DÊRAZOR – Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê ya hevbeş her yek ji aliyekî ve li ser Herêmên Federasyona Bakûrê Sûriyê didomin.
Li gora çavkaniyên leşkerî yê Hêzên Sûriye Demokratîk, duh li Dêra Zorê bi şev heta sibê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê domiyane û hemû êrîşên wan vala hatin derxistin. Li navçeya Xera’ic û Hecin li Dêra zorê şerên dijwar didomin.
Dewleta Tirk jî û çeteyên DAIŞ`ê di heman demê êrîşên xwe li ser Herêmên Federasyona Bakûrê Sûriyê didomînin. Li gora çavkaniyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk ev çar rojin çeteynê DAIŞ`ê bi heman dema dewleta Tirk êrîşî Efrîn kir, êrîşên xwe li ser çeperên wan zêde kirin.
Şevê din jî li navçeya Hecin DAIŞ`ê êrîşî çeperê wan kirine. Hêzên QSD`ê bersiv dan û du erebeyên doçka hatine rûxandin. Li navçeya Xera’ic şerên dijwar rû dan, piraniya navçê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.
23.01.2018
Rojev24