LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Heremên Sûriyê têne “Tetrîk” kirin ?

Heremên Sûriyê têne “Tetrîk” kirin ?

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî xebatê ku Tirkiyê li heremên Sûriyê Azaz, Cerablis û Bab ê dike tê wateya ku herem têne Tetrîk kirin da ku wan hereman bibe bi ser Tirkiyê ve û serweriya xwe ya li Sûriyê yasayî bike.

Ji destpêka koçberiya gelê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve avakirina kampên penaberên Sûriyê tê kirin, di van kampan de rewşeke ku sivîl têne hembêz kirin, têne parastin, têne bickirin, zarok têne perwerde kirin, têne birêxistin kirin derdikeve holê.

Li gorî çavkaniyên rast rast ji nav kampên ku Tirkiyê birêvedibe hate eşker kirin ku ew kamp xwedî Rêveberiyeke Tirkî ye û li wan hereman tişta ku misoger e Wêne Al û polîtîka Tirkiyê ye.

Di wêneyên ku herî dawî hatine weşandin de derdikeve holê ku Tirkiyê li heremên ku niha li Bakurê Sûrityê lê bicih dibe wekî Azaz, Idlib û Cerabils rastî Tetrîk kirinê tên.

Derbarê rewşa wan Herman de çavkaniyan eşkere kirin ku bi sîstemeke Tirkî û di bin Al a Tirkiyê de û wêneyê Erdogan de her tişt tê birêvebirin, ku li ser Bawernameyên xwendinê Ala Tirkiyê hatiye danîn û pêre jî wêneyê Al a komên Opozisyonê yên bi ser El Qayîdê de hatiye danîn, di heman demê de li ser nexweşxaneyên Cerablis ê û Ezaz Al a Tirkiyê hatiye danîn.

Herî dawî jî li gorî Ajansa TRT ya Hikûmeta Tirkiyê Heyva Sor ya Tirkiyê li Idlibê amadekariya vakirina kampeke ya penaberên Sûriyê li Idlibê dike.

Li gorî çapemeniya TRT hate ragihandin ku kampeke ya penaberên Sûriyê ku li gundewarê Idlibê ku 4 hezar kesî dihewîne avadike.

Cîgerê Hevrêziya Çalakiyên Heyva Sor ya Tirkiyê li Sûriyê Fatih Kokcan ragihand ku bi piştgriya Rêvebriya rewşên awarte ya Tirkiyê (AFAD) wan 515 kon li gundê Kelbîda li Idlibê vedane û ji niha de 40 malbat ji bo kampeya nû hatine veguhestin, di heman demê de da zanîn ku ew ji bo 750 konên nû ku wê 4 hezar kesî bihewîne amadekariyan dikin. Hate ragihand ku ev kampe di nav xwe de dibistan, mizgeft û navendeke ya Tenduristiyê heye.

Li goî çavkaniyan hate eşkere kirin ku di vê kampê de penaberên Sûriyê ji heremên Rojhilatî Hemayê û başûrî Idlibê têne bicih kirin.

Hikûmeta Tirkiyê bi Partiya nijadperset AKP ê ve, îro li Idlibê hemû komên çekdar yên ku nav lê dike Hêzên Opozisyona Sûriyê li heremên Hemayê û Idlibê têne bicihkirin, di heman demê de Tirkiyê da ku van hereman bibe ser Tirkiyê wekî Cografî (Erdnîgarî) mîna Iskenderon, niha li wan hereman kampan vedike û bi vê yekê him di milê Leşkerî de û him jî di milê Civakî de wan birêxistin dike. Ev civak ku li gorî hişmendiya Tirkiyê têne perwerde kirin rastî helandinekê tên û Tirkiyê wan li dijî Rêveberiya Bakurê Sûriyê bi pereyan derdixe çalakiyan û bi Ala Tirkiyê û wêneyê Serokomarê wê Erdogan çalakiyan lidardixin.

Li gorî çavkaniyên ji wan hereman dane zanîn ku herem roj bi roj rastî helandinekê tên û Tirkiyê dixwaze siyaseta Tetrîk kirinê lipêşbixe.

20.01.2018

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً