LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin

Partî û artêşa Federasyonê tê avakirin

QAMIŞLO – Li Bakurê Sûriyeyê partiyek nû ku dê hemû aliyên civakê temsîl bike tê avakirin. Her wiha amadekariyên Artêşa Bakurê Sûriyeyê ku dê tevahiya Bakurê Sûriyeyê biparêze tê kirin.

Erdogan Altan

Li Sûriyeyê di sala 2011’an de li dijî rêveberiya Rejîma Baas a Beşar Esad raperînek naxweyî dest pê kir. Şerê naxweyî dest pê kir. Bi vî şerî sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan kesan ji axa xwe koç kirin. Şerê navxweyî 7 sal li pey xwe hişt. Rê li ber geşedanên nû yên li Rojhilata Navîn veir. Li ser bingeha xweseriya demokratîk pêvajoyek şoreşê li pêş ket. Bi hedefa netewa demokratîk li dijî pergala netew-dewletê wek alternatîf hat avakirin. Modela xweseriya demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê ji tevahiya cîhanê re bû mînak.

Rêjîma Baas û Sûriyê

Di salên 1950’an de li Sûriyeyê Partiya Vejînê ya Sosyalîst a Ereb (BAAS) kongreya xwe ewil li Şamê li dar xist û derket ser dika siyasete. Vê partiye li Rojhilata Navîn tenê dewletek ereb dida pejirandin. Di sala 1970’î de bi pêşengiya Hafiz Esad li Sûriyê desthilatdariyê bi dest xist. Desthilatdariya BAAS a li Sûriyê ji roja hatiye avakirin heta roja me ya îro didome. Lê bi destpêka bûyer û raperînên di 15’ê adara 2011’an de dest pê kirin pergala BAAS hejiya û li hev sist bû.

Xwepêşandanên ewil li Derayê dest pê kir û pişt re roj bi roj lig elek bajaran belav bûbû û mezin bû. Mehan şûn ve pevçûna çekdarî ya ewil li bajarê Cisr El-Şugur a girêdayî Idlîbê rû da. Ji wê rojê şûn ve li Sûriyeyê çek bêdeng nebûne. Di navbera hêzên rejîmê û muhalîfan de her roja ku derbas bû pevçûn zêde û dijwar bûn.

Şerê Navxweyî

Pevçûnan di sala 2012’an de dijwartir bûn û pevçûnên di navbera di bin navê Artêşa Sûriya Azad (OSO) a ji muhalîfan pêk dihat û hêzên rejîmê de li her deverê welat belav bûn. Di şerê navxweyî de Rûsya, Îran, Hîzbullah û hinek Çîn destek dan hêzên rejîmê. DYA, welatên Ewropa, Tirkiye, Erebîstana Sûdî û Qatar jî muhalîfan destek kirin. Li gel vê yekê jî wek rêya sêyemîn kurd derhetin ser dikê.

Kurdan jî xwe di bina navê sîwana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de birêxistin kirin. YPG’ê roja 19’ê tîrmeha 2012’an li bajarê Kobanê cara ewil ala xwe çikand û got “Em jî di vî şerî de hene.” YPG’ê piştî vê yekê bi bayê beze li bajarên Efrîn û Dêrikê jî ala xwe çikand. Di vê serdemê de polîtîkayek û siyasetek sêyemîn jî bingeha şoreşa Rojava ava kir.

Vê bizava kurdan, ahengiya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê guherand. Hêzên navnetewî û yên herêmî ku xwe li hember serî rakirina kurdan negirtin, li tavilê komên radîkal ên îslamî destek kirin û xwestin ku êrîşî kurdan bikin û nehêlin pergala xwe ava bikin. Yek ji van êrîşan a ewil li bajarê Serêkaniyê dest pê kir. Eniya El-Nusra a rêxistina El Kaîde ya li Sûriyeyê bi ser kurdan ve ajotin. Xwestin beriya ev pergal dest pê bike bi dawî bikin. Lê tişta dihat daxwaz kirin wisa derneket.

Pêvajoya bi Şoreşa Rojava Dest Pê kir

Lê hêzên YPG û YPJ’ê berxwedana dîrokî ku dan nîşandan, herîkina şer guherandin. Li vir El Nusra rastî têkçûnê hat. Kurdên ku li ser esasen xweseriya demokratîk şoreş dan destpêkirin. Pergalek nû ava kirin. bi avakirina pergal û destpêka şoreşê re li gel qada leşkerî li qada civakî û aborî jî xwe bi hêz kirin. Pergala xwseriya demokratîk li gel kurdan hemû aliyên civakê hilda nav xwe û di nav vê pêvajoya şer a bi xwîn de bûn hêviya hemû netew û baweriyan.

Hêzên xwestin şer bidome, vê carê jî komên herî hovane yên îslama radîkal DAIŞ’ê derxistin holê. Xwestin hêvî û baweriya gelan bi DAIŞ’ê bişkênin. Lê DAIŞ a ku bi herî rêbazên hovane êrîş bir ser Kobanê rastî dîrokek têkçûnê hat. Kobanê bû navê rûmeta mirovahiyê û bi serkeftina Kobanê re pergal hat li pêş xistin. Berxwedana dîrokî ya Kobanê sînorên Rojava, Sûriyê û Rojhilata Navîn derbas kir û bala hemû cîhanê kişand ser xwe.

Federasyona Bakurê Sûriyê

Piştî berxwedana Kobanê di qada leşkerî de hemû komên leşkerî xwe di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwe birêxistin kirin. Pêl bi pêl DAIŞ’a ku Bakurê Sûriyeyê dagir kiribû hat paqijkirin û azadkirin. Li gel qada leşkerî hêzên Bakurê Sûriyeyê xwe li qada siyasî jî xwe bi rêxistin kirin. Rêveberiya xweseriya demokratîk a ku di 2014’an de îlan kiribûn, piştî 3 salan betal kirin û derbasî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bû û vê pergala îlan kirin.

Gelên Bakurê Sûriyê ku pergala xwe bi hêztir kirin, li herêmên Cizîr, Firat û Efrînê xwe bi rêxistin kirin û kantonên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Efrîn, Qamişlo û Hesekê diyar kirin. Di bin nîqaşên sîwana Federasyonê de di encamê de Meclîsa Demokratîk a Bakurê Sûriyê ava kirin. Peymana civakî ya federasyonê jî amade kirin. Piştî peymanê bi sê qonaxan hilbijartin hatin amade kirin. Du qonaxên hilbijartinan pêk hatin. Gelan bi rêjeyek dîrokî pergalê qebûl kirin. Xebatên tuzik û rêxistnbûnê bi lez û bez dewam dikin. Li bendê ye Lîjneya Bilind a Hilbijartinê di rojên pêş me de ji bo qonaxa sêyemîn a hilbijartinan jî dîrokê diyar bike.

Fedarasyon tê Berfirehkirin

Bi rêzê Minbic, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Ji bo hin aliyên van bajaran di serî de Meclîsa Sûriyeya Demorkatîk (MSD) hêzên Bakurê Sûriyê zend û benden xwe girê dan. Ji bo dê ev herêm çawa bên birêvebirin gelên herêmê li ser vê yekê nîqaşê didin meşandin. Tê gotin ku îhtîmal heye van herêman jî daxilî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê bên kirin. Meclîsên sivîl û yên herêmî yên bajaran tên bihêzkirin. Cihên ji ber şer xesar dîtine tên înşakirin.

Partiyek nû tê avakirin

Hêzên Bakurê Sûriyeyê ku xwe ji bo geşedanên siyasî yên girîng amade dike, yek ji rojeva girîng a van hêzan ew e ku partiyek nû a bifireh tevahiya Bakurê Sûriyeyê temsîl bike bê avakirin. Ji bo damezrandinek partiyek ji PYD’ê mezintirîn ku xîtabî girseyên mezin bike, bi gelek nûnerên gelan ên Sûriyê re hevdîtin tên kirin. Tê gotin ku dê kurd, ereb, sûryanî, ermenî, ji şiiyan bigire heta durziyan, ji misilmanan bigire heta xirîstiyanan dê di bin banê vê partiya nû ku dê bêavakirin de cih bigirin.

Ber bi ‘Artêşa Bakurê Sûriyê ’ye

Li aliyê din jî ji milê leşkerî ve jî geşedanên girîng diqewimin. Kurd, ereb, suryanî, turkmen, ermenî û aliyên din ên herêmê yên di bin sîwana HSD’ê de hatin ba hev ji bo “Artêşa Bakurê Sûriyê” bê avakirin xebat dewam dikin. Lig elek cihan hevdîtin pêk tên. Amadekariyên artêşê tên kirin û xeta parastina fedarasyonê jî tê xûrtkirin.

04.01.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً