LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ‘Êrîşa li ser Efrînê rûreşiya dewletên cîhanê ye’

‘Êrîşa li ser Efrînê rûreşiya dewletên cîhanê ye’

NAVENDA NÛÇEYAN – Nisrîn Ebdullah destnîşan kir ku wezîfeya herî rewa û bingehîn a hêzên QSD, YPG/YPJ’ê parastina gel û axa Efrînê ye û got, “Êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê bivê nevê wê têkoşîna li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ’ê qels bike.”

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, rola hêzên navneteweyî û berxwedana serdemê ji ajansa me re nirxand.

Tirkiyê û DAIŞ’ê bi hev re bi rêbazêb DAIŞ’ê êrîş dikin

Nesrîn Ebdullah êrîşên ku 6 roj in li Efrînê tên kirin di vê çarçoveyê de nirxand: “Ev 6 roj in dewleta Tirk tevî DAÎŞ, Ehrar-û Şam, Cephet El Nûsra, Artêşa Sûriyeya Azad ên bi navê ‘Hêzên Mertala Firatê’ û yekîneyên Azadî ku mirov dikarin weke Kurdên xayin bi nav bikin, êrîşî Efrînê dikin.

Ji ber êrîşên wan ên hewayî û bejahî heta niha ji gelê sivîl gelek mirov şehîd bûn. Ji ber van êrîşan, jin û zarok di nav de gelek sivîl şehîd bûn û malên welatiyan hilweşiyan. Her wiha berhemên dîrokî ku parçeyek ji dîroka vî welatî ye hatin xerakirin. Ji rêbaza vê êrîşê diyar dibe ku dewleta Tirk rêbazên DAÎŞ’ê bi kar tîne. Komkujiyan dike.”

Bi dehan dagirkerên hatin fetih bikin hatin kuştin

Ebdullah destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çiqasî mezin be, berxwedana li Efrînê jî qat bi qat jê mezintir e û zora dagirkeran dibe. Ebdullah got, “Hêzên me yên YPG û YPJ’ê bi berxwedaneke mezin pêşî li van êrîşan digirin. Li gelek eniyan teknîkeke gelekî giran bi kar anîn û bi vî rengî êrîş kirin. Lê belê hevalên me bi biryardarî û îradeya xwe, bersiv dan dewleta Tirk. Gelek leşkerên Tirk û çeteyên bi wan re hatin kuştin.

Dibe ku ji bo xapandina raya giştî di çapemeniyê de naweşînin, lê belê nikarin xwe bixapînin. Ji ber ku bi dehan leşker û çeteyên ji bo fetihkirina Efrînê hatin bi rengekî mirî ji cihê hatine hatin şandin.”

Berxwedana gelê me, îradeya me xurt dike

Nesrîn Ebdullah da xuyakirin ku li Efrînê hovîtiyeke ji ya DAÎŞ’ê mezintir ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê kirin û got, hêzên YPG/YPJ û QSD li dijî vê hovîtiya serdemê, bi berxweana serdemê bersivê didin û ew jî ji vê berxwedanê hêzeke mezin digirin. Ebdullah got, “Moralê hêzên me gelekî bilind e. Weke hêzên QSD, YPG û YPJ’ê em bi biryar in ku gelê xwe yê li wir biparêzin. Em ê nehêlin ku dijmin bi pêş ve were.

Gelê Efrînê îro bi jin, mêr, extiyar, ciwan û zarokên xwe bi rengekî dîrokî li ber xwe dide û destanê dinivîsîne. Em hêza xwe ji gelê xwe yê leheng digirin û ev hêz îradeya me ya ji bo parastina nirxên gelê me xurt dike. Biryardariya me xurt dike.”

Ev êrîş û komkujî rûreşiya hemû dewletan e

Ebdullah diyar kir, daxuyaniyên dewleta Tirk radixin pêş çavan ku êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê bi plan in û got, “Tirk bi xwe dibêjin, ‘Ev 2 meh in me agahî dane Amerîka, Rûsya, Koalîsyonê, Yekîtiya Ewropa û rejîmê. Yanî haya hemû hêzan jê hene û ti ji wan helwesteke ku pêşî li vê dagirkeriya dewleta Tirk bigire nîşan nadin.

Ev yek ji bo mirovahiyê şermeke mezin e. Ji bo welatên ku dibêjin ew mafên mirovan diparêzin rûreşî ye. Eger ev rewş dewam bike wê bi vî rengî bikeve dîroka mirovahiyê.”

Rûsya dixwaze ku kirîz kurtir bibe

Nesrîn Ebdullah bal kişand ser bazara berjewendiyan a navbera hêzên herêmî û navneteweyî û işaret bi rola Rûsyayê ya di vê êrîşa dagirkeriyê de kir: “Eşkere ye ku Tirkiye û Rûsyayê di berdêla Îdlibê de li ser Efrînê li hev kirine. ji ber ku di navbera sînorê me yê bi Tirkiyeyê re hêzên parastina sînor ên Rûsyayê hebûn. Qaşo ji bo parastina sînor ji êrîşên Tirkan li wir bi cih bûbûn. Her wiha qaşo helwesta wan li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk hebû.

Dema ku dewleta Tirk dest bi êrîşê kir hem hêzên xwe vekişand, hem jî destûra êrîşa bi balafiran da. Eşkere ye ku Rûsyayê destûra vê êrîşê daye û hevkarê êrîşê ye. Divê Rûs berpirsyariya xwe ya di vî warî de bibînin. Xuya ye Rûsya dixwaze krîza li Sûriyeyê kûrtir bibe, gel hê bêhtir bê kuştin û ji cih û warên xwe bibe.

Daxuyaniyên rayedarên Rûs ku dibêjin ‘Tirkiye li ser axa Sûriyeyê mayinde nîne’ daxuyaniyên vala ne. Dewleta Tirk hêzeke dagirker e û ev êrîşa xwe jî êrîşa dagirkirinê ye. Ne tenê êrîşî yekîneyên me û Kurdan dikin. Êrîşî tevahiya gel û axa Sûriyeyê dikin. Ya ku destpêkê lê dan, kampa penaberan a Rûbarê bû û malbateke ji Îdlîbê şehîd bû. Ev bi xwe jî îspat dike ku armanca Erdogan dagirkerî ye.”

Êrîşa Dewleta Tirk her wiha li dijî Koalîsyonê ye

Ebdulalh bal kişand ser berpirsyariya koalîsyonê ji vê hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk û got, “Erdogan, DAÎŞ, Cephet El Nûsra, Ehrar û Şam û Kurdên xayin dest dane hev û êrîşî gelê me û axa me dikin. Ev hemû hêzên terorîst in. Eger Koalîsyona di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de cidî û biryar e, divê li hemberî vê terorîzma dewleta Tirk jî helwesteke cidî nîşan bide.

Tirkan daxuyaniya Amerîkayê ya li ser ‘biçekkirin û perwerdekirina hêza sînor a 30 hezar kesî ya QSD’ê ev êrîş dan destpêkirin. Ji ber vê yekê, ev êrîş her wiha êrîşa li dijî koalîsyonê ye. Divê koalîsyon bi vî rengî nêzî mijarê bibe.”

Wezîfeya me ya herî rewa ya ku em gel û axa xwe biparêzin

Nesrîn Ebdullah destnîşan kir ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê bûye sedem ku têkoşîna li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ’ê qels bibe û got, “Îro gefa komkujiyê li gelê me yê li Efrînê tê xwarin. Axa me tê dagirkirin. Pêwîstiya gelê me bi me heye. Em jî weke hêzên ji vî gelî pêk tên, di asta herî bilind de em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin. Bila koalîsyon bi vê zanibe. Ji ber vê rewşê bivê nevê têkoşîna me ya li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ’ê wê qels bibe. Em neçar in ku gelê xwe biparêzin. Ev yek hem wezîfeya me ye hem jî mafê me yê herî xwezayî ye.

Bila Koalîsyon pê zanibe ku Tirkiye bi çekên NATO’yê êrîşî me dike û Tirkiye hevparê NATO’yê ye. Wê wextê NATO jî vê êrîşê erê dike. Em bi vî rengî dibînin. Ji ber ku hêza NATO û Koalîsyonê heye ku pêşî li van êrîşan bigire.”

Xemsariya Yekîtiya Ewropayê, durûtî ye

Ebdullah xemsariya Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk weke durûtiyê bi nav kir û wiha dewam kir: “Yekîtiya Ewropa xwe weke civata welatên demokratîk bi nav dike, dide naskirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan û welatan civînan li dar dixin, platforman pêk tînin.

Lê mixabin li ser êrîşa Erdogan a li dijî Efrînê me ti civîneke wan nedît, me helwesta wan nedît. Ev yek jî durûtiya wan nîşan dide.”

Bang li her kesî dikin ku li ber dagirkeriyê rabin

Ebdullah bi bîr xist ku Berxwedana Efrînê ya gel û hêzên wan weke ‘Berxwedana Serdemê’ hatiye binavkirin û destnîşan kir ku tenê xalek li ber wan heye, tenê armancek heye; ew jî serketin e. Ebdullah diya rkir ku wê serketinê diyarî gelê Efrînê bikin û got, “Li ser vê bingehê, bi ronahiya roja pîroz a rizgarkirina Kobanê dibêjim, em ê mizgîniya Serketina Efrînê bidin gelê xwe.”

Di dawiya axaftina xwe de Ebdullah bang li hemû gelên Sûriyeyê kir ku li her qadê li dijî dagirkeriyê serî hildin.

25.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً