LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / LEZGÎN – Artêşa Tirk êrîşî Qamişlo dike, du zarok birîndar bûn

LEZGÎN – Artêşa Tirk êrîşî Qamişlo dike, du zarok birîndar bûn

QAMIŞLO – Arêşa Tirk a dagirker topên hawanan avêtin sivîlên bajarê Qamişlo,di encamê de du zarok birîndar bûn, ji aliyê Hêzên QSD ê ve bersiv hate dayîn.

Di encama topbarana artêşa Tirk li ser Kantona Qamişlo de malek bi ser serê xwediyên wê de hate rûxandin. Hêzên QSD`ê jî ji bo parastina sivîlan yekser bersiva êrîşê dan.

 

Hêjayî gotinê ye ku piştî têkçûna artşa Tirk li Herêma Efrînê ji duh ve êrîşên xwe bi ser herêma Cezîrê de destpêkiriye, ji duh ve artêşa Tirk êrîşî bajarê Dêrikê li gundê Zihêriyê û xeba reşê kiribû, ji aliyê din ve jî êrîşî bajarê Serêkaniyê hate kirin û di encama bersivdayîna şervanan de kuştiyên Tirkan çêbû û 3 sivîl şehîd bûn her wiha birîndar jî çêbûn, ji aliyekî din ve jî di saetên êvarê de di navbera Dirbêsiyê û Amûdê de li gundê Hemdûnê ji aliyê Tirkiyê ve 6 topên hawinan hatin avêtin.

Di saetên vê sibehê de jî li Taxa Hilêliyê ya Kantona Qamilo ve ji aliyê Tirkiyê ve hate armanc kirin û bi topên hawinan ku li noqteyeke ya Hêzên QSD ê û malekê daye û du zarok birîndar bûn.

Di encamê de mal li ser xwediyên xwe de hate rûxandin û di bersivdayîna Hêzên QSD ê de niha pevçûn derketin.

Hêjî didome…

23.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً