhilatê Kurdistanê bi rengekî bê navber çalakî tên lidarxistin
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku ji roja destpêkê ve gel li ser piyan e, duh bi şev jî çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Li wîlayetên Sine, Kirmaşan û bajarê Dehloran ê ser bi Îlamê çalakî pêk hatin. Ji ber êrîşa hêzênr ejîmê şer li vir derket.
Li sineyê 75 kes birîndar bûn
Tê gotin, li Sineyê di şer de du kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê Waliyê Sineyê diyar kir ku ev îdîa ne rast e. Li Sineyê di çalakiyan de 75 kes birîndar bûn.
Kirmaşan her li ser piyan e
Li Kirmaşanê jî çalakger ji bo kontrolkirina navenda polîsan ketin nava liv û tevgerê û şerê li vir dest pê kir heta nîvê şevê dewam kir. Wekî din, li bajarê Erebîlê jî ku gelê Azerî lê dijî, çalakî hebûn.
02.01.2018
Rojev24