NAVENDA NÛÇEYAN- Di 22ê Çileyê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demoqratîk di kongirek çapameniyê de, daxuiyaniyek derbarê rewşa Herêma efrînê de,da.
Ne cihê gumanê ye ku piştî rizgarkirina Mûsil û Reqayê û tengkirina li rêxistina DAIŞê ya terorîst, xebatên cîhanê yên di warê têkoşîna li dijî terorê de gihaştin lûtkeyê, lewra DAIŞ dikir li bajarê Bûkemalê yê Sûrîyayê bifetise û tu rê li pêşîya wê nemabûn. Pê re hêvîya azadî, demokrasî, cihêrengî û pirrengîyê di dilê pêkhateyên Sûrîyayê û cîhanê bi temamî de geş bû û galgalên derbarê hêminî û aştîyê de bûn mijareke girîng a alîyên ku dixwazin êş û jan gelên Sûrîyayê bi dawî bikin. Di vî warî de jî, Hevpeymaniya Navneteweyî di nava hefteyekê ya zêdetir de xwe ji ragihandina fermî ya biserketina qutebir a li hember terora DAIŞê re amade dikir.
Lê belê ji encama dijminatî û nêrîna neteweperest û regezperest a AKPyê li beranber pêkhateyên Sûrîyayê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî, Artêşa Tirk a dagirker êrîşeke hovane bir ser Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ên Kantona Efrînê ku ev yek berdewamiya reftar û kiryarên wê yên dijminane yên li dijî gelên Sûrîyayê ye. Ev kiryarên AKPê û artêşa wê ya dagirker di warê pitşgiriya rêxistinên terorîst ên mîna Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam de axa Sûrîyayê kir dojeheke bi êş û jan, çunku piştî ku hêzên me li hember rêxistina DAIŞê ya terorîst li temamê Bakurê Sûrîyayê bi ser ket, hêviyên AKPê bi temamî şikestin. Ji ber van sedeman, AKP û Artêşa Tirk a dagiker ji boyî ku temenê rêxistina terorîst a li ber sikratê dirêj bikin, êrîş li hember hêzên me yên Efrînê pêk anîn da ku hêzên me bi parastina Efrînê mijûl bikin û DAIŞê bi van êrîşên xwe xurt bikin.
Em vê êrîşa hovane wekî dijminatiyeke berbiçav li hember hemû pêkhateyên Sûrîyayê dibînin û dinirxînin, ji ber ku ev êrîş piştgirî û destekeke eşkere dide rêxistina DAIŞê ya terorîst, lewra her çendî hêzên me DAIŞ ji navend û bajar û bajarokan qewirandiye jî, lê belê hîn hêzeke DAIŞê ya mezin li sêgoşeya sînorên Sûrîya û Iraqê heye, bi hezaran çeteyên DAIŞê li wir hene û herwiha komên DAIŞê yên veşartî li herêmên rizgarkirî hene û li bendê fermana wê ne ku tev bigerin.
Desthilatiya Tirk meseleya birêkûpêkkirin û birêxistina hêzên me bi rêya hevkariya li gel Hevpeymaniya Navneteweyî û damezrandina hêzên parastina sînor kir behaneya êrîş û zêdegaviyên xwe yên li dijî gelê me, lê belê ev behane pûç û vala ye, ji ber ku sînorekî me yê dirêj li gel Tirkiyayê re heye û di nava şeş salên buhirî yên şerê Sûrîyayê de, Tirkiya zêdegaviyeke tenê ji hêla hêzên me tomar nekiriye, wekî din me bi dehan zêdegaviyên hêzên Tirk û derbaskirina sînor ji hêla wan ve û binpêkirina mafên mirovan û êşkencekirina li welatiyan heta bi radeya kuştina bihemd tomar kirine. Ne tenê ev, lê Artêşa Tirk a dagirker sînorê me yên bejayî û esmanî derbas kiriye û gund û bajarên me dane ber top û bombeyan ku ev yek dab û peymanên navneteweyî bi eşkeretî binpê dike û têkilîyên baş ên cîranî û hemwarîyê bi yekcarê têk dibe. Dîsa jî me her dem xweragirtin û sebir kirin bingeha avakirina têkiliyên hemwariyeke baş û me tenê şerkirina li dijî DAIŞê kir armanca xwe ya sereke û jêneger û em wisa bawer in ku ev şerkirina me ya li dijî DAIŞê bûye sedema sereke ya êrîşên AKPê li dijî me. Wekî din hemû behaneyên sîyasetmedarên Desthilatiya Tirk angaştên nerast in.
Ji ber ku Dewleta Tirk bi rêya rêxistinên xwe yên cihêreng di şerê xwe yê bêsînor ê li dijî gelê me têk çû, vê carê rûpoşa li ser rûyê xwe avêt û îcar bi nasnameya fermî ya Artêşa Tirk dest bi şer kir û êrîş bir ser Efrînê ku ji xwe Artêşa Tirk dê bi hêsanî jê dernekeve û dê ziyanên pir giran deyne.
Wekî din, em wekî Hêzên Sûriya Demokratîk di wê baweriyê de ne ku Dewleta Tirk nediwêrî gund û bajarên me bide ber top û bombeyên xwe û komkujî li ser zarokên me pêk netanîn heger Rûsya xwe ji pêgirî û pabendîyên xwe yên exlaqî nedaba alî û destûr nedaba balafirên Dewleta Tirk ku li esmanê me bifirin, ji ber vê sedemê, ji Rûsyayê tê xwestin ku hûrgilî û sedemên vê êrîşa hovane ya Dewleta Tirk a li dijî gelê me yê aştîxwaz şirove û dîyar bike.
Tişt ji sazîyên fermî yên Rûsyayê tê xwestin ew e ku helwesteke eşkere li hember êrîşên hovane yên Dewleta Tirk bide. Her wisa ev bar dikeve ser milên Hevpeymaniya Navneteweyî jî -hevpara me ya di têkoşîna li dijî terorê de- ya ku me bi hev re şerên rûmetdar ên têkbirina terorê meşandin û me biserketinên hevbeş pêk anîn û êdî em dikin biserketina qutebir ragihînin; ev Hevpeymaniya Navneteweyî baş dizane ku armanca desttêwedana Tirkîyayê pûçkirin û valaderxistina vê biserketinê ye, ji ber wê jî, ji Hevpeymanîya Navneteweyî tê xwestin ku berpirsyarîya xwe li pêşber hêz û gelê me yê Efrînê bi cih bîne. Wekî din, hêvîya me ji hemû hêzên demokratîk û gelên aştîxwaz ew e ku pişta gelê me bigirin û helwesteke hiphişk li hember êrîşên hovane yên Dewleta Tirk nîşan bidin.
Em di Hêzên Sûrîyaya Demokratîk de ked û xebata dewletên ku ev êrîş şermezar kirine bi rêzdarî dinirxînin. Em her wisa ji gelê xwe re dupat û teqez dikin ku em di têkbirina êrîşkarên hov de bi heter û biryar in. Wekî çawa me ew li Kobaniyê têk birin, em ê wan li Efrînê jî têk bibin. Bi heman moralên bilind em xweragiriya gelê xwe yê Efrînê û xwegirêdana bi axa bav û kalan silav dikin, lewra em dibînin çawa gelê me yê Efrînê di gund û bajarên xwe de ma û neda pey lîstikên koçberî û destberdana ji welat. Em niha di qonaxên dawî yên têkoşîna li dijî terorê de ne û dawiya pêkanîna biserketinê dê li Efrînê be.
23.01.2018
Rojev24