LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Şehbayê 4 Leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

Li Şehbayê 4 Leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

EFRÎN – Hêzên YPG/YPJ′ê bersiva topbarana artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê yên li ser herêma Efrînê didin û hewldanan derbasbûna artêşa Tirkiyê herêmê têk birin, di encama şerê ji duh ve heta niha li Kantona Şehba 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Şevê din di navbera saetên 19.00-21.00′ê şevê de girên Dilsoz û Dilşad ên herêma Cindirêsê ji aliyê artêşa Tirk ve bi çekên BKC hatin hedefgirtin. Her wiha artêşa Tirkiyê girên Bextiyar û Banî ên li heman herêmê jî bi doçka, hawan û ubîsan hedef girtin. Hêzên Yekîneyên Parastinê bi çekên giran bersiva êrîşan dan.

Li aliyekî din jî artêşa Tirk û komên girêdayî wê yên li Kela Semanê bi cih dibin, gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa hedef girtin.

Her wiha artêşa Tirk û komên çekdar yên li gundewarên bakurê Helebê bi cih dibin jî, gundên ″Baflûn, Dîkmadaş, Vîlat El-Qadî, Merenaz, Beylûniye″ yên girêdayî navçeya Şera bi hawan û ubîsan hedef girtin, di encamê de ziyan gihîşt mal û milkên welatiyan.

Di navbera saetên 22.00-01.00′ê balafirên keşfê yên girêdayî artêşa Tirk li ser navçeya Bilbilê geriyan. Saet di 19.00′an de jî erebeyeke zirxî ya Tirk hewl da derbasî gundê Baliya ya navçeyê bibe. Hêzên Yekîneyên Parastinê erebe hedef girtin û neçar kirin ku paşve vekişe.

Nêzî saet 01.00′ê de jî artêşa Tirk bi hawanan gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê hedef girtin.

Li Kantona Şahbayê jî Hêzên Şoreşger derbeyên bersiva êrîşên artêşa Tirk û komên çekdar yên li ser malên sivîlan dan. Di encamê de 4 çekdarên artêşa Tirk hatin kuştin û 5 çekdar birîndar bûn.

Îro ji saetên sibehê ve jî balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê Kantonên Şahbayê û Efrînê digerin.

Her wiha artêşa Tirk û komên çekdar gundên ″Beylûniyê, Malikiyê, Vîlat El-Qadî û Berede″ yên navçeya Şera hedef girtin. Di encamê de du welatiyên sivîl birîndar bûn.

20.01.2018

Ajans

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً