LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Zarok daketin qadan û UNICEF jî bang li YN dike- bi wêne

Zarok daketin qadan û UNICEF jî bang li YN dike- bi wêne

QAMIŞLO- Piştî destpêkirina êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê, mûnezemeya zarokan a UNICEF metisiya xwe derbarê zêdebûna hejmara raporên qetilkirina zarokan li Efrînê nîşan da.

Di 20’ê çileyê de operesyona Tirkiyê a bi navê Şaxê Zeytûnê ji aliyê Dewleta Tirkiyê û komên Mertala Firatê ve di nav de komên radîkal jî, ji bo dagirkirina Efrînê da destpêkirin.

Ji destpêka operesyonê wek ku li ser Medyayê tê xuya kirin ku sivîl û penaberên li Kampan tên hedef girtin, hate destnîşan kirin ku ji noqteyên lêşkerî yên QSD, YPG û YPJ’ê sivîlên li kampan têne armanc kirin. Armaca dewleta Tirkiyê ji vê yekê ewe ku bajar ji şîneyên wê vala bike da ku dest bi guhertina demografiya Herêmê bike wek ku li Cerablus, Ezaz û Al Bab kiriye. Li beramberî vê yekê hate ragihandin ku berxwedana gelê Efrînê ji temenê 7 ta 70ê salî li berxwe didin û dev ji bajarê xwe bernedan û ev di rêya rojane meş û helwestên herêma Efrînê tevî bombebranê tê gotin.

Ji bo protostokirina êrîşên Dewleta Tirkiyê û Komên girêdayê wê îro zarokên Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo daketin qadan. Mesaca zarokan ew bû ku bang li UNICEF kirin ji bo parastina zarokê Efrînê û rawestandina van êrîşên ji ber ku yên herî zerarê dibînin zarokin.

Ji ber komkujiyên ku Dewleta Tirkiyê di der heqê sivîlan de bi taybet zarokan de pêk tîne, nûnerên mûnezemeya UNICEF ya şaxê Sûriyayê Firan Îkwêza di riya daxuyaniyekê de li ser Malpera wê ya fermî metirsiya xwe li ser rwşa sivîl û zarokên Efrînê nîşan daye, di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku li gorî raporên qetilkirina zarokan ji aliyê Tirkiyê ve ku herî kêm ta niha hejmara wam gihiştiye 11 zarokan. Di dawiya daxuyaniya mûnezemeyê de bang li Netewên Yekbûyî kir ku bi erka xwe ya mirovî ya parastina sivîl û zarokan bi taybet li Efrînê rabe.

29.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً