LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê li gundên bi hezaran sivîl têde dijîn topbaran dike – Bi wêne

Tirkiyê li gundên bi hezaran sivîl têde dijîn topbaran dike – Bi wêne

EFRIN – Di roja sêyemîn ji topbarana artêşa Tirk li ser Herêma Efrînê de 17 sivîl şehîd bûne û 28 jî birîndar bûne, çavkaniyên herêmî ji nava Efrînê ragihandin ku gund û navçeyên ku bi hezaran sivîl têde dijî têne topbaran kirin. Beramberî wê jî Hêzên QSD ê bi destpêkirina operasyona Şoreşgerî ji duh ve gelek tang rûxandin e û gelek termê çeteyan ketiye destê wan.

Hêzên QSD ê di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ku duh ragihandibû li navçeya Raco du tangên din ên artêşa Tirk rûxandin û gelek leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Şevê din piştî ku Fermandariya giştî ya QSD′ê Hemleya Şoreşgerî li dijî Artêşa Tirk ragihand, şervanan li derdora gundê Edama yê girêdayî herêma Racoyê li dijî artêşa Tirk operasyoneke leşkerî li dar xistin. Operasyon heta saetên sibehê dewam kir û di encamê de hejmarek mezin ji leşkerên Tirk hatin kuştin, hejmarek leşker jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk di roja sêyemîn de Herêma Efrînê bombebaran dike. Bi qasî hate tesbîtkirin, di encama bombebarana du rojan de 17 sivîl şehîd bûne û 28 sivîlên din jî birîndar bûne. Li gorî bijîşkên nexweşxaneyên Efrînê dibe ku hejmara şehîd û birîndaran pir be. Di nava sivîlên ku şehîd bûne de, gelek ji wan zarok in.

Artêşa Tirk ji ber xwezaya çiyayî ya Herêma Efrînê ji aliyê bejahiya Efrînê ve nikare pêşve biçe, ji ber vê yekê topan davêje gundên herêma Cindirêsê. Ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê gundê Ceqela û Emra yên girêdayî herêma Raco, gundê Şêx Xoriz û Zera yên Bilbilê topbaran dike. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku li gundên navborî bi hezaran sivîl têde dijîn. Li beramberî van êrîşan ji aliyê Hêzên QSD`ê ve bersiv hate dayîn û li gundên navborî car caran şer rû dide.

Li gorî çavkaniyên ji nava Efrînê hate raghandin ku li derdora gundên Baliya û Kirdo yên navçeya Bilbilê şerên giran di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk de rû didin. Di heman demê de artêşa Tirk hewl dide derbasî gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê bibe, lê Hêzên QSD`ê derbeyên giran li wan didin.

Çavkaniyan dane zanîn ku balafirên keşfê jî li ser esmanê herêma Efrînê digerin.

22.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً