EFRÎN – Endamê OSO’yê piştî êrîşa li ser gundê Hemamê ya Herêma Efrînê ku li hember bersivdayîna YPG’ê paş de vekişiyan, vîdoyek lixwe mikûr hatine hat parvekirin.
Êrîşên TSK’ê ya li dijî Efrînê di roja 4’emîn dewam dikin. Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) yek ji komên di nav Mertalê Firatê de cih digire. Vîdeoya endamek OSO’yê li ser medya civakî hat parvekirin. Têgihiştina “serkeftinê” ya ku tê afirandin, lê endamê OSO’yê di dîmen de lixwe mikûr tê û dide nîşandan ku ev têgeh rastiyê dernaxe holê.
Endamê OSO’yê di dîmen de bi erebî diaxive û diyar dike ku di saetên êvarê de êrîşî gundê Hemamê dikin û nêzî çeperên YPG’ê û YPJ’ê dibin. Endamê OSO’yê tîne ziman ku ji ber ew her tim gulebaran dikin lojîstîk û cebilxaneya wan xelas dibe û pişt re endamên YPG’ê jî bersiva êrîşan didin.
Ev kes dide zanîn ku li pişt xwe birîndaran hiştine û bêyî ku hejmara kuştî û birîndaran bide kesê vîdeoyê dikişîne qût dike û dîmen bi dawî dibe.
23.01.2018
Rojev24