LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / PKK: Efrîn wê bibe gora faşîzma AKP û MHP ê

PKK: Efrîn wê bibe gora faşîzma AKP û MHP ê

NAVENDA NÛÇEYAN – PKK’ê berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav kir û bang li her kesî kir ku li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê têbikoşin. PKK’ê got, “Efrîn wê bibe gora faşîzmê. Faşîzma AKP-MHP’ê wê di nava xwîna dirijîne de bifetise.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku artêşa Tirk a faşîst ji êvara 20’ê Çileyê ve bi balafirên şer û ji bejahî ve êrîşî Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li vê erdnîgariya xweş û bedew ku van pênc salên dawî cihê herî aram ê Sûriye û Rojava ye û civakên Kurd, Ereb û Tirkmen li ser bingeha xweseriya demokratîk bi biratî lê dijîn, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku zarok jî di nav de hene, bi dehan kes birîndar bûn û zerar li cih û warê mirovan bû.”

PKK’ê destnîşan kir ku ev êrîşa faşîst, mêtinger, qirker û dagirker li dijî tevahiya gelê Rojavayê Kurdistanê, şoreşa azadiyê û gelên Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: “Ev êrîşa faşîst-qirsker li dijî tevahiya gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk tê kirin. Lewma, em bawerin ku gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahî wê li ber van êrîşên barbar ên faşîzma AKP-MHP’ê rabin û bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin berxwedana gelê Efrînê. Em berxwedan gelê Efrînê û hemû mirovahiyê ya li dijî êrîşên qirker, mêtinger û faşîst ên AKP-MHP’ê silav dikin, şehîdên xwe yê leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û ji hemû berxwedêrên azadiyê re serketineke mezin dixwazin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê da xuyakirin ku faşîzma AKP-MHP’ê ji ber karakterê xwe yê dijminatiya li Kurdan derbasî nava sînorê Sûriyeyê bûye, êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Kantona Efrînê dike û bi rêya vê yekê dixwaze armanca xwe ya ji bo qirkirina Kurdan bibe serî.

dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev êrîşên ku ji komkujiya Mereşê dest pê kir û heta hewldana dagirkirina Efrînê dewam dikin, ji bo bê Kurd hiştina rojavayê Firatê ne û hat gotin, “Rêveberiya TC ku polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê bi temamî îflas kiriye, bi rêya êrîşkariya xwe ya dawî dixwaze ji nû ve bikeve rojevê. Eşkere ye ku faşîzma AKP-MHP’ê bi êrîşa dijî Efrînê re dixwaze tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Reqayê hilîne. Çawa ku tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê bi êrîşa 24’ê Tîrmeha 2015’an re hewl da ji gelê me yê li Bakurê Kurdistanê hilîne, niha jî dixwaze tola têkçûna xwe ya li pêşberî berxwedana lehengî ya gerîla û gelê Bakurê Kurdistanê ji gelê Efrînê hilîne. Bi taybetî, ji bo karibe têkçûna xwe ya navxweyî, doza Zarrab a li DYA pêk tê û teşhîrbûna xwe ya bi agahiyên endamên MÎT’ê yên hatin girtin re pêk hat binixumîne, hewl dide rojevê biguherîne. Wekî din, di hilbijartinên herêmî û serokkomariyê de ji bo pêşî li têkçûneke mutleq bigire, êrîşeke bi vî rengî dike. Lê belê divê bi rengekî vekirî bê gotin ku ev hemû plan wê pûç bibin û wê ti ji van armancên xwe bi ser nexînin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji bilî dijminatiya li Kurdan, qirkerî û êrîşkariya faşîst, ti wateyeke din a êrîşa dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî Efrînê nîne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Daxuyaniya ku dibêjin ‘Êrîş dijî PKK û DAÎŞ’ê tê kirin’ gotineke welê ye ku her kes henekê xwe pê dike. Îdîaya dibêjin ‘Efrîn gefeke mezin e li dijî paşeroja Tirkiyeyê’ dereweke mezin e ku ji bo xapandina gelên me û raya giştî ya cîhanê hatiye kirin. Êrîşa dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê û keriyên artêşa Tirk a faşîst eşkere ye ku li dijî gelê Kurd û hêzên wê yên azadiyê yekîneyên YPG/YPJ’ê ne. Ji ber vê yekê, kes ji derew û demogojiya faşîst a navborî bawer nake. Tevî ku hin hêzên global û herêmî di vê mijarê de bazariyeke qirêj ji bo berjewendiyên xwe kiribin jî, bêguman wê gelên herêmê û hemû mirovahî bi gelê me yê Efrînê û Rojava re be, mîna berxwedana Kobanê wê li dijî barbariya faşîst destekê bidin gelê Rojava.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir, faşîzma AKP-MHP’ê ku bi berxwedana gelên Kurdistanê û herêmê hatiye ber hilweşînê, bi rengekî dîn û har êrîşî dike, dixwaze Efrîn û Şoreşa Azadiyê ya Rojava tasfiye bike û eger jê nehat, dixwaze derbê lê bixe.

22.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً