LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Istîfayên di nav ENKS ê de zêde dibin

Istîfayên di nav ENKS ê de zêde dibin

QAMIŞLO – Nakokiyên di nav ENKS ê de roj bi roj zêde dibin sedema wê jî li gorî berpirsên wê girêdayî siyaseta wî ya dijberiya kurda ye, ji ber vê yekê di rojên dawî de hejmara endam û berpirsên di nav ENKS ê de istifaya xwe didin.

Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKS ê di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi navê Mertala Firatê li ser Efrînê de dibêje ku bila PYD li xwe vegere û behaneyan nexe destê Tirkiyê de da ku êrîşî Efrînê neke.

Li gorî tiştê ku derdikeve holê bi daxuyaniya ENKS ê vê diyar dike ku êrîşa li ser Efrîn ji aliyê Tirkî û çeteyên wê ve rewa dike û bingeha van êrîşan li ser erdê çêdike. Piştî vê daxuyaniyê gelek berpiris û rêvberên ENKS ê jî eynî daxuyanî belavkirin. Piştî daxuyaniya ENKS ê û civîna opozisyona Sûriyê ya ku piştgirya êrîşên artêşa Tirkî û çeteyên wê li ser Efrîn dike hate ragihandin ku hejmarek ji berpiris û endamên ENKS ê istifaya xwe ji nava ENKS ê û partiyên girêdayî wê dane.

Hate eşker kirin ku kesên istifeya xwe ji nava ENKS ê dane wihan e: Narîn Metînî Seroka Partiya Şepêla Pêşeroj, Ebid Elbasit Seyda endamê desteya opozisyona Sûriyê li Istenbolê ku ENKS ê beşek jê ye, Hêvîdar Ebas berpirsê Hêvrêziya Neviyên Berzanî û Saîd Ferman endamê komîta navendî ya Partiya Wekhevî.

Hate xuya kirin ku sedema istîfakirina van berpirsan li gorî ku wan ragihandiye wekî ku Narîn Metînî derbarê Istîfaya xwe de diyar dike ku daxuyaniyên ENKSê û Partiya Şepêla Pêşeroj ji bo Efrîn ê cihê nerazîbûna wê bû û ew daxuyanî bê cidyeta ENKS ê beramberî Efrîn ê nîşan dide û tersî wê ENKS ê êrîşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li ser Efrîn ê rewa dike, Metînî di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelek helwestên ENKS ê ne cihê baweriyê bûn û me hemû helwest bi mecbûriyet qebûl dikir ji ber ku em partiyek di bin banê wê de ne.

Mîtînî anî ziman ku biryarên ENKS ê ji dervey Rojava bûn û tu rola hundrîn têde tune bû û ew girêdayî Başûr û Tirkiyê bûn. Metînî di dawiya axaftina xwe de got ku guhertinên vê dawiyê yên di nava ENKS ê de tenê parvekirina desthilatdariya di navbera hin kesan de bû û baweriya me bi jî wan kesan ne dihat.

Ji aliyekî din ve jî piştî demeke ku êdî nema istîfakirin tê qebûl kirin vê Endamê Desteya Kolisyona Sûriyê Ebid Elbasit Seyda istîfeya xwe dide, Seyda diyar kir ku sedema istifakirina wî ji nava koalisyona opozisyona Sûriyê vedgere helwest û biryarên wê ne yên ne rast û bi taybet helwesta koalisyoa opozisyona Sûriyê ya ku piştgirî da êrîşa li ser Efrîn ê.

Li gorî çavkaniyên ji nava ENKS ê hate eşkere kirin ku ji ber siyaset û helwesta ENKS ê ku girêdana wê ya bi Tirkiyê re roj bi roj derdikeve holê her demekê istifakirin di nav de çêdibe û bi taybet ev yek di dema dawî de zêdetir derdikevin holê. Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkere kirin anî ziman ku ENKS ê ber bi hilweşandinê ye.

23.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً