DÊRA ZOR – Li Dêra Zorê bi tevlîbûna 700 ciwanî dewreya QSD ê bi dawî bû, di merasîmê bidawîkirina dewreyê de eşîreyên Heremê kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Piştî pêşketinên ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD di çarçoveya Operasyona Bagera Cizîrê de bi destxistî de ku hejmarek ji herem, gund û gundewarên Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ rizgarkirin. Gelê Dêra zorê ji bû ku xwe bi rêxistin bikin û parastina welatê xwe bikin tevlî refên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ê bûn.
Di 10 Çileya 2018 an de 700 şervanên ji pêkhateyên Ereb ji navçeya Elkesrat li gundewarê Dêrazorê perwerda xwe bi dawî kirin. Di mersîmê bi dawî kirina perwerdê de hejmarek mezin ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratik QSD ê, buroya Peywendiyên Giştî ya QSD ê û şêxên eşîran beşdar bûn, merasîma bi deqeyekê rêzgirtin li ser şehîdan destpêkir, piştre ji aliyê şervanan ve torena leşkerî hat liderxistin.
Ji aliyê Berdevkê Eniya Başûr di nav Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ê Bolat can ve axaftin hate kirin, destnîşan kir ku bi tevlîbûna ciwanên Dêra Zorê ji hêzên QSD ê re ku aramnca wan parastina welat û gel cihê serbilindahiyê ye, her wiha anî ziman ku em wekî Hêzên QSD ê qebûl nakin ku rêjîma Sûriyê ji nû ve herman kontrol bikin ji ber ku ev herem bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin, piştre bi navê rûspiyên heremê û serok eşîreyên Dêra Zorê Şêx Hemd Şihadê axivî û wiha got: em amade ne ku piştgiriyê bidin hêzên QSD ê li dijî ku em hemû bajaran ji terorê rizgarbikin û gel xelas bikin. Şêx Hemed di dawiya axaftina xwe de spasiya şervanên QSD ê kir ku derfetê perwerdê li pêşiya ciwanan vedike da ku xwe perwerde bikin. Her dawî merasîm bi dîlan û stiranên şorerşgerî bi dawî bû.
13.01.2017
Rojev24