LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rêjîma Sûriyê amadekariyên pêşveçûna xwe dike

Rêjîma Sûriyê amadekariyên pêşveçûna xwe dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastina Rêjîma Sûriyê li kantona Qamişlo navenda kişandina ciwanan ji bo leşkeriya neçar dixe rojevê, rêjîm ji bo pêşveçûna xwe û windahiya xaka di bin kontrola xwe de ciwana sewqî eskeriyê dike.

Rêjîma Sûriyê di demên dawî de ji ber gelek windahiyên deverên di bin kontrola wê de, niha hewil dide ku wan herêman vegerîn e û ev yek di riya çavkaniyeke ji Kanotona Qamilo ve hate eşkere kirin ku Rêjîm dixwaze heremên ku winda kiriye vegerîne lewra dest bi hemleya girtina ciwanan kiriye da ku berê wan bide şer.

Rêjîma Sûriyê bi armanca ketina nava Idlibê de niha pêşveêûna xwe li gundewarê Heleb, Hema û Idlibê didomîn e, Rêjîma Sûriyê herî dawî jî belafirgeha Ebû Dihûr a leşkerî kontrol kiriye.

Rêjma Sûriyê ji bo hejmara leşkerên xwe zêde bike propgenda xwe dike û dest bi vekirina navendên tevlîbûnê li parêzgehên Sûriyê kiriye.

Çavkaniyekî tayebet ji bajarê Qamişlo eşker kir ku “Fermandariya Ewlehiyê” ya rêjîma Sûriyê li bajarê Qamişlo ji Wezareta Parastinê ya Sûriyê xwestiye ku destûrê bide ku navendekê li bajarê Qamişlo vekin, ev daxwaz piştî vekirina 6 navendan ku li parêzgehên Sûriyê hatin vekirin, li bajarê Qamişlo jî hate vekirin.

Di coya ku ji aliyê rêjîmê Sûriyê de hatiye belavkirin de û li gorî madeya (25646) ku Wezîrê Parastina Rêjîma Sûriyê Îmad Elferîc îmze kiriye û biryar dabû navndên tevlîkirina ciwanan ji bo leşkeriya neçar li şeş parêzgehên ( Hesekê, Reqqa , Dêra zor, Heleb, Hûmis, Hema ) werin vekirin kirine,heye. Her wiha ji bo kesên ku ji leşkeriyê reviyane mafê tomarkirinê ji nû de dide.

Her wiha çavkanî da xuya kirin ku navenda Qamişlo di hundirê foca 154 an de li Terteb li bajarê Qamişlo ye, serkêşiya navendê fermandarê focê Nazim Elheson e, her wiha komîteyek lihevkirinê (tesiwiyê) bi rêveberiya Fadî esîr hate avakirin ku ev komîte nûnerên hemû beşên ewlekariyê li Hesekê digre nav xwe. Li gorî ku hate zanîn beşên wê ji Istixbarata leşkerî, Ewlekariya siyasî, Rêveberiya Ewlekariya dewletê, Rêvberiya istixbarta cewî (Hewayî), Mudriyeta Tecnîda (leşkirin) giştî, Polîsên sivîl û ji komîteya ku li navendê hazir dibe pêk tê.

Çavkanî destnîşan kir ku di roja yekemîn de ji vekirina navendê 65 kes hatin girtin bi hinceta ku ji leşkeriyê reviyan e, lê piştî mûdaxeleya komîta lihevkirinê ev 65 kes kirin 2 grûpa, grûpa yekemîn li tabûra 23 an hatin bi cih kirin û grûpa duyemîn jî li tabûra 79 an hatin bicih kirin, her wiha li ser girtiyan çek û cilên leşkerî hatin belavkirin.

Çavkanî di nav axaftinên xwe de bal kişand ku komîta lihevkirinê di lêpirsîna xwe ya bi girtyan re şidedt bi kar tine.

Beriya niha li ser çapemeniya rêjîma Sûrî xebatekî bi rengî hebû ku hatibû belavkirin ku navenda li bajarê Hesekê di sala 2017 an de 68 kes ku bi hinceta ku ji leşkeriyê reviya bûn bi biryarekê ji fermandariya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ya rêjîma Sûrî hatibûn girtin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Rêjîma BASS di sala 2013 an de biryarek da ku hemû ciwanên parêzgeha Hesekê dikarin vegerin nav refên artêşa Sûriyê û cihê xwe di nav tugeya 123 û 154 di foca Qamişlo de bigirin. Di wê demê de rêjîma Sûrî bi zora xwe 1000 ciwan girtin û berê wan li Dêra zorê dane şer. Dê demê de ji aliyê gelê parêzgehên Sûriyê ve ev biriyar hate red kirin û banga ibtal kirina biyarê dan.

28.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً