NAVENDA NÛÇEYAN: Artêşa Tirkiyeyê piştî daxuyaniyên dubare yên Erdogan ku hewl dide herêma Efrînê dagir bike, Tirkiye baş dizane ku ev gund xwedî cihekî stratejîk e û têde gelek şûnwarên dîrokî hene, ji ber vê yekê hewl dide bi van êrîşên xwe dîroka gelên herêmê û şaristaniyên wê winda bike di van çend rojên dawî de êrîşên xwe li dijî gelek gundên navçeya Şêrewa û Cindirêsê yên Herêma Efrînê zêde kirine.
Di 13 çileyê de
– Artêşa Tirkiyê piştî gundê Qere Baba, êrîşên xwe gihan herêmên derdorê, li ser vê yekê şervanên YPG û YPJ‘ê mafê parastina rawa bi kar anîn.
– piştî topbarana li ser gundê Qere Baba, artêşa Tirkiyê êrîşên xwe gihandin Pira Heşrekiya û gundê Ferferkê yên herêma Racoyê. Li ser vê yekê şervanên YPG û YPJ‘ê bersiva êrîşan dan. Di encamê de di navbera şervanan û artêşa Tirkiyê şer derket.
– Artêşa Tirkiyê û komên girêdayê wê herêma Efrînê topbaran kirin. Komên çekdar derdora gundên Celemê yê herêma Cindirêsê û gundê Îska yê navçeya Şêrawa yên Efrînê topbaran kirin. Hate diyar kirin ku gelek topên ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) a girêdayî dewleta Tirk avêtine, li nava erdên çandiniyê û li ser van giran van gudan ketin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi çekên nîvgiran bersiv dane baragehên çeteyan ku topan jê davêjin.
– Artêşa Tirkiyê Cindirêsê topbaran kirin. Her wiha artêşa Tirk ji qereqola ser sînor ê herêma Hatayî ya ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gundê Dîr Belot ê herêma Cindirêsê topbaran kirin.
– Artêşa Tirkiyê ji qereqola Siciye ya ser sînor navçeya Şiye ya Cindirêsê topbaran kirin û zêdetirî 5 obîs li gund û girên navçeyê ketine.
Di 14 çileyê de
Artêşa Tirkiyê gundên Basûfanê yê navçeya Şêrawa û herêma Vêlat Qadî yê navçeya Şera bi hawan û fuzên katyoşayayê topbaran kirin.
– Artêşa Tirkiyê ji keleha Semanê gundên Basûfanê yê navçeya Şêrawa yên kantona Efrînê, topbaran kirin. Hate ragihandin ku 3 topên hawanê li derdora gundên navborî ketine.
– Artêşa Tirkiyê ji herêma Ezazê herêma Vêlat Qadî yê navçeya Şera bi hawanan topbaran dikin, derbarê encamên topbaranê de windahiyên ruhî çênebûn.
– Artêşa Tirkiyê gundê Xerzawiyê yê navçeya Şêrawa topbaran kirin. Hate diyarkirin ku 10 fuzên katyoşa li gund ketin.
Di 15 çileyê de
– Komên çekdar yen girêdayî Tirkiyê du top avêtin navenda kantona Efrînê. Di heman demê de balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.
– komên çete yên girêdayî artêşa Tirk ji Çiyayê Şêx Berekat ê Rojavayê Helebê du topên hawnê avêtin navenda kantonê. Derbarê ziyanan agahî nehatin bidestxistin.Hate ragihandin ku 4 balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser kantonê geriyan.
-Artêşa Tirk li ser sînorê navçeya Bilibilê du kevirên Dîwarê Şermê rakiriye da ku wekî deriyekî veşartî bikar bîne. Her wiha li şûna van keviran deriyekî hesin ên dijî guleyan siwar kiriye. Hat diyar kir ku ev korîdor di 16’ê kanûna 2017’an de ji bo derbaskirina maşîneyên leşkerî hatiye vekirin û li jora wê jî ala Tirkiyeyê hatiye bilindkirin. Li gorî zanyariyên nûçegîhanê me, di deriyê ku Artêşa Tirk daniye de pencereyeke biçûk heye, li rex derî 6 maşîneyên leşkerî hatine bicihkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku derbasbûna alavên leşkerî were hêsankirin.Ev korîdora sêyemîn e ku Artêşa Tirk li ser sînorê kantona Efrînê vedike. (https://youtu.be/IfauOo3R0hc).
Di 16 çileyê de
– Artêşa Tirk êrîşî gundê Bircik Silêman a navçeya Şêrewa armanc kirin. Gundê Bircik Silêman 30 km başûrê bajarê Efrînê dikeve û 30 km li bakur rojavayê bajarê Helebê dikeve. Di vî gundî de gelek şûnwarên dîrokî yên kevnar hene û xwedî cihekî stratejîk e. Ji ber vê yekê artêşa Tirkiyeyê dubare gund topbaran dike û hewl dide dagir bike.
-Artêşa Tirk ji ser keleha Seman, bajaroka Daritizzê ku niha çeteyên girêdayî wê têde bi cih bûne, kir.
16.01.2017
Rojev24