LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Rêjîma Sûriyê karwaneke Tirkiyê li gundewarê Idlibê kire hedef

Rêjîma Sûriyê karwaneke Tirkiyê li gundewarê Idlibê kire hedef

NAVENDA NÛÇEYAN – Karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê ku ji tank û panzeran pêk dihat ji aliyê belafirên Rêjîma Sûriyê û Rûsyayê ve hate topbaran kirin, ev karwan di dema nêzîkbûna wê a noqteya di navbera Rêjîma Sûriyê û Heyet Tehrîr El Şam de (Cebhet El Nusra) li bajarokê El Hadir ku girêdayî bakur rojavayî Idlib e rastî topbaranê hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji nava Idlibê hate zanîn ku ew karwana leşkerî ya Tirkiyê duh di saetên êvarî de derbasî Idlibê dibe, lê tişta ku ne zelal bû mayîna karwana Tirkî li noqteya di navbera Rêjîma Sûrî de, lewra çavkanî eşkere kir ku karwan yekser rastî bombebarana belafirên Rêjîma Sûrî û Rûsyayê hat, her wiha ji aliyê hêza ku li bajarokê El Hadir bi cih dibe rastî topavêjên rokêtan hat.

Çavkanî destnîşan kir ku karwana artêşa Tirkiyê li noqteya çaremîn li gundewarê başûr Helebê li paş (Telet ElElaîs) beramberî noqteyên Rêjîma Sûriyê li bajarokê nav borî bicih bibû, her wiha karwanê leşkerî ku ji 100 amûrên ku serbarê panzeran ne ku pêk dihat derbasî herêma Keferlosîn li gundewarê bakur ê Idlib e dibe. Hate zanîn ku karwan dema radiweste parçeyî 4 birîman dibe û li herêmê belav dibe, çavkanî herî dawî got ku karwana leşkerî ber bi bakur rojavayî bajarokê El Ertab vekşiya.

Di dema ku karwana leşkerî ya Tirkiyê rastî topbaranê tê du belafirên F16 yên Tirkiyê ji jêdêrê ku tê armanc kirin bersiv didin, lewra ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tewcîhatên bersivdayîna jêdera topbaranê hate dayîn, ku Tirkiyê ji bargeha xwe ya leşkerî li çiyayê Berekat li bajarokê Daret Iza li bakruê Idlibê bersiv da. Hate destnîşan kirin ku artêşa Tirkiyê noqteyên çavdêriyê li keleha Samanê li Helebê û li gundê Silwa li Idlibê belav kiriye, û nîşaneya vê yekê jî li gorî agahiyan derbasbûna karwanên leşkerî bi awayekî dayîmî ji herdu parêzgeha re ye, ku li gorî peymana herêmên kêm pevçûn ku di Asatan 6 de hatiye îmzakirin vê yekê pêk tîne.

Li gorî çavdêriya ji wê heremê hate destnîşan kirin ku ev gav di şertekî wiha de tên ku her yek ji Rêjîma Sûriyê û Rûsyayê dest bi pevçûneke nû ber bi Tirkiyê de avêtine, ku ev karwanên leşkerî ber bi heremên Sûriyê de hatin piştî îlan kirina operasyona Tirkiyê a li dijî herêma Efrînê, ev gav wekî metirsî tê dîtin di demeke ku herêma Efrînê rastî êrîşên komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê tên.

30.01.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً