LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Berxwedana Efrînê: Şûna hezar carî carekê mirin baştir e

Berxwedana Efrînê: Şûna hezar carî carekê mirin baştir e

EFRÎN – Li herêma Efrînê ku bi destûra Rûsya dewleta tirk êrîşên hewayî û erdê ve du rojin destpê kiriye, ligel hemû hewildanan ji aliyê YPG û YPJ’ê ve berxwedaniyek bêhempa tê dayîn. Gelê Efrînê jî ku ji aliyê hemû hêzên dijber ve hatine dorpêçkirin û ligel israra şervanan ber bi çeperên şer ve diherikin, dibêjin “Şûna em herin bin zilm û zordariya komên çete yên Tirkiye û rejîmê hezar carî bimirin em dê li vir di çeperên berxwedanê de carekê bimirin çêtir e.”

Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê ku ev nêzî mehek û nîve di rojeva desthiladariya dewleta tirk bi taybetî jî Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan de ye, topbaran a ji berê ve jî li ser gundewar, navçe û bajarê Efrînê dihat kirin, di 20’ê çileyê de bi rakirina balafirên şer û bombebarankirinê re êrîşa hewildana dagirkeriyê bi awayek fermî dest pê kir.

Bêguman derbarê armanc û çima wek hedef Efrîn hatiye hilbijartin, hevdîtin, hevsengiyên hêzên navneteweyî û heremî, derbarê rewşa şer a heyî de ji xwe zelal bû, lê ji ber ku derbarê agahiyan de ji aliyê ragihandina hawiz ve pir zêde “Şerê Psîkolojîk” ketiye dewrê, pir agahiyên qirêj û ji navhev derneketî li hewa difirin, em ê jî hewil bidin li gor agahî û çavdêriyên xwe yên li heremê zelal bikin.

Heta seata beriya êrîşê trafîka hevdîtinan hebû

Li gor çavkaniyên taybet, nêzî mehekî heta seatek beriya êrîşa balafirên şer ên Artêşa Tirk a hewildana dagirkirina Efrînê, şandeyên dîplomasî hem yên dewleta tirk û hem jî yên rêveberiya Xweseriya Demokratîk, leşkerî û ewlehiyê û hem jî yên dewleta tirk siyasî û leşkerî bi Rûsya, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî re dihat kirin. Hin carina di asta serok komarî, serokwezirtî, hin carinan bi hêzên ewlekariyê û hin carinan jî bi taybetî di navbêra hêzên îstîxbaratî ya Rûs û dewleta tirk de pêk dihat û hewildanên lihevkirinê hatin çêkirin. Di encama vê trafîka hevdîtinê de, Rûsya ku ji xwe operasyona xwe ya li ser Idlibê pêk tanî berdewam dikir, ji aliyê Tirkiyê ve bi şertê ku destûra êrîşa hewayî ya li ser Efrînê bide, ji Rejîma BAAS re hişt. Li ser vê yekê ew pêvçûnên di navbêra Cebhet El Nûsra û hêzên Rejîma Sûriyê hebûn rawestiya û hêzên xwe kişandin koşeyekê û li benda talîmata dewleta tirk man.

Amerîka jî ku hevsengiyê esas girt, di hevdîtinan de diyarkirin ku ew dê xwe zêde têkilî vê şerî neke.

Hêzên leşkerî yên rêveberiya Federaliya Bakurê Sûriyê jî, di encama hevdîtinan de, helwesta xwe ya li hemberê pêşniyara Rûsya ya “Efrînê teslîmê Rejîma Baas bikin” zelal kir û gotin “Ne Tirkiye û ne jî Rejîm, em ê Efrînê nedin kesî. Eger êrîşeke hewayî çêbibe, em ji Amerîka û Rûsya dizanin. Bila baş bê zanîn ku eger şerek çêbibe û wisa dê tenê bi Efrînê bisînor nebe, ne tevahiya Sûriyê, ne bakurê Sûriyê û ne jî Rojava êdî rewş ne wekê berê be.” Bi vê re ji her aliyan ve noqteya dawî hate danîn.

Ev salek e êrîş tên kirin lê di meha dawî de ev êrîş zêdetir bû

Di esasê xwe de ev gef û êrîşên dewleta tirk a bi tang, top, obus û hawanan li ser Efrînê saleke dem bi dem hebû, lê piştî civîna Astana kete rojevê û Tirkiye bi Rûsya, Rejîm û Îranê re wek koordînatoriya civînê dikirin, di civîna duyemîn a Astana de ku biryara “Heremên kêmpêvçûn kete rojevê” Tirkiye çavê xwe berda Idlib, herêma Şehba û Efrînê jî. Sedem û armanca vê yekê ji xwe ji ber dewleta tirk jî gelek caran vekirî li xwe mikûr dihat, em naxwazin zêde dubare bikin lewra armanca sereke bi polîtîkaya “Bila kurd dayika xwe nebîne” re, deskeftiyên hêzên pêkhate û gelên bakurê Sûriyê ya gihiştiye asta Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê têk bibe û li ser maseya krîza Sûriyê de Tirkiye destê xwe bi hêztir bike ye.

Baş e Efrîn ê ku ketiye rojeva cîhanê û hevsengiya hemû hêzên heremê bandor dike, li kuye, rewş çiye, çima wisa girîng e, em hinek bidin naskirin.

Kantona Efrînê li milê bakur-rojavayê Sûriyeyê dikeve. Herêmeke çiyayî ye û bi xweza, hewa û çandiniya xwe navdar e.

Berî şoreşê zêdetirî 500 hezar kes li Kantona Efrînê dijiya û ev hejmar ne sabît bû, ji ber ku gelek welatiyên Efrînê ji ber siyaset û polîtîkaya aborî ya li ser herêmê berê xwe dabûn Helebê. Piştî şoreşê hejmarek mezin ji welatiyan berê xwe dan Efrînê û herwiha ji ber dorpêça tirkan û çeteyan gelek niştecihên herêmê berê xwe dan Tirkiye û Ewropayê. Ango niha em dikarin bêjin ku hejmara niştecihên Efrînê li derdora 450 hezar kesî ye. Piraniya niştecihên Kantona Efrînê ango rêje ji sedî 92 kurd in û li gundên başûr û başûr-rojhilatê Efrînê ereb jî hene. Di warê bîr û baweriyan de li Kantona Efrînê bi piranî musilmanên sunî hene, lê li kantonê gelek êzidî jî hene û her wiha xirîstiyan jî hene.

Penaberan xwedî dike

Ji ber şerê dijwar ê di navbera rêjîmê û çeteyan û şerên navxweyî yê li herêma Şehbayê û ji ber dizî û talanê ya çeteyan gelek kes berê xwe dan Kantona Efrînê. Ew welatî li kampên penaberan ên wek Kampa Robar ku li navçeya Şêrawa û Kampa Şehba ku li nêzî gundê Kiştearê ye hatin bicihkirin. Di kampa Robar de zêdetirî 5 hezar koçber dijîn û li ya Kiştearê jî nêzî 3 hezar koçber dijîn.

Rêveberî

Di Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn de hemû pêkhate, bawerî û partiyên siyasî cih digirin. Hem di meclîsa zagonsaz de û hem di Desteya Cihbicihkar de û di nava komîn û meclîsên taxan û bajaran de hemû pêkhate cihê xwe digirin û bi awayekî çalak tevdigerin. Efrîn wisa lê hatiye ku bûye cihê pirrengiya nêrîn, bawerî û olan û ji ber ku şiî, xirîstiyan, êzidî û sunî bêyî ku tehdeyê li wan bikin û astengiyan ji wan re derxînin bi rihetî li kolanên bajarê Efrînê û navçeyên wê digerin.

Tim bû hedef

Ji sala 2011an û vir de û piştî derxistina rêjîma El Baas ji Kantonê gelek êrîşên dijwar bi ser Efrîn de hatin. Ew êrîş jî ji aliyê komên çekdar û tundraw ên wek Cebhet El Nûsra, DAIŞ, Tevgera NûrilDîn Zinkî, El Mûhacêrîn û Ensar û El Qaydê ve pêk dihatin. Bi van êrîşan re bi awayekî hevwext ji aliyê dewleta tirk û komên çekdar ve jî li ser Efrînê dorpêç çê dibûn û welatiyên kurd ên Efrînê li ser rêyan dihatin girtin û serê wan dihat jêkirin û dihatin îşkencekirin. Şerên herî dijwar li navçeyên weke Cindirêsê, Şêrawa û Şera û li herêma Şehba rû dan û di encama wan şerên dijwar de bi sedan çete hatin kuştin. Di sala 2016an de hêzên QSD`ê karibûn herêmên berfireh ji çeteyên El Qayîdê ên li rojhilatê Efrînê rizgar bikin, lê ji ber piştgiriya tirka ev pêngav hat rawestandin.

Bajarê jinan

Di demên dawî de dewleta tirk û çete û Koalsiyona Mûxalefetê ku ji bo hinceta xwe ya êrîşê meşrû bikin propagandaya ku “Efrîn bûye hêlîna terorê” pêş dixistin. Lê belê dema mirov li rengîniya Efrînê dinihêre ev gotin dûrî rastiyê ye. Ji ber ku li tevahiya bakurê-rojavayê Sûriyeyê herêma herî ewle û azad Efrîn e. Bêyî kes mudaxilî wan bike gel bi rihetî bazarên xwe dikin û hetanî derengiya şevê li kolanan digerin. Mafê koçberên ku koçî Efrînê kirine bi her awayî tê parastin. Ango armanca van gef û êrîşên dawî yên li ser Efrînê, têkbirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş e.

Perwerde

Perwerdehî bi zimanê erebî û kurdî ye. Zanîngeha Efrîn jî yekemîn zanîngeh bû ku di şoreşê de li Rojava hatibû avakirin. Têde çend beş hene weke Wêjeya Kurdî, Ingilîzî, Kîmya, Endezyariya Çandiniyê, Pizîşkî, Ragihandin… Gelek dibistanên seretayî û amadehî li seranserî Kantonê hene. Zimanên Ingilîzî piştî refa sêyem û firansî piştî refa 7an tê xwendin. Zarokên ereb li gel zimanê xwe bi zimanê kurdî jî perwerdehiyê dibînin.

Hedefa yekemîn a balafiran Kampa Robar a Penaberan bû

Di hefteya dawî de ku ji xwe êrîşên topbaran, obus, hawan ên komên çekdar û dewleta tirk a li ser gundewar, navçe û bajarê Efrînê bênavber didomiya, bi daxuyaniya fermî ya dewleta tirk di seat 16.55’an de yên keşfê jî di nav de 72 balafirên şer ên ji Amed û bajarên din rabûn, li ser herêma Efrînê bombebaran kirin.

Di bombebaranê de hedefa yekemîn bêguman Kampa Robar a Penaberan ku piraniya wan ji ber şer û pêvçûnên Heleb jî di nav de bajarên herêma Şehbayê reviyan û di vê qampî de hatibûn starkirin, bû. Di vê bombebaranî de li gor agahiyên pêşî 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan, gelek birîndar bûn û zirarek mezin a madî gihişt kampê.

Di bombebarana balafirên şer ê ku nêzî nîv seat (30 deqîqe) dom kir de, li gundewarên navçeyên Şêrewa, Şera, Cindirisê, Raco, Bilbilê û navenda bajarê Efrînê ku piraniya wan cihwarê sivîlan bûn nêzî 100 noqte hedef hatin girtin.

Malbata ku ji Idlibê ji ber Tirkiye reviyabûn hatin qetilkirin

Di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk a li ser gundewar, navçe û navenda Efrînê de, li gor agahiyan heta niha piraniya wan zarok18 sivîl hatine qetilkirin, bi dehan birîndar bûne û gelek avahî û cihwar hatine hilweşandin. Di nava van 18 kesên hatine qetilkirin de, malbata El Husên ku ji 8 kesan pêk tên, tê gotin ku 3 meh berê ji Idlibê ji ber şer û pêvçûnên wir, koçberê navçeya Şêrewa ya Efrînê kiribû û ji aliyê rêveberiya wir ve ji bo debara xwe bikin danîbûn ber çiftlika mirîşkan a li gundê Celebrayê hatibûn bi cihkirin. Di encama bombebarana ji aliyê balafirên şer a artêşa tirk ve ya di êvara 21’ê çileyê de avahî hedef hate girtin û 6 ji wan zarok 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 xebatkarên din ên li wir birîndar bûn. Cendekên 2 zarokan ên ku hêj jî di bin xirabeyên avahiyê de mane, ji bo cendekên wan bên derxistin ji aliyê endamên Heyva Sor a Efrînê ve xebat didom e. Navên wan wiha ne; Rehef El Huseyn El Omer (33), Wael El Husêyn (1), Hadeel El Husêyn (10), Fatalah El Huseyn (8), Salameh El Huseyn (6), Musab El Huseyn (7). Navên ku cenazeyên wan di bin xirabeyên avahiyê de ne jî wiha ne; Ehmed El Husên (17), Samak El Huseyn (16) e.

Komên çekdar û leşkerên TSK’ê li ser erdê jî êrîş kirin lê…

Di êvara roja yekemîn (20 çileyê) ku heta derengê şevê şerê hewayî, li ser sînor û ji herêma Ezazê topbaran, obus, hawanê berdewam dikir, komên çekdar ên Artêşa Azad ên li ser talîmata dewleta tirk tevdigeriyan û leşkerên Artêşa Tirk (TSK) di seatên serê sibehê (nêzî 05.00’an de) ya 21’ê çileyê de xwestin li ser erdê bi piştgiriya balafirên şer bikevin gundewarên navçeyên Raco, Bilbilê, Cindirisê, Şêrewanê û Şera bi pêş ve biçin. Lê bi bersivdayina hêzên YPG/YPJ’ê ew hewildana wan bi ser neket û pêvçûnên dijwar pêk hatin.

Li gor agahiyan, di heman rojî de 21’ê çileyê de li herêma navçeya Cindirisê komên çete û leşkerên dewleta tirk hemwext bi top, obus û tangan re êrîşê gundê Hemamê ya Cindirisê kirin. Destpêkê ku bi hêsanî ketin vê mewziyên hêzên YPG’ê û derket holê ku şervanên YPG’ê bi zanebûn berdabûn û dorpêç kiribûn jinişka ve bersiva vê hemleya komên çete hate dayîn û pêvçûnek dijwar qewimî. Di vê pêvçûnî de 4 jê leşkerên TSK’ê 12 endamên çeteyên Artêşa Azad hatin kuştin û nêzî 10 jî birîndar heyî, neçar man xwe paşve vekşîn in. Li ser vê yekî heta balafirên şer ku wek alîkarî da wan, girên Îska, Çelemê, Til Silorê û Şêx Satûf hatin bombebarankirin. Di encama bombebarana balafiran û pêvçûnan de 4 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan û 9 sivîl jî birîndar bûn.

Di heman rojî de li herêma Şera jî bombebarana balafiran a zêde hebû û pêvçûnên dijwar diqewimîn. Li vê heremî destpêkê balafirên şer li gundên Baflon, Cilbir, Kampa Robar a Penaberan, li girên Dîkmetaş, Baflon û Qestelê ji wan 10 bombeyên qazanê û gelek bombe hatin barandin. Piştî cih bi cih bombebarana balafiran, komên çete û leşkerên TSK’ê xwestin bi tangan bikevin van herêman. Lê bi bersivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê 2 tang û yek JAMMER hatin rûxandin, lê derbarê hejmara mirî û birîndaran de agahî nikaribû bê bidestxistin. Li girê Dîkmetaşê jî şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da.

Yê herî balkêş ew bû ku ji aliyê sînor a Kilîsê ve ku dîwarên ji aliyê dewleta tirk ve hatibû danîn, beşek mezin a çûn û hatinê rakiribûn xwestin êrîşê noqteyên YPG’ê bikin. Lê li ser vê yekê pêvçûn derket û leşkerên dewleta tirk neçar man paşde vekişin.

Heman taqtîk li Reco û Bilbilê jî hat pêşxistin

Di heman rojî de balafirên şer ên TSK’ê hemwext li herêmên navçeyên Raco û Bilbilê jî êrîş pêk anî. Bi van êrîşên hewayî re li ser erdê endamên komên çete û leşkerên TSK’ê xwestin bikevin gundên Baliya û Edama kirin. Bi êrîşê re bi awayek hêsanî ketin van noqteyên şervanên YPG’ê ku bi zanebûn berdabûn. Piştî demek kurt de ji aliyê şervanên YPG’ê ve ev noqte hatin dorpêçkirin û pêvçûnek dijwar qewimî. Di encama pêvçûnan de 2 ji wan leşkerên TSK’ê 10 leşker hatin kûştin, 3 tang û biyembiyek hatin rûxandin. Leşkerên TSK’ê ku xwestin bikevin gundê Şingêlê jî rastî bersiva parastinê ya şervanên YPG’ê hatin û hat gotin ku hejmarek zêde kuştî û birîndarên leşkerên TSK’ê çêbûn û şervanekê YPJ’ê jî birîndar bû.

Heta serê sibehê roja 22’ê çileyê, li gundên Topala, Şêxorzê, Bilbilê, Kurdo, Baliya û herêma Raco şer û pêvçûn berdewam kirin. Di 22’ê çileyê de li ser êrîşa komên çete û leşkerên TSK’ê ya li gundê Şingêlê, şervanên YPG’ê operasyonekî taybet lidarxist û li gor agahiyan 5 leşker hatin kûştin û gelek jî birîndar bûn e.

Heta vê seatî êrîşên komên çete û leşkerên tirk ên li ser gundên Cindirisê, Bilbilê Şêra û Şêrewanê berdewam dikin. Şer û pêvçûnên li van herêman her çiqas diçe dijwar dibe. Bi taybetî li gundên Şiyê û Çeqela êrîşên dewleta tirk pir zêde heye û pêvçûnên pir dijwar diqewim in.

Gel bernade

Gelên li navçe û bajarê Efrînê diyar dikin ku 7 salin bi rêveberiya xweser re ew di heremekî herî bi aram de dijîn û ev 7 salin li dijî gef û êrîşên Rejîma Sûriyê û Tirkiyê bi awayek xûrt xwe rêxistin kirine. Ji ber vê yekê gelê Efrînê, li navendên navçe û bajarê Efrînê jiyana xwe ya rojane didomîn in, ciwan jî di bin navê Erka Xweparastinê de ber bi çeperên şer ve diherikin. Gel, li cem berxwedaniyê disekinin û narevin, hemwelatiyên ku ligel israra YPG/YPJ’ê ku ji bo ewlekariyê paşde vekişin jî lê bi şervanan re dikevin çeperên şer.

Her wiha niştecihên Efrînê ku ligel dorpêçkirina Efrînê jî naxwazin derkevin, wiha dibêjin: “Berê de ji aliyê rejîm, El Nûsra, komên çete yên Mertalê Firatê û leşkerên Artêşa Tirk ve hatin dorpêçkirin, şûna em bi heremên wan ve herin em ê li berxwe bidin. Mi ji mirinê wirdetir tiştekê din heye? Şûna ku em herin bikevin bin zilm û zordariya wan û hezar carî bimirin, em ê li vir bimînin carek bimirin baştir e.”

23.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً