LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Çekên ‘neteweyî û herêmî’ yên li Efrînê kaseya kî tije dikin?

Çekên ‘neteweyî û herêmî’ yên li Efrînê kaseya kî tije dikin?

NAVENDA NÛÇEYAN – Erdogan ê ku di siyaseta navexweyî de hesabên 2019’an dike, çekên ku ji wan re dibêje “neteweyî û herêmî”, zavayê wî Selkuç Albayrak, dostê wî yê malbatî Latîf Aral Alîş û Ethem Sancak çê dikin. Fatûreya ranta operasyona li dijî Efrînê li gel tê birîn.

Rojên borî Serokwezîr Bînalî Yildirim, bangî berdevkên medyayê kir û der bare operasyona Efrînê de ew kirin hîzayê. Ji 15 xalên ku rêz kir yek jî “operasyon ji bo Tirkiyeyê ji hêlekê ve hilberîna çekên neteweî û qabîlyeta wan de girîng e” û bal kişand ser vê rewşê. Pênaseya çekên “neteweyî û herêmî” hema bêje di tevahiya çapemeniyê de wekî xaleke destpêkê hat dest girtin. Lê tişta balkêş ew e, ev çekana zava, dostên malbatê yên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP’ê çêdikin.

BAYRAKTAR START DA

Zavayê Erdogan Selçuk Bayraktar û kurê wî Bîlal Erdogan, li navenda operasyona hewayî wêneyên xwe parvekirin, ev jî girîngiya şer a ji bo malbatê dide nîşan. Zavawê wî Bayraktar ji artêşê re ÎHA û SÎHA’yan çêdike, di 21’ê Çileyê saet di 17.25’an de li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt parve kir: “Teknolojiya ku me nû bi pêş xist û em di Tevgera Çiqila Zeytûnê de didin xebatê. ÎHA’yên me yên neteweyî li Efrînê li ser karin. Em bi ekîba xwe ya teknîkî re piştgiriyê didin TSK’ya xwe û li maseyê, li qadê ne.”

XWEDIYÊ ‘ÇEKÊN NETEWEYÎ Û HERÊMÎ’

Partiya muxalefetê CHP jî piştgiriyê dide çekên “neteweyî û herêm”. Di sala 2003’yan de xwedîyê fîrmauya çekan a Sarsilmazê Latîf Aral Alîş, çeka MPT-76 û çeka qaliqê wê zêrî “Bernardellî 2000” diyarê Erdogan kiribû.

ÎHA û SÎHA jî Bayraktar Holdîng a zavayê Erdogan Selçuk Bayraktar hilberîna wan dike. Maşîneyên “Kîrpî” (jûjî) û “Kobra” yên di bûyerên civakî de tên xebitandin, Ethem Sancak ê xwediyê BMC’ê û dostê malbata Erdogan hilberîna wan dike. Ev kes di heman demê de di Lijneya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê de ye.

Bêguman sermayeyên herêmî yên Erdogan bi van re ne sînor in di gelek fîrmayên mezin ên wekî Airbus, Leckheed Martin, Pratt &Whitney, Boeing, Aselsana ku şirketeke mezin a Sikorskyên alman û DYA’yê ne, FNSS, Havelsan, Kale Savunma Havacilik, Katmerciler, Netaş, Otokar, STM, TEI, TUSAŞ’ê de jî para wan heye.

Di butçeya 2018’an de pereyê herî zêde ji bo şer û parastinê veqetandin. Di îxracarta sanayiya parastinê de para herî zêde malbata Erdogan û dostê wî Alîş bi dest xist. Ji bo dawiya salê armanca wan 2 milyon dolar, ji bo sala 2025’an armanca wan 25 milyhon dolar e.

24.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً