NAVENDA NÛÇEYAN- Di qada leşkerî ya şerê Sûriyê de pêşketinên ber bi çav bi taybet li eniya Bakurê Sûriyayê de rû didin û ev yek di demeke wiha pêk tê ku çeteyên DAIŞ ê piştî operasyonekê li gundewarê Idlibê û ber bi gundewarê Bakurê Hemayê ve vekşiyan e bû.
Çawa çeteyên DAIŞê ji Idlibê derketin ? Çima hêzên muxalefetê armanca xwe ya sereke ji bîr kirin û bi DAIŞê re micûl bûn ?
Di 23 ê Îlona 2017 an de hate ragihandin ku Hêzên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet Al Nusra berê) û girûpên girêdayê wê dest bi operasiyona (Ya Ûbad AlAH Îsbîtu) kirin, hate zanîn ku armanca wê ewe ku rê li pêşiya pêşketinên rêjîma Sûriyê bigire, xetek parastinê li derdora Idlibê avabike û ber bi Bakurê gundewarê Hemayê ve pêşvebiçin. Hate eşkere kirin ku Operasyon bi awayekî serkeftî derbads bû ku bi dehan gund li Bakurê gundewarê Hemayê xistin bin kontrola xwe de.
Ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve ji ber ku bi şerê li gundewarê Dêra Zorê û Albû Kemal re micûl bû derkete holê ku li Bakurê Hemayê lewazbûn jiyan kir, hate zanîn ku ji ber vê lewazbûnê Rêjîma Sûriyê rê da DAIŞê ku derbasî noqteyên navbera wê û Heyet Tehrîr ELŞam de li Bakurê Rojhilatê Hemayê bibe. Derkete holê ku ev yek bû sedema derketina pevçûnan di navbera Heyet Tehrîr ElŞam û çeteyên DAIŞ ê de, bi vê Rêjîm ji rojeva Heyet Tehrîr ElŞam derkeve.
Di vê demê de Rêjîma Sûriyê dest bi operasyonekê li gundewarê bakurê Îdlib kiriye, di encama vê operasyonê de bi dehan gund ji Heyet Tehrîr El Şam û hêzên girêdayê wê bidestxistiye.
Rêjîma Sûriyê wê di demeke nêz de Idlibê bidestbixe û bike dû parçe (Hevpeymana Rojhilatê xeta Tirên ê)
Li gorî gelek jêderên herêmî hate tekez kirin ku Rêjîma Sûriyê ji 22 Îlona 2017 an de ve nêzî 95 gund li gundewarê Hemayê û Idlibê ji destê Heyet Tehrîr El Şam derxistiye, di nav de 60 gund li Başurê gundewarê Îdlibê ne, her wiha bajarokê Sincar yê stratejîk di nav de ye û ji wê derê de Rêjîmê berê xwe daye belafirgeha Ebû ElZihûr a leşkerî ku niha di navbera Rêjîm ê û balafirgeha Ebû ElZihur çend kîlo metir mane .
Ev pêşketinên balkêş ên Hêzên Rêjîmê ji aliyê belgeyên Opozisyonê ve hatine eşkere kirin û hate xuya kirin ku li gorî hevpeymana Rêjîm û hêzên girêdayî wê dest danîn e ser Rojhilatî xeta Tirênê, di eynî demê de ji aliyê Tirkiyê ve hêzên xwe şandiye Tuxûmê Efrîn ê û dibe ku hêzên li Îdlib û gundewarê Helebê alîkariya Tirkiyê di êrîşa wê ya li ser Herêma Efrîn ê bikin.
Di nava liv û tevgera Rêjîmê û Hêzên muxalefetê de cihê DAIŞ ê di şerê Îdlib de çi ye ?
Çeteyên DAIŞ ê li Rojhilatê gundewarê bajarê Hemayê serweriya xwe fereh dike û ev yek li ser hesabê herêmên rêjîma Sûriyayê û Tehrîr El Şam e , ku ti gule rastî çeteyên DAIŞê nekirine, tersî wê rê jê re hat vekirin ku serweriya xwe li gundewarê Hemayê berfireh bike.
Ji milekê din ve jî ji herêmên Hewd El Yermûk û Şam ê bi dehan endam û mîrên DAIŞ ê ber bi gundewarê Başurê Îdlibê ve reviyane. Tê zanîn ku di demên borî de Ketîbeya El Sultan Murad ya bi piraniya xwe turkuman in ji Tirkiyê hatine, ku di wê demê de Tirkiyê dest bi valakirina zindanên xwe kir ku di nav wan de 200 çeteyên DAIŞ ê hebûn e ku di demên cuda de di 2017 an de hatibûn girtin.
serbestberdana 200 çeteyên DAIŞ di erda Tirkiyê de çêbû ye û ev di riya deriyê Atma yê ku di destê Heyet Tehrîr El Şam de ye pêk hatiye û ji gundewarê Başurê Îdlibê ve derbasî Idlibê bûne.
15.01.2018
Rojev24