NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk beriya çend saetan êrîşî bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê Û Dêrikê kir û beramberî vê yekê jî Hêzên YPG bersiva êrîşan dan û hate zanîn ku kuştiyên artêşa Tirkiyê çêbûn e.
Di çarçoveya êrîşên Tirkan de ku dixwaze bi çi awayî be Bakurê Sûriyê û bi taybet heremên ku ji aliyê Hêzên QSD ê ve têne kontrol kirin dagir bike. Di îlankirina Tirkiyê ya operasyona Şaxê Zeytûnê de ku armanca wê ewe ku derbasî Efrînê bibe û li paş jî dibêje rêza Minbicê ye.
Tirkiyê îro di saetên dawî de dest bi êrîşa xwe ya li ser bajarê Serêkaniyê bakurî Kantona Hesek kir, û di encamê de Hêzên YPG û YPJ bersiva êrîşan dan û li gorî çavkniyên leşkerî ji bajar ve hate zanîn ku ev çend saet şer didomin û pevçûn di riya sînor de pêk hatiye. Di encamê de kuştiyên artêşa Tirkiyê hene.
Di heman demê de bi pevçûna ku li Serêkaniyê çêbû de li aliyê bajarê Dêrik ê ve ya bi ser kantona Qamişlo ve jî li gundê Zihêriyê yê bi ser sînor ve êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hate kirin û di encama bersivdayîna Hêzên YPG ê de pevçûn derket, lê derbarê dateyên êşrîşê de agahî ne hatine zanîn.
Ev 6 heyvin ku ji aliyê Berpirs, Serok û Rêveberên Tirkiyê ve daxuyaniyên dagirkirina Herêma Efrînê têne dayîn, naveroka wan daxuyaniyan ewe ku welatê wê di xetera terorê de ye, Emê nehêlin heremke Kurdî avabibe û em sînorê xwe diparêzin ango ev herêm herêmeke ya kêm pevçûne ye.
Lewra di 20 çileyê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û komên çekdar ên girêdayî wê ji heremên Idlib û Ezaz û hwd din ve topbaran û êrîşa li ser Efrînê bi belafiran û topan hate destpêkirin.
Lê di rastiya ku derdikeve holê de û li gorî çavkaniyên herêmî hate eşkere kirin ku Tirkiyê him li Efrînê, Minbicê, Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê tevgera xwe zêde kiriye û sewqiyateke leşkerî ber bi sînorê Bakurê Sûriyê de aniye.
Li gorî anlîzvanên siyasî hate zanîn ku Tirkiyê armanca wê ya sereke xerakirina aramiya li Bakurê Sûriyê ye û ev yek bi kirîz û aloziya Tirkiyê ya hundirîn ve îfade kirin.
22.01.2018
Rojev24