EFRÎN – Bi derbasbûna sê rojan a topbaran û dagirkirina Tirkiyê ji herêma Efrîn û Şehba re, bîlançoya windahî û zirara ku Tirkiyê pêk aniye hate diyar kirin.
Li gorî çavkaniyên ji nava Herêma Efrînê de û şopandina rewşa heyî li wê deverê. Hate ragihandin ku di nava sê rojan de ji êrîşên artêşa Tirk de ku destpêkê sivîl têne armanc kirin 18 sivîl şehîd bûn û 23 jî birîndar bûn, ji aliyekî din ve jî hate eşkere kirin ku di encama bersivdayîna Hêzên QSD ê ji êrîşan re 72 leşkerên Tirk hatin kuştin û ji ber tengaviya wan ji leşkeran û komên çêkdar yên Tirkiyê 50 kes esîr ketine destê Hêzên QSD ê de.
Dewleta Tirk ku dixwest ji bejahî ve û bi taybet ji Ezazê derbasî Efrînê bibe rastî bersiva Hêzên QSD ê hat û di encama şerê 3 rojan de 8 tang û belagfireke keşfê ya Tirkiyê hate rûxandin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku ev derbasî roja 4 an dibe ku Tirkiyê operasyona bi navê Şaxê Zeytînê ragihandiye ku dixwaze Efrîn ê dagirbike. Beramberî van êrîşan jî Hêzên Parastinê li Efrînê Ceyîş El Siwar, YPJ û YPG ku di bin ban ê QSD ê de ne di 21 Çileyê de operasyona Şoreşgerî ji bo Efrînê destpêkirin e.
Heta vê kêliyê li Herêma Efrînê topbaran ji aliyê Tirkiyê ve didome, û ji aliyê hêza parastinê ve jî bersiv tê dayîn û derbeyên giran li wan dixin, herî dawî jî gundên Til Qestelê û Birsaya ji aliyê Hêzên QSD ê ve hatin vegrandin.
Niha rewşa ku li Efrînê diqewmie ewe ku ji aliyê Tirkiyê ve bi belafiran li Til Cîcan li Şehbayê û Efrînê li navçeya Raco tê topbaran kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî li Şehbayê 15 çekdar hatin kuştin û erebyek hate imha kirin, her wiha li Rcoyê 24 çekdar hatin kuştin.
(Rêbaz Azad)
23.01.2018
Rojev24