LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta tirkiyê dijî Hevpeymaniya NY derdikeve

Dewleta tirkiyê dijî Hevpeymaniya NY derdikeve

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiyê dest bi operesyona bi çekkirina penaberên Sûriyayê kiriye û ev yek li dijî madeya 124 ya di hevpeymaniya Navnetewî ya Netewên Yekbûyi ku Tirkiyê jî îmza xwe avêtiye li ser hevpeymaniyê.

Ji destpêka Şoreşa Sûriyayê hejmarek zêde ji gelê Sûriyayê ji ber kiryarên kuştin, tunekirin, ambarogoyê û zindankirina Rêjîma Sûriyayê, DAIŞ ê û artêşa Azad ji aliyê Tirkiyê Ewropayê ve hatin pêşwazî kirin.

Ji aliyê Ewropa û Tirkiyê ve penaberên Sûriyê li kampan hatin bi cih kirin. Lê tevî hemû derfetên kêm ew penaber rastî zehmetiyan û kêmkirinê hatin, ku ew dewlet an jî mûnezemeyên li wir dixebitîn poltîka wan a li hemberî penaberên Sûriyê cuda bû.

Li gorî çavkaniyên ji nava kampên li Ewropa û Tirkiyê ku derbarê jiyana xwe de axivîn eşker kirin ku ew ne wekî hemwelatiyên Tirkiyê dijîn, çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşker kirin anî ziman ku ew ji aliyê Tirkiyê ve rastî neqebûlkirinê tên, her wiha zehmetiyan di kar de dikşînin ku gelek caran pereyên wan têne xwarin û bi nirxeke kêm li kar ê wan tê meyzekirin.

Dewleta Tirkiyê di 20ê Çileyê de dest bi operesyona Şaxê Zeytonê ya li dijî Herêma Efrînê ya Fedraliya Bakurê Sûriyayê kir. Li hemberî operasyona artêşa Tirkiyê operasyona Hêzên QSD ê bi navê Hemleya Şoreşgerî hate ragihandin, li gorî agahiyên herêmî Tirkiyê gelek windahiyên mezin li hemberî berxwedana gelê herêmê û Hêzên QSD ê xwariye.

Bi windahiyênTirkiyê di roja 5 an de li Efrîn ê dest bi çekkirina penaberên Sûriyê kir bi vê yekê dewleta Tirkiyê bi çekkirina penaberan firset dît ku bi pereyan ciwanan qezenc bike. Li gorî ku hate zanîn Dewleta Tirkiyê dest bi operesyona bi çekkirina penaberên Sûriyayê yên li Tirkiyayê kiriye. Çavkaniyan dane zanîn ku ev nêzî heftiyekê ye ku operesyon li gelek bajarên Tirkiyê wekî Stenbol, Enqera, Hetay û Rihayê hatiye destpêkirin.

Li ser çawaniya çekkirina ciwanan ev agahî hatin zanîn: Her ciwanê ku tevlî operesyona Şaxê Zeytonê bibe ewê 300$ wekî fon her heyv bigire. Her wiha ger di operasyonê de bê kuştin wê malbata kuştî 1000$ bigire.

Tirkiyê ji çekkirina ciwanên Sûriyayê sûd werdigre da ku ji raya giştî re bide xuya kirin ku operesyona Şaxê Zeytonê bi destê ciwanên Sûriyayê tê kirin. Her wiha dixwaze vê operesyonê bi dilê gelê Sûriyayê bide diyar kirin, ji ber vê yekê ji destpêka operasyonê û heta niha ji aliyê komên ku ji aliyê Tirkiyê ve dihatin amadekirin kesên ku bi zimanê Erebî û Kurdî diaxivîn û propogendeyên ku Sûriyayê hatiye dagirkirin dikirin û xwe wekî xelaskerê gel nîşan didin, hêjayî gotinê ye ku ev kom li hemberî terora DAIŞ ê û qirkirina gelê Sûriyê şer nekirine.

Ji aliyekî din ve jî herî dawî Hikûmeta Sûrya ya Demkî a bi ser dewleta Tirkiyê ve di rêya belgeyeke ku weşandiye tê de bang li ciwanên Sûriyê li Hetayê dikin ku tevlî operasyona Şaxê Zeytûnê bibin. Di belgeyê de temenê penaberên ku tevlî bibin hate diyar kirin ku di navbera 18-50 salî de be.

Tiştê ber bi çava xuya dike li gor madeya 124 ya Hevpeymaniya Navnetewî ya Netewên Yekbûyi di ku dibêje‘’nabe penber bi çi awayi tevlî karê Ewlekarî li welatê ku lê bûne penber bibin’’.

Wek ku tê zanîn dewleta Tirkiyê erê kiriye li ser vê hevpeymaniyê û îmza xwe avêtiye. Lê operesyona ya ku dewleta Tirkiyê daye destpêkirin ya çekkirina penaberên Sûriyê yen li dewleta wê ew dijîn hevpeymaniyê derdikeve.

24.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً