LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi agahiyên Istixbaratî fermandarên Ceyş El Islam hatine tesfiye kirin

Bi agahiyên Istixbaratî fermandarên Ceyş El Islam hatine tesfiye kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Di belgeyên ku rojnameya Yeni Şafak belavkiriye, derkete holê ku bi agahiyên istxbaratî fermandarên Opozisyonê hatine tesfiye kirin.

Di Rojnameya Yeni Şafak ya Tirkî de hate ragihandin ku hejmarek ji dewletên Kendava Xelîc destê wan di kuştina fermandarên grupên şoreşger li Sûriyê hene.

Rojnameyê li gorî belgeya ku eşkere kiriye dateyên kuştina fermandarn derdixîne holê, tê de diyar kir ku fermandarên “Ehrar El-Şam” bi serokatiya Hesen Abûd û 45 fermandarên leşkerî û yên Tevgera Siyasî di Îlona 2014 an de hatine kuştin, di heman demê de di nav Ceyş El Islam de fermandar “Zehran Alûş û hin serokên din hatine kuştin.

Rojnameyê diyar kir ku dewletên kendavê di rêya Istixbarata Îmaratî de agahî li ser cihên van fermandaran û xalên ku Rêjîma Esed lê bi cih dibe teslîm kiriye.

Ebû Elî fermandarê leşkerî yê berê yê El Cebha Elşamiya ku di 2014 an hatiye avakirin ji rojnameya Yeni Şafak re axivî û got: Hewildanên ku fermandarên Opozisyonê ji holê rakirin û wan tesifye kirin di encama heqareta Îmarat de ye ku dixwazin rola eniya muxalefetê lawaz bikin. Ebû Elî di berdewamiya axaftina xwe de eşker kir ku taybetmendiya hevpar a van serokên ku bi hevkariya Îmarat ji holê hatine rakirin ewe ku nêrînên wan li dijî siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li herêmê ji dijberiya wan a Rejîma Esad bi xwe zêdetir bû, û ev yek bi daxuyaniya Ebdullah Qader Salih ku gotibû eger ku Dewletên Yekbûyî leşkerên xwe rêkin nav axa me, em ê li dijî hêzên Amerîkî, bê tirs şer bikin.

Ebû Elî navê fermandarê Ceyş El Islam Zehran Alûş ku kuştina wî di encama mayînekê ku di bin wesayîta wî de hatibû bicih kirin, ku ev alava teqandinê di rêya stelayteke Sûdî de pêk hatî de eşkere kir, ku ev alav li Erebistna Sûdî peyda dibe.

Di encama lêkolînan û lêpirsînên piştî buyerê derket holê ku tesbîtkirina cihê Alûş ji aliyê Istixbrata Îmaratê ve ji Wezîrê Derve yê Îmaratê Ebdullah bin zayîd ji serokê Sûriye Beşar El Esed re di rêya Mahir Elesd re hatiye parvekirin.

Ceyş El Islam ku girêdayî Opozisyona Sûriyê ye kuştina fermandarê xwe di Kanûna 2015 an de di encama operasyoneke hewayî ya Rûsya li gundewarê rojhilat yê Şamê ragihandibû.

Ji aliyê xwe jî Artêşa Sûriyê ragihandibû ku wan di operasyoneke taybet de Alûş kuştiye.

Di belgeyên ku hatine weşandin de nasnameya teklîfa Ewlekariya Rêjîma Sûriyê jineke bi navê Melek Zekeriya Ozon de bi hejmara Hizbî 4184806 , ku ev jin ji aliyê Ewelekariya Partiya Baas ve hatiye erkdar kirin ku têkiliyan bi grûpên çekdar re çêke.

  

Sema Rênas

10.01.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً