NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê Rihayê û berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir li Îzmîrê hat binçavkirin.
Parlamenterê Rihayê û berdevkê HDPê Osman Baydemir ji bo bernameyeke partiyê çûbû Îzmîrê. Ji ber ku Dadgeha Cezaya Asliye ya Şirnexê bi şev ne amade bû Osman Baydemir niha li mêvanxaneya SGK tê girtin.
Osman Baydemir îro seat li 09.00an wê edliya Îzmîrê bi rêya sîstema deng dîmen (SEGBÎS) îfadeyê bide.
Derbarê girtina Baydemr de çavkaniyan dane zanîn ku wî xwestibû kiryarên 27ê Berfanbara 2015ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li hemberî cenazeyan hatî kirin protesto bike, piştre bi behaneya ku “yasaya xwepêşandan. meş û civînan binpê kiriye” doz li hemberî wî hatibû vekirin. Parlamenterê Rihayê dê ji ber vê dozê îfadeya xwe bide.
07.01.2017
Ajans