LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Eskerê ku bi zorê here şer wê bireve

Eskerê ku bi zorê here şer wê bireve

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyê di çarçoveya operasyona Şaxê Zeytûnê de çekdaran ji heremên Ezaz, Mara, Cerablis û Rayî ve ber bi Efrînê ve dibe, lê ji ber ku ew çekdar bi zorê têne şandin di nav şer de direvin lewra ji aliyê Tirkiyê ve herî dawî 14 çekdar hatin kuştin. Malbatên çekdarn jî daxwaza vegera zarokên xwe dikin.

Li gorî çavkaniyên ji nava Tirkiyê de hate ragihandin ku 10 basên ku komên çekdar ên opozisyonê ji aliyê Tirkiyê ve ji gundê Xerabit Camûs ku beramberî sînorê Efrînê ye ber bi Efrînê ve têne veguhestin, bi taybet ji milê gundê Sorka yê Efrînê.

Di roja sêyemîn de ji armanckirina artêşa Tirkiyê Herêma Efrînê de Tirkiyê ji du aliyan ve him ji milê Mara, Ezaz, Ceablis û Idlibê ve komên çekdar yên ku li wê deverê bi cih kirine ber bi Efrînê ve dibe û ev yek di çarçoveya operasyona Tirkiyê ya bi navê Şaxê Zeytûnê de ye ku ji aliyê Serokerkaniya Tirkiyê ve di 20 Çileyê de hate ragihandin de ye.

Tirkiyê ji milekî din ve jî da ku Efrîn ê dorpêç bike bi artêşa xwe ve ku îdaa dike 20 hezar leşker e li ser sînorê Efrîn ê tevdigere û bi topban û belafiran cihên sivîlan topbaran dike da ku herêma Efrînê ji sivîlan vala bike û şerekî pskolojî di nav gel de çêke.

Çavkaniyên ji herêmên Mara, Ezaz, Cerablis û Rayî eşkere kirin ku gelê herêmê ji ber Tirkiyê di tirs û xofê de ye ku malbatên çekdarên ku bi zorê berê wan ji aliyê Tirkiyê ve dane Efrînê daxwaz dikin ku zarokên wan vegerin û bi vê yekê li dijî siyaseta Tirkan a biçek kirina zorê ya zarokên xwe de bertek nîşan dan.

Herî dawî jî li gorî ku hate belavkirin de 14 çekdar ku nav li wan tê kirin Artêşa Azad yên opozisyona Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve têne birêvebirin dema ku dixwazin ji pevçûnên li ser Efrînê de birevin ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin kuştin.

22.012018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً