LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Artêşa Tirk gundên Kobanê topbaran dike

Artêşa Tirk gundên Kobanê topbaran dike

KOBANÊ – Artêşa Tirk gundê Zormixarê yê rojavayî bajarê Kobanê bi awayekî dijwar topbaran dike.

Li gorî çavkaniyên ji YPG`ê, gundê Zormixarê yê li ber qeraxa çemê Firatê, ji saetên sibehê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.

Li gorî heman çavkaniyan, artêşa dagirker ji noqteyên xwe yên di axa Bakurê Kurdistanê de gundê navborî topbaran dike. Heta niha derbarê encamê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Gundê Zormixar 30 km li rojavayî bajarê Kobanê ye. Li beramberî gund bajarê Cerablûs ê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û li aliyê wê yê bakur jî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Aartêşa Tirk û grûpên çekdar yên girêdayî wê kantona Efrînê topbaran dikin. Ji aliyekî din ve jî Erdogan gefxwarinên dagirkirina Efrînê zêde kirine.

18.01.2018

Ajans

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً