LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Efrîn ne bi tenê ye “

“Efrîn ne bi tenê ye “

QAMIŞLO – Bi hezaran pêkhateyên herema Cizîrê ji bo destdirêjî û dagirkeriya Tirkiyê kom bûn û bi meşekê helwesta xwe anîn ziman û mesaca Efrîn ne bi tenê ye dan.

Li navçeya Amûdê ya bi ser Kantona Qamişlo ve ya herêma Cizîrê ya bi ser Federaliya Bakurê Sûriyê ve bi hezaran gelên herêma Cizîrê ji Kantonên Hesekê û Qamişlo li Amûdê kom bûn û ji bo Efrînê meşek hate organîzekirin.

Meş ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk TEV DEM ê ve hate organîzekirin ku di riya daxuyaniyekê banga tevlîbûna vê meş ê hate kirin, li ser banga TEV DEM ê bi hezaran kes ji Efrînê re gotin em bi te re ne û dilê me ji bo te lê dide û em dagirkeriya Erdogan şermezar dikin hate gotin.

Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk abi tundî şermezar kir û bang li Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemû mirovahiyê kir ku li hemberî van êrîşên hovane û neheq xwedî helwest bin. Her wiha bang li civaka mirovahiyê kir ku berxwedana Efrînê destek bikin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîşên dewleta faşist a Tirkiyeyê ne tenê li dijî Kurdan e, lê belê li dijî Ereb, Çeçen, Turkmen û hemû pêkhateyan e.

Di meşa bi hezaran kesî dirûşmeyên Na ji dagrkeriya Erdogan re, Efrîn tu ne bi tenê ye, Emê hemû ji bo Efrînê bi rihê seferberiyê tevbigerin, Serkeftin ya gelê me ye û Bijî berxwedaniya Efrînê hatin avêtin.

Di meşa ku hatî organîzekirin de ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan tevlî bûn û meş bi tevlîbûna mamoste, Hêzên HPC, Asayîş, YPG û YPJ, Kongira STAR û Serokên desteyên Rêveberiya Xweser tevlî bûn.

 

21.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً