LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Çeteyê DAIŞ’î Ebdullah Osman Esmet ê Tirkistanî ku niha li gel QSD’ê girtî ye diyar kir ku Tirkiye Uygorên Tirkistanê bi riya alîkariya hembêzkirina wan li Tirkiyeyê dixapîne û piştî demekê wan beşdarî nava rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Sûriyeyê dike.

* Hevserokên meclis, şaredariyên Qamişlo, meclîsa Navçeya Til Birak, Endamên Meclîsên navçeyên Qenaya û Sirînê yên kantona Kobanê jî hevserokên meclîsên xwe hilbijartin.

* Firokeyên cengî yên Sûrî û Rûsî bi giranî çend navçeyên Xûta rojhilatî Şamê bordûman kirin û gelek xanî û avahiyên welatiyan ketin ber wê êrîşê de.

* Tê payîn ku dê demên pêş de Washington di warê dîplomatîk de îtîrafê bi herêma rojhilatê Firatê ya di destê QSD′ê de (ku rûbera wê 28 km) bike.

* Hêzên rêjîma Baas bi alîkariya hawayî ya Rûsî ber bi Idlibê pêşve diçe û nêzî 100 gund û bajarokên herêmê desteser kirine. Di encama vê yekê de bi deh hezaran sivîlên herêmê koçber bûn e.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Parlamenterê Rihayê û berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir li Îzmîrê hat binçavkirin.

* Koma Parlamenê ya HDPê ku li Amedê civiyabû, ji bo sala 2018an nexşerêya xwe diyar kir. Di civîna ku li ser amadehiyê Kongreya 3. ya HDPê sekinî de, biryara Demirtaş ku dê nebê hevserok jî hat nirxandin.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Li gor endamê Goranê yê Parlamnetoyê Iraqê Mesûd Heyder, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber zext û fişarên IMF ê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dişîne.

* Êlên ereb li parêzgeha Nînewa, daxwaz dikin ku hêzên Amerîkî û hêzî Pêşmerge li navçeyên wan bên belavkirin.

* Demekê berî niha şanda polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî gihişte avahiya polîtbîroya YNK li bajarê Silêmaniyê û niha herdu alî dicivînê de ne.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Parlamenta Îranê, ji bo nirxandina serhildana gel li welêt, bi rengekî girtî li hev civiya û di nîqaşkirinê de nakokî di navbera DYA û Rûsya de derketin.

* Yek ji rêberên olî yên Sunneyên Îranê, Mewlewî Ebdilhemîd Ismailzehî, rexne li siyasetên dewleta Îranê kir û got: Bes tadeyê li xelkê bikin!

* Serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedî necad bi îdîaya ku xelkê li hemberî hikûmetê gur dike hat girtin.

* Sipaya Pasdarên Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand ku gel û hêzên ewlehî yên Îranê gengeşiya ku hêzên derve deranîbûn têk birin.

CÎHAN:

* Hat ragihandin 11 prensên ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî li pêşberî Qesra Qraliyetê xwepêşandan li dar xistin hatin binçavkirin.

* Li Afganistanê di navbera hêzên ewlehî û rêxistina Talîbanê de şer derket. Di encama şer d e 9 ji rêxistina Talîbanê hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

* li bajarê Luqmanê ya Afganistanê di êrişa hewayî ya dijî DAIŞê 14 hatin kuştin.

* Hat ragihandin, 2 hezar Afganên bi desteka Îranê ji bo li gel rejîmê şer bikin çûn Sûriyeyê, hatine kuştin.

07.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً