LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / Di heftiyekê de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê

Di heftiyekê de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Di berdewamiya êrîşên dewleta Tirkiyê ya li ser Bakurê Sûriyê û daxwaza wê ya derbasbûa Herêma Efrînê, di nav heftiyekê de 5 êrîş li ser wê heremê birine, û ji aliyekî din ve jî êrîşên xwe li aliyê herêma Minbicê jî didomîne, artêşa Trkiyê rastî bersivdayîna Hêzên YPG û YPJ tên û di encamê de gelek çete hatin kuştin.

Di heftiyekê de dagirkeriya Tirkiyê ev êrîş kirine:

Di 29 Kanûna 2017 an de, êrîşkarekî xwekuj ji koma ʺMertala Firatêʺ a girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi motorsîkleteke bombebarkirî êrîşî bendeke kontrolê ya El-Xetaf ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojhilatê bajarê Minbicê  kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn û du endamên Hêzên Ewlekarî Hundirîn şehîd bûn.

Di 30 Kanûna 2017 an de Komên çete ku piştgiriya xwe ji dagirkeriya Tirk werdigrin ji gundê Kefer Xaşir û bajarê Ezazê êrîş birin ser gundên Eyn Deqnê û Merenaz û Girê Qestel Cindo yên navçeya Şera ya Efrînê. Çeteyan 10 topên hawanê avêtin van gundan.  YPG/ YPJ  bersiv dane jêderên êrîşan û bi çekên giran ew hedef girtin. Li gorî çavkaniyên ji nava YPG’ê 7 çete birîndar bûne, lê nehate zanîn gelo di nava çeteyan de kuştî hene an na.

Di 2 Çileyê de, Artêşa Tirk a dagirker li herêma bakurê Helebê ku dikeve ser tixûbên kantona Efrînê fûzayên sîstema parastina asîmanî bi cih dike.

Di 3 Çileyê de artêşa Tirk li gundê Balîlo  yê Bakurê Kurdistanê yê li hember çiyayê “Gir” hêza xwe ya leşkerî zêde kiriye, 5 topavêj û 3 bircên çavdêriyê li wir bi cih kirine û di her bircekê de 3 sekvan hene.

Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker lêkirina dîwarê şermê di navbera gundê Baliya yê dikeve navçeya Bilbilê û gundê Mercûq a Bakurê Kurdistanê de didomîne. Li herêmê dirêjiya dîwar gihîştiye 5 km.

Di 3 Çileyê de çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşî sînorê herêma Efrînê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPJ/YPG û Hêzên Şoreşger de du çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

04.01.2018

Rojev24

 

 

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً