LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Eşîreyên Ereb: Em li pişta Efrînê ne

Eşîreyên Ereb: Em li pişta Efrînê ne

TEBQA – Şêx û rûspiyên eşîreyên Ereb ên bajarê Tebqayê gotin ku ew ê nehêlin sînaryoha Bab, Ezaz û Cerablusê dîsa dûbare bibe û wê hemû eşîreyên Ereb ji bo parastina Efrînê bikevin nava tevgerê.

Tevahiya pêkhateyên gelên Sûriyeyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê ne. Şêx û rûspiyên eşîreyên Ereb ên bajarê Tebqa yê herêma Reqayê têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivîn.

Şêxê Eşîreya El-Wehib, Ehmed Hamid El-Hesen ev axaftin kir “Em tu carî dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nakin. Tirkiye dixwaze di navbera eşîre û pêkhateyên herêmê de fitneyê derxe. Em jî vê yekê dibêjin ku em ê wekî Kurd, Ereb, Suryan û hwd li ser hîmê biratiya gelan jiyan bikin. Em bi yek dilî û yek destî li hemberî dagirkeriya Osmaniyan bisekinin.”

El-Hesen diyar kir ku wê hemû eşîreyên Ereb ên herêma Tebpaqyê bi ciwan, jin, mêr û şêxên xwe ji bo parastina Efrînê bikevin tevgerê û li hemberî çeteyên “Mertala Firatê” şer bikin.

Şêxê Ereb ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir “Dagirkeriya Tirk a Erdoganîst dê bi ser nekeve. Ev yek ji herî kesî re jî zelal û eşkere ye. Em ê nehêlin sînaryoha Bab, Ezaz û Cerablusê dîsa dubare bibe. Em buhisteke xaka xwe ku QSD’ê rizgar kiriye jî nadin.”

Ji rûspiyên qebîleya Şemer Şêx Ferhan El-Emalê jî ev tişt got “Bi navê xwe û navê eşîreyên Reqa û Tebqayê dibêjim ku em qebûl nakin kes destwerdanî karûbarên me bike. Efrîn parçeyek ji xaka Sûriyeyê ye û em hemû yek in. Gelê Reqa wê li kêleka gelê Efrînê bisekine û parastina xaka wê bike.”

Şêx Ferhan El-Emalê bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê hewl dide li bajarê Minbicê di navbera pêkhateyan de tevlîheviyan derbixe, lê eşîre û pêkhateyên herêmê yek in û wê li hemberî hewldanên tevlîhevî û dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin.

20.01.2018

Ajans

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً