LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Aloziya Sûriyê di warê herêmî û cîhanî di naveroka sala 2017 de

Aloziya Sûriyê di warê herêmî û cîhanî di naveroka sala 2017 de

Aloziya Sûriyê di warê herêmî û cîhanî di naveroka sala 2017 de gelek pêşketin dîtin .Ji guhertinên kualtîtîv di têkiliyên navber Rûsya ,Turkiya û Îran di derbarê sekinandina şerê çekdarî di navber Rêjîmê û opozisyonê de dest pê kir. Van guhertinan bi xwe re gelek pêşketin anîn. Pêşketina sereke jî danîna peyana Rûsya ya di herêmên kêm kirina hildanan de û guhertina rola opozisyonê li gorî vê peyanê ji şerkirina Rêjîmê hat şerkirina terorê. li gorî vê jî Rûsya nêrînên xwe yên di derbarê riyalîzma leşkerî ya nû di navber Rêjîmê û opozisyonê li gorî berjewendiyên Rêjîm di Astana de ferz kir. li hemberî berdewam kirina çareserkirina siyasî di Cinêvê de ji bo lêkolîn kirina her çar dozên ji biryarên 2254 û 2015 de derketî. Ev biryar jî hemû di derbarê :guherîna siyasî,destûr,deng dayîn û şerkirina terorê.

Bi tevî ku wisa ye dîsa jî Cinêv û Astana tu çareseriyên cidî ji krîza Sûriyê re dananîn. Heta niha jî nikare hawirdoreke herêmî û cîhanê ji bo çareserkirinê çêbike. Ev hemû jî di dema ku şerkirina DAÎŞ ber bi dawiyê ve diçe û nexşeya deste serkirina gilahên wan di navber Rêjîmê bi alîkariya Rûsya, Îranê û QSDê bi alîkariya Amerîka hat parve kirin. Li gorî vê rewşê Rûsya ragihand ku şerê terorê li Sûriyê bi dawî bû. Her wiha dawîbûna çareser kirina leşkerî û dest pêkirina çareser kirina siyasî li Sûriyê. Ev raber kirin bi hin pêşketinên kualtatîv yên ku geşbiniyek di derbarê çareser kirineke siyasî di kongireya Cinêvê yê ku di meha Mijdara 2017 hat çêkirin xwe re derxistin. piştî nêzik bûna daweiya DAÎŞê .lê ema ev geşbînî berdewam nebû.ji ber ku Cinêv 8 bi bin ket.

*Pêşketinên Kirîzê di naveroka sala 2017 de.

Emê di alîyê siyasî û leşkerî van pêşketinan gotubêj bikin.

1-Pêşketinên Rewşa Leşkerî:

Du taybetmendiyên sereke yên rewşa leşkerî hene. Ew jî ya yekemîn, herêmên desthilatdariya hêzên herêmî û netewî. Ya duyemîn jî, herêmên desthilatdariya di navber Rêjîm, Opozisiyon û DAÎŞ.

A-Herêmên desthilat dariya hêzên netewî û herêmê:

Nexşeya desthilat dariya leşkerî li Sûriyê ya di navber hêzên netewî û herêmî. Em dikarin di van xalên li jêr diyar bikin:

1- Misogeriya berjewendiyên istratijîk yê Rûsiya li Sûriyê, ya ku bi parastina Rêjîma Esed ji helweşandinê dest pê kir û bi destek dayina û alîkariya leşkerî û siyasî ya rêjîmê di kontrol kirina desthilatdariya xwe de li ser piranî parêzgehên Sûriyê wekî Heleb, Hims, Hema, Şam û Laziqiyê û derdorên wê bi temamî bi dawî kir. Bi riya peyana kêm kirina hildan û strêsê ya di navber rêjîm û opozisyonê de ya ku Rûsya bi tevî Îran û Turkiyê ragihand ya di derbarê sekinandina şerê çekdarî li Sûiyê. Her wiha misogeriya Rûsiya ji hebûna xwe ya leşkerî li navendên Tertûs ya deryayî ,Himêmîm ya hewayî û çêkirina navendekê li nêzikî herêma Efrînê .li gorî vê herêmên Ber av,navîn û rojavayê Sûriyê di bin desthilatdariya rêjîmê de bi destek dayîna hewayî ya Rûsya û destek dayîna bejahî ya Îranê de dimîne.Ji bilî van jî,pratîkbûna hebûna Emerîka li Rojhilatê Sûriyê bi riya diyarkirina Rûsiya ji sînorên desthilatddariya xwe bi alîkariya rêjîma Sûriyê de. Rûsya bi riya balefiran piranî Dêre Zorê kontrol kir. Ango Rûsya berjewndiyên xwe yên aborî jî bi tevî yên leşkerî li Sûriyê bi riya zeviyên fiyolê tekez kir.

2- Veguherînnên leşkerî yên Emerîka di herêmên rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê.bi riya destek dayina leşkerî û lojistî ji hêzên Sûriyê demokrat bi taybet li Reqa û Dêre Zorê.her wiha hebûna hêzên leşkerî yên Emerîkî ji bo destek dayina hêzên Sûriyê Demokrat di pevçûnên wan yên li dijî DAÎŞ ê.bi riya belavkirina hêzên taybet ji Marênz, yekiniyên artilerî û navendên ji bo wergirtina konseyî û perwerdeyên leşkerî.bi tevî van veguherînan jî.berfereh kirina qada navendên leşkerî yên Emerîka di axa Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyê.her wiha navendbûna Emerîkî li Rojhilatê Sûriyê li nêzî sînorê Îraqê.dihêle ku Emerîka rê li Îranê û pirojiya wê ya herêmî qot bike.bi riya qotkirina korîdorên têkiliya di navber milîtên wê yên li Îraq û Sûriyê û pûç kirina hewldanên wan di kontrol kirina sînorê Îraq û Sûriyê .

3- Parvekirina herêmên kontrol kirî di navber Rûsya û Emerîka,li başûrê Sûriyê bi riya sekinandina şerê 2017 di navber milîtên Îranî û hêzên Mexawîr El sewra ya girêdayî Artêşa Azadya Sûriyê,ku ji milî milîtên Îranî ve hatibû dor pêç kirin.di naveroka peymana wan de hatibû ku,milîtên Îranê û hevkarên wê ji herêmên ku di bin kontrola wan de li bakurê roj avayê Sûriyê vekşin.li hemberî berdewam kirina çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmên rojhilatê Sûriyê li dijî DAÎŞê.

Raber kirina Îranî bû yek ji strêsên li istratijîka Emerîkî ya li sûriyê û gîhandina peyamekê ku ew dikare yek ji girîng tirîn hevkarên Emerîka li herêmê bitirsîne.ev hev kar jî Israîl e.ji ber ku sînorê xwe Colan re ye û bi pêvajoyek pêş de ket herêma başûrê Sûriyê bi her sê parêzgehên wê ve:Derha,Qinêtera û Swêda.her sê jî di herêmên kêm kirina Hildanê ya Rûsî bi erê kirina Emerîka yê.

4- Hilanîna Turkê û hevkarê xwe Artêşa Azad ya Sûriyê ,bi kontrol kirina xwe ya li ser herêma di navber Cerablûs,Bab û Ezazê li bakur û bi barçeyekî mezin ji Idlibê heta roj avayî Heleb .di piştî ku DAÎŞ li wan herêman têk çû.ev kontrol kirinê ji Turkê re qot kirina riya Hêzên Sûriyê Demkrat parast.ji bo ku her sê kaanton negihêjin hev(Kobanê,Cizîr,Efrîn).

5- Turkiyê di dawiya sala 2017 de dest bi bilind kirina pileya amede kirina leşkerî .li ser sînorê Sûriyê.dibe ku hin çalakiyên leşkerî li parêzgeha Idlibê û Efrîn ya li bakurê roj avayê Heleb.

6- Hebûna Îranî bi riya milîtên Şîhî li her deverên ku di bin kontrola rêjîma Sûriyê *Sûriya bi sûd(Hims,Hema,Heleb,Şam,Laziqiyê)û di hin herêmên rojhilatê Sûriyê (gelek parçe ji Dêre Zorê nêzî sînorê Îraqê).

B-Herêmên di bin kontrola Rêjîm ,Opozisyon û DAÎŞ ê de.*i hin herêmên rojhilatê Sûriyê

Bi hatina Çileyê sala 2017 de nexşeya desthilatdariya leşkerî ya li Sûriyê berûvacî bû. Herêmên di bim kontrola Rêjîm û Hêzên Sûrya yê Demokrat,zêde bûn li hemberê wê jî herêmên di bin kontrola DAÎŞ û Opozisyona Çekdar de kêm bûn. Rêjeya kontrolkirina rêjîm û hêzên hev kar(52,8%). ya DAÎŞ(08%). Hin agahiyên Rûsî jî dibêjin ku DAÎŞ ji (05%)kêm tir e. Hêzên Sûriya yên Demokrat jî (25,4%) ji axa Sûriyê kontrol dike ji ber ku bi tenî xwe li ser (90%) ji axên Reqayê kontrol dike.

2-Pêşketinên Çareser kirina Siyasî:

Gelek gerînên nîqaş kirinê yên girêdayî Kongreyên Astana û Cinêvê di sala 2017 de çêbûn. Di wir de rûyên alozî û nêzikatiyên herêmî û cîhanî di debarê kirîza Sûriyê de hatin eşkere kirin. Lê ema tu encam nedan.

Di derbarê kongra Astana de kongre bi vexwendina Rûsyayê hat çêkirin. Rûsya didît ku pêwist ev kongre di bin siya wê di derbarê çareser kirina Sûriyê lê ema dûrî kongreya Cinêvê ya ku heta niha jî Rûsya biryarên wê qebûl nake.Astana di derbarê lêhev kirinên yekser di navber Rêjîm û Opozisyonê li ser xaka ku alozî lê çê dibe ango,aloziya riyalîzma meydanî diguherîne çareseriyên rewşên leşkerî yên hundirîn di navber her du aliyên aloziyê.

Heşt(8)gerînên Astana di dema navber meha Çileyê 2 heta 22meha Çileya 1hatin çê kirin.Rûnişkandinên axaftinê bi awayekî neyî yekser di navber şandeyên Rêjîmê û Opozisyonê de bûn.Ev gerînan jî sekinandina agir di navber Rêjîm û Opozisyonê de ragihand û garantiyên netewî yên rast ji bo çavdêriya sekinandina agir jî hat ragihandin.her wiha diyar kirina herêmên peçûnên DAÎŞ û Tehrîr El Şam û çêkirina herêmên kêm hildan û strêsê ya ku bû yek ji têketinên girîng di kirîza Sûriyê di vê salê de.di wir de li hev kirineke sêyemîn di navber Rûsya,Teurkiya û Îranê de di derbarê sekinandina agir li herêmên kêm hildanê û strêsê.

Ev rêbazan jî meknîzma berdêl kirina girtiyên navber rêjîmê û opozisyona çekdar de çê kir û garantiya beşdar bûna opozisyona Sûriyê ya çekdar di gotûbêjên yek ser bi hevkariyên Rûs û Sûrî re tekez kirin.her wiha nexşeya herêmên ku di nav yên kêm hildan de nehatibûn diyar kirin zelal kir û ew xistin nav herêmên yên ku hîn di bêlî kirinê wekî mînak ,herêmên bakurê Sûriyê ên kurdan ku heta niha sînorên xwe diyar ne bûne û ketine in bêlî kirina nnexşeya perjewendiyên Turk ,Rûs û Emmerîka .herêmn rojhilatê Sûriyê yê ku bûn meydana çalakiyên li dijî DAÎŞ ê li Reqa û Dêre Zorê.her wiha ev herêm hebûnehî Emerîkî yê leşkerî lê heye û navenda El Tenef li ser sînorê Sûrî,Îraq û Urdin.

Di derbarê Cinêvê de jî .çar gerîn di sala 2017 di navbera Sibatê û Mijdarê de (ji çar gerînan heta heştan).di encama wê de nîqaş kirin ji bo bernameya El Sîlal EL Erbeh hat ragihandin . berê jî ew di biryara Meclis El Emin hejmar 2254 de yê ku di Çileyê 2 ,2015 hatibû gotin.li gorî wê jî :damezirandina formek nû ji formên deshilat dariyê,danîna destûrekî nû ,çêkirina xwe pêşandinan di bin kontrola Netewên yek bûyî de û şerkirina terorê.

Di beriya amede kirina gerîna 8mîn de bi taybetî hêviyên zêde bûna çareseriya siyasî çêbûn. Ji ber gelek bûyerên wekî:

Îlan kirina Rûsya bi dawîbûna çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî DAÎŞ li Sûriyê û bang kirina wê ji bo destpêkirina amede kirinê ji bo raguheziya Siyasî,qebûl kirina Rêjîma Sûriyê bi Çavkaniya Cinêvê wekî aliyekî siyasî .di piştî çareser kirina rewşên meydanî li Astana û yek bûna Opozisyonê di şandeyek ku hemû platformên xwe tevlî bûne(Riyad,Mosko,Qahîra)li rex hejmarek ne kêm ji kesyatên netew perest yên ser bi xwe li ser bingehê encamên kongreya Riyad 2 ya ku pêvajoya xwe ya yekemîn bê encam û pêşketin derket .ji ber ku şandeya Rêjîmê bi lez kirina opozisyonê di çêkirina li hev kirinan ,qebûl nekirin.

Bi tevî ku pêvajoya duyemîn ji kongrê dest pê kir û nûnerê netewî yê li ser dosiya Sûrî dixebite jî belgeya prensîpên ku ji 12 xalan pêk tê ,raberî Rêjîmê û Opozisyonê kir û ew kir mijara gotûbêjê.lê dîsa jî tu pêşketin di hev kirinan de çê nebû. Ji ber ku şandeya Rêjîmê derbas kirina kirina nûnerê netewî jpeywira xwe wek navbeynkar di der barê çêkirina hin prensîpên nû qebûl nekirin.di heman demê de jî opozisyon li ser helwesta xwe ya qebûl nekirina nîqaş kirina Destûr û xwe pêşandanê,di berî bi dawî bûna nîqaş kirin guherîna siyasî qebûl nekirin .di det pêkê de jî rewşa Beşar El Esed ji wan guherînan.

3-Senaryoyên Pêşerojê ji bo Kirîzê di sala 2018.

Mijara derbas bûyî diyar dike ku awayên çareser kirinê di sala 2017 de tu pêş ketin çê nekir.lê hîn astengî dîtin û ni karibû têketinek cidî der heqî kirîzê de çê bikire.ji ber hin sedemên wek:

1-ne gihîştina Rûsya û Emerîka heta niha ,rewşeke razîbûnê ji bo forma çareser kirinê û naveroka wê .lê hîn di rewşa dijberiya nêrînan berdewam e.bi taybet jî di yên girêdayî guherîna Îranî .piştî danezanên Emerîka yên bangî derxistina Îranê bi tevî milîtên wê ji Sûriyê . li ser zemanê Beşar El Esed li Sûriyê hat nîqaş kirin . her wiha danezana berdewam kirina hebûna Leşkerî ya Emerîka heta ku pêvajoya guherîna siyasî bi dawî dibe jî hat nîqaş kirin.Ev hemû jî bi istratijiya Rûsya ya li Sûriyê re dijberin.

2-pêxistina awayên fêm kirinê di navber Rûsya,Îran û Tirkiyê.bi tevî ku van awayan hin pêşketin di derbarê formên siyasî çê kir.lê ema heta niha jî neghîşt asta derbas kirina li hev nekirin û dijberiya nêrînan.her wiha rewşa fêm kirina di navber Rûsya û Emerîka jî wekî wan e û diyare ku dê hin encamên erênî bi xwe re bîne ,piştî hevdîtina her du serokan ,Tramp û Pûtîn li Vêtnamê di dema Civîna Aopik ya di Mijdara 2017 de.lê ema bi awayekî lezgînî ev rewş ji hev ket.ji ber ku Rûsya ragihand ku ,hebûna Enerîka ya li Sûriyê dagirkirin e.Emerîka jî bersiv da û got ku :hêzên dê di Sûryê de bimînin.heta ku dest bi pêvajoya veguherîna siyasî dibe.

3-berdewam kirina ne pejirandina Rêjîma Sûrî ji pêşkêş kirina nizmatiyên ku dê serkeftinên wan pûç bike.ev berdewam kirin jî bi alîkariya Rûsya û Îranê çê dibe.her wiha daxwazên parve kirina desthilatdariyê bi opozisyonê re jî nehatin pejirandin ,bi riya misogeriya vala derxistina encamên Cinêvê û hevdîtinên yek ser bi nûnerên Opozisyonê re.her wiha bin pêkirina agir bestên ku li herêmên kêm hildan çê bûyî.ev hemû rêbaz jî dihêle ku Rûsya astengiya di derbarê çêkirina çareseryan bibîne ji ber rêbazên heval bendê wî yê Sûriyê .

4-Daxwaza Rêjîma Sûriyê ku li ser benê serketinê di navber berjewendiyên Rûsya û Îranê de bilîze.ev serketin jî dihêle ku ew di navber tasyona heval bendê Rûsî li ser ji bo erê kirina çareseriya siyasî û xwe bi hêz kirina leşkerî bi alîkariya heval bendê Îranî de bisekine.ji bervê jî tu guherînên cidî di çareserkirinê de çê nabin.ev jî ji bo rûsiya dibe pirsgirêk dema ku bi Îranê re dijberî ji bo awayên çareser kirinê.

5-Rewşa istismar kirina Rûsî di sîstema Beşar El Esed de .carek bi parastina wî ji hilweşandinê û carek din jî bi lawaz kirina opozisyona çekdar û raber kirina wê bi alîkariya Turkê ji bo şerkirina terorê li herêmên kêm hildan li şûna şerkirina Rêjîmê .carekê jî bi sekinandina Rûsya bi Rêjîmê re û diyarkirina wê ku ,tu carî rêjîma Sûriyê bernade ,ta ku peymanek Rûsî Emerikî çê dibe û di wir de bê xwestin ku Rûsya piştgiriya Beşar El Esed berde.ev peyman jî ne tenê girêdayî berjewendiyên Rûsiya li Sûriyê. Lê ema derbas tire ji bo diyar kirina berjewendiyên Rûsiya li rojhilatê Okranya yê.

6-pêşveçûna Rûsiya di derbarê tasyonên li ser Rêjîma Sûriyê û Îranê ji bo pêşkêş kirina hin nizmatiyên ku Rûsya heta niha bi kar ne anîn ,bi tevî ku hemî belge jî di dest wê de ne.ji ber ew dizane ku siyaseta Emerîka li Sûriyê di rewşeke ne zelal û diyar de ye.

Lê hin pêşbinî dibêjin ku Kirîza Sûriyê di 2018 de di pêvajoyên dawî de ye .li ser bingehê guherînên ku di nexşeya aloziyê di milê leşkerî û siyasî di dawiya 2017 de çê bûn .ev guherîn jî dê hema qol kirinek di çareserkirineke siyasî ya ku Rûsya bi alîkariya Îran û Turkiyê amede dikir de diyar bikire .li ruxmî ku ev pêş binî bi paş ket ji ber tunebûna lihevkirinê di navber Rûsya û Emerîka de ji ber sedemên derbas bûyî .dîsa jî hin nêrîn di derbarê vê çareser kirinê de hene .em dikarin hinekan bibêjin:

Senaryoyê yekem:danîna çareser kirineke ku li ser bingehê berdewamiya mayîna Rêjîma Beşar El Esed di pêvajoyeke veguherînî bi destek dayîna Rûsya û Îranê,qebûl kirina beşdar bûna opozisyona siyasî di desthilatdariyê de bi riya çêkirina hikûmeteke yeketiya niştîmanî,Rêjîm û Opozisyonê bi hev re tê de bin.çansên ev Senaryoyî mezinin .bi taybet jî piştî ku rûsiya raber kir ku Rêjîm di şer kirina terorê heval bende li gel Emerîka.hr wiha jî gelek guherînên di siyaseta hin hêzên herêmî yên dijî Rûsiya wekî Turkê û Siûdê.

Senaryoyê Duyemîn:çareser kirina li ser bingeha mayîna Esed li desthiatdariya navendî jê were kaş kirin û li şûn wê jî Fedralîzm çê bibe.li gorî wê jî her parêzgeh û herêm rêveberyek xweser jê re bê çêkirin li dûrî Rêjîmê û desthilatdariya wê .deshilatdariya w tê kêm kirin û desthilat dariya rêveberiyên xweser jî zêde dibin.çansê vî senaryoyî zêde ne ji br ku Rûsya û Emerîka ew pejirandin.lê ema Turkî û Îran jî napejirînin . ji ber ku dema rêveberiya kurdan ya xweser çê bibe .metirsiyên ku kurd li Îran û Turkê jî rabin ser hildanan.

Her wiha destek dayîna Emerîka ji netewa kurdî ya Sûriyê.hîşt ku nêzikatî di navber Îran û Turkê çê bibin û lihev kirinek siyasî li ser xaka Sûriyê di navber wan de çê bibe.ev jî dihêle ku Turkê hema xwe nêzî Rêjîma Sûriyê bike piştî ne qebûl kirina Rêjîmê ji pêşketinên di herêmên rêveberiya xweser de çê bûn.

Yên ku di hilbijartinên ku li Cizîr ,Kobanê û Efrîn çê bû yî.ji ber vê Turkî beşdar bûna Kurdên Sûriyê ji bo kongreya Cinêvê napejirîne.

Senaryoya Sêyem:berdewam kirina rewşa Sûriyê û mayîna wê wekî ku di 2017 de bû.Ev senaryo jî li ser esasê binketina gerîna 8 emîn ji ya Cinêvê çê bû.her wiha ne pejirandina şandeya Rêjîmê ji çê kirina lîkolînên yekser bi şandeye opozisyonê re çê bike .ji ber encamên kongreya Riyad 2 ûli hev nekirina siyasî di navber Waşinton û Mosko ji bo Îranê .bi tevî ku di hin pirsgirêkên din de li hev dikin.Ev nêrîn dibe berdewam kirina Rûsya di kişandina nexşeya çareseriyê.Bi riya berdêlên ku li ser hemûyan hatin ferz kirin .wekî bikaranîna rêçên Astana û çêkirina gerînên nû lidar xistina kongreya El Hîwar El Wetenî El Sûrî yê ku di Sibata 2018 de bê çê kirin.

Di encamê de em dikarin bibêjin ku rêçên çareserkirina Kirîza Sûriyê di alîyekî de navber hêzên herêmî û cîhanî de kaş dibe û di alîyê din de jî di navber şandeyên Rêjîmê û Opozisyonê de kaş dibe.ji ber vê em dikarin bibêjin ku hîn jî peymanên çareser kirinê xurt nebûne û negihîştine asta nizmatiyên mezin yên ku bi xwe re çareseriyeke durust ji bo kirîza Sûriyê tînin.lê ema di heman demê de jî dest bi dnîna ihtîmalên heyî ji bo çareser kirinê ,di siya veguherînên qualtatîv yên ku helwestên hêzên nav netewî ji bo aloziyê gur kirin û hemû belgeyên tasyonê yên berdêlvanî di navber wan hêzan de danîn.

11.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً