NAVENDA NÛÇEYAN- ENKS’ê di bin navê alîkarî bide jinan, ji komeleyên Tirkiye û Ewropa pereyan distînin û van pereyan li gor berjewendiyên xwe bikar tîne.
Ji destpêka damezrandina Encûmena Niştîmanî ya li Sûriyeyê (ENKS) ya ji sala 2011’an û şûnde di asta rêveberiyê de tevlîbûna jinan tune bû û heta demên dawî jî ev yek berdewam dike.
Ji bo vê jî rêveberên ENKS’ê bi armanca sereke berjewendiyên xwe bidin meşandin dest bi hewildana avakirina komeleyên jinan kirin. Yek ji van komeleyên ku fonên xwe ji Tirkiye û Ewropa digirin, Komeleya Jinên Kurd a li Amûdê (Kolîşîna) ye, ji sala 2012’an de hatibû avakirin, li gel hemû fon û pereyên ji bo alîkariya jinan digirtin, ne xebat dikir û ne jî rêxistinkirina jinan pêk tanîn, ev jî ji aliyê gelek kesan ve wek e “Rêveberên ENKS’ê van fon û pereyan ji bo malbat û berjewendiyên xwe xerc dikin” tê nirxandin. Tê zanîn ku rêveber û berdevka vê komeleyê Menal El Huseynî ye ku bi xwe ji Amûdê ye, lê niha bi hevjîna xwe re Enwer Naso ku ew jî rêveberê giştî ya ENKS’ê bû li Almanya dijîn.
Li dijî siyaseta xwe kampanya dan destpêkirin
ENKS û komeleyên girêdayên wê ku bi siyaseta netewperestiya kurd xwe pênase dikin, di 3’ê cotmeha 2015’an de di pêşengtiya berdevkê komeleyê Menal El Huseynî de kampanyayekî îmzeyê”Bila zimanê kurdî di dibistanan de nebe zimanê perwerdehiyê” da destpêkirin. Hat ragihandin ku ev kampanya li ser tora civakê ya înternetê /medyayê, berdewam dike.
Her wiha hate destnîşankirin ku ENKS ku di demên dawî giranî daye xebatên rêxistinkirina jinan, her kesekê 5 jinan bide qeydkirin pere distînin. Lê ev hewildan ji aliyê gelek malbatan ve rastî bertekên mezin tên. Hat destnîşankirin ku rêveberên ENKS’ê di civînên xwe yên bi jinan re dikin jî, propagandaya reşkirinê li ser YPG,HPG û PYD’ê dikin. Ji ber vê yekî jî ji aliyê gelek jinan ve bertek tê nîşandan.
07.01.2018
Rojev24