LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “ Ereb li dijî Ereb ” ev qezenciya Rêjîma Sûriyê li dijî QSD ê ye

“ Ereb li dijî Ereb ” ev qezenciya Rêjîma Sûriyê li dijî QSD ê ye

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çavkaniyên çapemenî hate eşker kirin ku di navbera Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê de li Cezayîrê civîneke girtî hate lidarxistin, tê de nîqaşa sereke kurd bûn û mekanîzma wê şerkirina netewa Ereb li beramberî hev e.

Çavkaniyên Çapemenî ya Malpera Libnanî bi navê El Diyar ragihand ku di 9 ê Çileyê de li Cezay rê hevîdtieneke derbarê planên li ser kudan bi desteka Îranê hate kirin.

Rojnameya El Diyar di nûçeya xwe de diyar kir ku ev hevdîtinên veşartî xwedî plana asteng kirina pêşveçûna Hêzên QSD ê li Bakurê Sûriyê ye, bi taybet ku Hêzên Emerîkî QSD ê hêza tekane li ser erda Sûriyê dihesibîne. Bi itîfaqa Emerîka û Hêzên QSD ê li Sûriyê Tirkiyê ji hebûna kurdan tengav bûye û ji aliyê Rêjîma Sûrî ve hebûna Emerîka li erda Sûriyê red dike û bi nerazîbûn helwesta xwe diyar dike.

Malperê eşker kir ku di vê planê de Îranê roleke navgîn wê bilîze û rêjîma Sûriyê razîbûna xwe a ku artêşa Tirkiyê derbasî Herêma Efrînê bibe nîşanda ye.

Li gorî pêşdîtinên ku derdikevin holê hate diyar kirin ku di jêrî vê planê de kar û xebateke Rêjîma Sûriyê heye. Analîzvanan dane zanîn ku Sûriyê dixwaze li herêmê şerê netewa Ereb li dijî hev pêşbixe lewma Rêjîma Sûriyê di vê demê de rêze civînan bi eşîreyên Ereb re çêdike da ku wan li dijî erebên di nav Hêza QSD ê de sor bikin û di vir de Analîz derdixînin holê ku qezenciya Sûriyê ewe ku QSD ê netewa Ereb wekî birayên hev li dijî hev dide şer kirin e.

Ji aliyê xwe ve jî Tirkiyê vê planê bi sewqyata leşkerî li ser sînorê Efrînê dixe pratîkê û bi pêngava Şûrê Firatê dixwaze herêmên Efrîn û Minbicê li Bakurê Sûriyê dagir bike. Analîzvan di vê derbarê de vê dibêjin: Da ku Tirkiyê bi razîbûn û bê red desbasî van hereman bibe û vê yekê yasayî bike bi civînên Cinêv û herî dawî jî Astana vê yekê rewa dike û bi navê heremên kêm pevçûn ku Efrîn jî dixwaze têxe nav de tîne ziman. Di heman demê Tirkiyê da ku projeya xwe bighîne serî grûpên Opozisyonê ku wan birêvedibe li Idlib, Ezaz û Cerablisê sor dike û birêxistin dike da ku êrîş van hereman bike.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve her yek ji Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê ve xwedî têkilî ne, û di vê derbarê de ti carî Sûriyê hebûna Tirkiyê li Sûriyê red nekiriye û di eynî demê de hersê dewletên Îran, Sûrî û Tirkiyê di lîstika li Sûriyê de xwedî hevsengî ne.

10.01.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً