LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hêzên Ewlekariyê sixûrekî dewleta tirk ku amadekariya teqînê dikir girt

Hêzên Ewlekariyê sixûrekî dewleta tirk ku amadekariya teqînê dikir girt

EFRÎN – Hêzen Ewlekariya Kantona Efrînê kesekî ku bombeyek pir bandor pê re hebû girt. Ev kes îtîraf kir ku wî vê bombeyî ji dewleta tirk girtiye.

Piştî şopandinek berfireh Hêzên Ewlekariya Kantona Efrînê ya Herêma Efrîn a Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, kesekî bi nave A.E binçav kir. Di operasyona binçavkirinê de li ser A.E bombeyek bi tîpa “Sîfor” ku antî-tank hat girtin. Li gorî berpirsiyarên hêzên ewlekariyê agahî ji me re ragihandin, kesê bi nave A.E îtîraf kiriye ku wî vê bombeyî ji aliyê Rihaniyê ya Hatayê aniye. A.E, derbarê mijarê de ev agahî da hêzên ewlekariyê: “Berî ez bême girtin, min bi du kesên bi navê Ebû Qasim û Serdar re hevdîtin kir û vê bombeyî ji wan girt. Armanc ji vê ewe ku vê bombeyî li navendên Asayîşê, ewlekariyê û yên leşkerî de biteqandibûya. Her wiha ev çalakî bi ser ketibûya dê rêveberên Kantona Efrînê jî hedef hatibûya girtin.”

Ji ber her teqînekî 150 hezar dolar dê werbigire

Berpirsiyarekî Hêzên Ewlekariyê, derbarê tîpa bombeyê û îtîrafên A.E de van agahiyan ji me re parve kir: “Ev bombe ji tîpa Sîfor ya Antî-tank pêk tê. Ev bombe pir li ser hatiye leyistin, hatiye guherandin heta ku anîne astekî pir bi bandor.

Ev demeke dewleta tirk a dagirker dixwaze sîxûrên xwe di Kantona Efrînê de bi cih bike û bi çalakiyên cur bi cûr tevlîheviyan derbixin. Lê hemû hewildanên wan têk çûn. Dewleta tirk a dagirker, ji ber têkçûna komên çekdar ên girêdayên wî, niha jî bi rêbazên ajankirina kesan bi pereyên bilind dixwaze çalakiyan pêk bîne û aramî û ewlehiya Herêma Efrînê têk bibe.”

04.01.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً