LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Derewkeriya Ragihandina Tirkan derkete holê

Derewkeriya Ragihandina Tirkan derkete holê

NAVENDA NÛÇEYAN – Dîmenên ku Tirkan wekî topbarana Tirkiyê li ser Efrînê nîşan daye derkete holê ku yên sala 2014 an yê şerê Ermenîstanê ye. Beramberî vê yekê gelê Efrîn dibêje ‘Em ê nekevin bin şerê psskolojî yê ku Tirkiyê dimeşîne.’

Di berdewamiya şerê psikolojî yê dewleta Tirk de bi armanca hewayê şerê di nav gel de çêkirin, gelek dîmen û wêne hatin belavkirin, di wan dîmenan de jî lêdana Tirkan ji Efrînê re, derbasbûna komên çekdar ji Efrînê re dihatin xuya kirin, lê li gorî çavkaniyên ji nava Ragihandina Tiorkiyê bi xwe derkete holê ku ew dîmen ne yê Efrînê ne û ew yê pevçûnên sala 2014’dê di navbera Ezerbaycane û Ermenistanê de qewimî bu û dîmenekî din ku hatiye weşandin de ji aliyê Tirkiyê ve bi taybet ji aliyê TRT TV yên sala 2012 an yê trajediya Rûsya ku têde beramberî hev 10 hezar û leşker hene ku wekî tedbîqat di 17-23 Îlona 2012’an de pek anîbun.

Li gorî dîmenê ku A Heber kenala Tevlizyonê ya Tirkan ku weşandiye, tê de nîşan dide ku ew dîmen yê topbarana Tirkan li ser Efrînê ye, lê derkete holê ku ew dîmen yê sala 2014 an yê şerê Okraniya, Azrebîjan û Armenstanê ye.

Her wiha dîmenên ku li ser kenalên Tirkan têne weşandin de dîmenên ku Rûsya di 2012 an de li Qefqasya yên tedîbqatên leşkerî ku çêkiriye ku di 17-23 Îona 2012 an de 8 hezar leşker tevlî bûne û 2 hezar leşker jî beramberî wê wekî tirajîdya ye û ew dîmen ji aliyê Kenala bi navê Mir24 ku zimanê Rûsî diweşîn e di sala 1992 an de hatiye peyda kirin.

Gelê Efrînê derbarê topbarana dewleta Tirk de mesaca xwe tînin ziman, di nav rewşa topbarana ku Tirkiyê li ser herêma Efrînê dike de rewşeke ku Tirkiyê derdixe pêş rev, topbaran, Efrînê dorpêç kirn e.

Gelê Efrînê helwesta xwe ji ajansa me re parve kirin, kesê bi navê Omer Mûsa ku ji navçeya Raco ya Herêma Efrînê ye destnîşan kir ku ev derbe, kuştin û topbarana ku Tirkiyê li ser Ragihandina xwe dide pêş ne rastin û pir ji heqîqetê dûrin, Mûsa di berdewamiya axaftina xwe de got: Niha Tirk topbaran dikin lê li hemberî wê berxwedanî jî heye û emê serî netewînin û emê bi darên Zeytûnê ku sembola xêrê ye ku Tirkiyê dixwaze bizîvirîne semboleke şer Tirkiyê têk bibin.

22.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً