EFRÎN – Êrîşa dagirkirina gundê Baliya yê Efrînê ji aliyê Hêzên Parstina Gel û Jinê YPG û YPJ`ê ve hate şikandin.
LI gotî nûçegihanên ajansa ANHA yê ji herêma Efrînê raghandin ku artêşa Tirk tevî gelek topavêjin xwe hewl da derbasî gundê Baliya yê girêdayî navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê bibe.
Ajansê diyar kir ku Hêzênên YPG û YPJ`ê li hemberî dagirkirina gund berxwedaneke mezin nîşan didin. Li ser berisvdayîna Hazing YPG û YPJ, êrîşa dagirkirina gund hate şikandin û gelek topavêjin artêşa dagirker paşde vegeriyan.
Ajansê destnîşankir ku tenê topavêjeke artêşa Tirk li herêmê maye û şervanên YPG û YPJ`ê jî derbeyan lê didin. Her wiha di van kêliyan de balafirên artêşa Tirkitê jî li ser herêma Efrînê digerin.
21.01.2018
Rojev24